Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê: Em ê rê nedin ku şaredariyê xesp bikin

  • rojane
  • 10:42 5 Kanûn 2024
  • |
img

WAN - Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal diyar kirin ku biryara Dadgeha Bilind “hewldana dayina mazbatayê ya namzetê AKP’ê ye” û wiha gotin: “Em ê rê nedin zîhniyeta dixwaze şaredariya gel xesp bike.” 

5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê beriya hilbijartinê mafên memnu yên Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Abdullah Zeydan îade kiribû û ev biryar ji hêla Dadgeha Bilind ve hate betalkirin. Dadgeha Bilind, dosya ji 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê re şand û xwest piştî lêkolînên pêwîst dîsa biryarê bide.  
 
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan têkildarî biryara Dadgeha Bilind û pêvajoya piştre de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn. 
 
‘DEV JI VÊ HEWLDANA NEHIQÛQÎ BERDIN’
 
Zeydan, diyar kir ku biryar beriya teblîxî wan were kirin ji hêla medyaya alîgir ve hatiye weşandin û ev yek derhiqûqî ye. Zeydan, wiha got: “Ev yek nîşan dide ku biryareke siyasî ye û mekanîzmaya edaletê nehatiye bikaranîn. Dadgehê biryara îadekirina mafên memnû daye û ev biryar teqez bûye. Lê ji bo hilbijartinê 2 roj mabûn ku biryareke nû hate dayin û ev biryar ji holê rakir. Dadgehê, kompas danî ber kesekê dikeve hilbijartinê. Hem weke dadgehê dê biryarek were dayin hem jî biryareke teqez heye. Me jî bi baweriya ji vê biryarê serî li YSK’ê da. Biryarê dide ku tu ji bo namzetiyê tu astengî nînin. Gelê me jî xwedî li partiya xwe derket û her 14 şaredarî bi dest xist. Lê tehemûla vê serkeftinê nekirin. Bi destê hiqûq û edaletê kompas çêkirin û hewl dan mafê bijartin û hilbijartinê yê gel xesp bikin. Dema dixwestin mazbatayê xesp bikin, gel xwedî li îradeya xwe derket û berxwedaneke birûmet raber kir. Daxwaza me ew e ku hikûmet û daraz dev ji van hewldanên nehiqûqî berde û rêzê ji vîna gel re bigire.” 
 
'XEFIKÊ LI BER XELKÊ WANÊ DANIN’ 
 
Bi domdarî Zeydan anî ziman ku li şûna rêzê ji hiqûqê re bigirin, îktîdar serî li rêbazên cuda dide û wiha pê de çû: “Hêj jî hewl didin bi xefikan îradeya xelkê Wanê xesp bikin. Dixwazin mazbatayê bidin hin kesên din. Em vê bi tu awayî qebûl nakin. Heke îdiaya wan ew be ku li gorî hiqûq û edaletê biryarê didin, wê demê bila li biryara 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind a têkildarî îadekirina mafên memnu binêrin. Di wan biryaran de dibêje ku her çend biryara îadekirina mafên memnu ji holê hatibe rakirin jî nabe ku ev yek li dijî bersûc bê bikaranîn. Ji ber ku xemsariyeke ji ber bersûc qewimî nîne, ji ber dadgehê dewletê qewimî ye.” 
 
'EM Ê BERTEKA XWE YA DEMOKRATÎK NÎŞAN BIDIN’ 
 
Di berdewamê de Zeydan bi lêv kir ku gel heta niha îradeya xwe parastiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dê ji niha û pê ve jî biparêze. Ji ber ku yek ji hêmayên herî girîng a demokrasiyan, îradeya gel û hilbijartin in. Em ê heta dawiyê vîna gelê Wanê biparêzin û vê bêhiqûqtiyê qebûl nekin. Em ê nehêlin mazbataya gelê Wanê bidin hin kesên din. Tevî gel em ê heta dawiyê berteka xwe ya demokratîk nîşan bidin. Hêvîdarim dadgeha herêmî dê biryara xwe li leha bersûc bide. Nexwe dê bibe biryareke skandal. DMME’yê jî têkildarî biryara derheqê min de biryara binpêkirinê da. Me biryara DMME’yê pêşkeşî AYM û Dadgeha Bilind kir lê paşguh kirin. Anku di esasê xwe de ev biryara girtinê biryareke ne li holê ye. Li gorî Xala 90’emîn a AYM’ê, biryarên DMME’yê diyarker in. Lê ev bêhiqûqtî didome. Eleqeya pêvajoyê bi hiqûq û edaletê re nîne.” 
 
'AKP HEWL DIDE MAZBATAYÊ BIDE NAMZETÊ XWE’ 
 
Zeydan, anî ziman ku ev biryar hewldana xespkirina îradeya xelkê Wanê ye û wiha got: “Diziyên qeyûman di 8 salan de kirin li holê ne. Xizmetên me yên 8 mehan jî li pêş çav in. Me derfetên xwe yên kêm pêşkeşî gel kirin û xizmetên ev 8 sal in nehatine kirin, ji bo gel kirin. Dixwazin dîsa şaredariyên gel talan û wêran bikin. Em ê destûrê nedin vê zîhniyeta xespkar. Bi taybet jî em dibihîsin k AKP hewl dide mazbatayê dîsa bide namzetê xwe. Îşala careke din êrişî vîna gel nekin. Ji ber ku xelkê Wanê bi berxwedanên 2-3’yê nîsanê nîşan da ku dê qebûl neke. Dê vê bêrûmetiyê qebûl neke. Îşala bi aqilane tevbigerin û nekevin nava hewldana xespkirinê. Me soz daye ku dê rûmet û heysiyeta gel heta dawiyê biparêzin. Dê wisa bi hêsanî nekarin çavkaniyên gel xesp bikin, bidizin û talan bkin. Em ê heta dawiyê îradeya gel biparêzin.”
 
