WAN – Nivîskar Îhsan Colemêrgî bal kişand ser pêvajoya ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd tê meşandin û got: "Tenê yekîtiya kurdan dikare vê pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe."
Nivîskar Îhsan Colemêrgî, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye hatiye destpêkirin nirxandin û diyar kir ku ji bo serkeftina vê pêvajoyê yekîtiya di navbera kurdan de pir girîng e. Colemêrgî diyar kir ku ew bi dil û can piştgiriyê dide "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Ez siyasetmedarên kurd ên ku ev pêvajo dane destpêkirin wekî nûnerên xwe û endamên malbata xwe dibînim. Lêbelê, dema ku ez vê dibêjim, hin daxwazên min hene: Divê serê xwe netewînin; divê bi hêz bisekinin; ev jixwe tê kirin. Daxwazek din a min ev e ku hemû siyasetmedarên kurd beşdarî vê pêvajoyê bibin û ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd bixebitin. Tenê yekîtiya kurdan dikare di vê pêvajoyê de bibe sedema serkeftinê. Di vê der barê de hin fikarên min jî hene. Dewletên serwer ên li Rojhilata Navînê hîn jî ji bo vê aştiyê ne amade ne. Hin hêzên serdest ên dibêjin ew li kêleka kurdan in, di dawiya hefteyê de hema bêje tên wê astê ku dibêjin 'Divê kurd çekên xwe deynin û teslîmî ereban bibin.' Ev rewş pir caran baweriyê nade mirovan. Yekîtîya kurdan a em dixwazin ne ya di rewşa heyî de ye. Hêzên kurd hin gavan diavêjin, lê di pratîkê de, ew çênabe. Divê kurd bibin yek û peyama xwe bi tundî bigihînin dost û dijminan. Ger ew vê bikin, her kes dê baweriya xwe bi vê hêzê bîne. Wekî din, meclisa Tirkiyeyê ji bo vê pêvajoyê ne pir amade ye û beşeke pir neteweperest li dijî wê ye. Komîsyonek hatiye avakirin û pêşveçûna wê divê were şopandin. Divê em di nav komîsyonê de pir girîng û bihêz bin."
'HER KADRO DIVÊ XWE Û CIVAKÊ VEGUHERÎNE'
Colemêrgî destnîşan kir ku divê kurd di vê pêvajoyê de hişyar bin û got: "Ji bo afirandina civakeke demokratîk, divê em hemû pir jêhatî û zana bin. Divê her kurd û kadroyek xwe pêş bixe û hişmendiyekê bi dest bixe ku civakê seferber bike. Divê di ziman, çand, huner, siyaset, dîrok û avakirina paşerojê de pir çalak be. Ger ev yek bi ser bikeve, bê guman ew ê civakê jî azad û demokratîk bike. Veguherandina civakê tenê bi hişyarkirina civakê dikare were bidestxistin. Ev tenê bi mirovên ku xwe rêxistin dikin, pêş dixin û xwe vediguherînin dikare were bidestxistin. Ger em van bi lezgînî bikin, em ê karibin pêvajoyê bi bandor bi rê ve bibin û rêya xwe kurt bikin. Ger em kadroyên xwe xurt nekin û civakê neguherînin û ger di navbera kurdan de yekîtî tune be, aştî çênabe. Ger em vê yekê nekin, em ê nikaribin vê hişmendiyê ku bi salan e em bi hesreta wê ne, nîşan bidin û civakek demokratîk