'AKP DIKARE SERÎ LI HER CUREYÊN BÊHIQÛQTIYAN BIDE’ 
 
Hevşaredar Neslîhan Şedal jî got ku îktîdara AKP’ê mîna 22 salan dikare serî li her cureyên bêhiqûqtiyan bide û wiha domand: “Dema mijara behsa xeberê bû mafê bijartin û hilbijartinê yê kurdan, êrişên cuda tên kirin. Me jî ji medyaya alîgir mesele bihîst. Ev yek nîşan dide bê ka biryar çawa hatiye dayin. Biryara 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind, nîşan dide bê ka pêvajoyeke çiqasî derhiqûqî ye. AKP qels dibe û mînaka vê ya herî şênber jî tayînkirina qeyûman e. Li Wanê tu şaredarî bi dest nexist. Lê AKP’ê du roj beriya hilbijartinê çav berda Wanê û xwest xesp bike. Lê gel bi berteka xwe ya demokratîk rê neda.”
 
'ÊRIŞEKE LI DIJÎ PARADÎGMAYA ME YE’
 
Şedal, destnîşan kir ku armanca esasî ya êrişê hedefgirtina paradîgmaya wan a demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ye. Şedal, got ku AKP ev 3 serdemin rejîma qeyûm veguherandiye weke şêweyekê rêvebirinê û wiha derbirî: “Tu xêra vê rejîmê ji bo kesekî nîne. AKP a ku bi hestên olî yên gel dilîze û heta vê rojê hat, niha bêwijdanî û bêexlaqiya herî mezin dike. Di şaredariyên Esenyurt, Mêrdîn, Êlihê de me ev dît. Derbe li jiyana gel, bawerî û derdorên cuda dike. Sepana qeyûm, derbeyeke li dijî pêkvejiyanê ye.” 
 
'DÊ WISA BI HÊSANÎ NEKARIN ÎRADEYA GEL XESP BIKIN’ 
 
Neslîhan Şedal, axaftina xwe wiha qedand: “Îktîdara AKP’ê li şûna çareserkirina pirsgirêkên gel, bi rejîma qeyûm re hemû çavkaniyên gel pêşkeşî alîgirên xwe dike. Me ev rûyê wan ê qirêjî teşhîr kir. Tevî vê jî siyaseta xwe ya talan, xespê didomînin. Me soz daye gelê xwe û dê xwedî li maf û keda wan derkevin. Dê wisa bi hêsanî nekarin îradeya gel xesp bikin, destên xwe bihêjînin û li wan kursiyan rûnin. Em ê heta dawiyê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. Xelkê Wanê xelkekî welatparêz e, berxwedêr û kedkar e. Dê xwedî li vîna xwe derkeve. Em careke din bang li gelê Wanê dikin ku xwedî li îradeya xwe derkeve û rê nede van talanker û çeteyan.” 
 
MA / Adnan Bîlen - Rûken Polat
 

Sernavên din

17/01/2025
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin
10:37 Doza Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:13 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat hate girtin
10:12 'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'
10:12 Endamê NLSR'ê Direhî: Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye
09:58 Şandeya Îmraliyê: Piştgiriya gel dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê
09:40 Babatê ku 30 sal dîl hat girtin amadekariya vekirina pêşangehê dike
09:39 Ayfer Koçak: Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve
09:32 MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide
09:31 Malnişîn: Ji bo cezakirina dizan em li benda sindoqê ne
09:08 Serokê DTSO'yê Kaya: Em ê li Enqereyê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bikin
09:06 Li mêrgan kanên xîzî tên çêkirin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:25 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
08:24 Ciwanan qeyûm protesto kirin
06:23 Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî li Hewlêrê hevdîtin kir
16/01/2025
16:24 Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn
16:18 Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
15:19 Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
15:14 Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
15:12 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
14:58 'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
14:48 Bombebarana li Tişrînê didome
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin
12:55 Tulay Hatîmogûllari: Heke dewlet xeta diyalogê pêş bixe dê çareserî bibe
12:52 Jinên li Tişrînê li ber xwe didin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
12:36 Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike
11:29 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin
11:14 HDK’ê kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ da destpêkirin
10:56 Prof. Cavalli: Heta garantî neyê dayin tu wateya banga berdana çekan nîne
10:47 Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
09:21 Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt
09:19 Bihayê motorînê hat zêdekirin
09:14 Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Bîrdal: Divê gavên pêbawer bên avêtin
09:00 Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome
09:00 Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
09:00 Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya
09:00 ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in
09:03 Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN
14/01/2025
16:55 Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin
16:02 Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir
15:59 Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin
15:31 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
15:31 Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê kirin
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne
13:22 Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin
12:55 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome
12:43 Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e
12:29 Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
10:23 WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:54 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
08:42 Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket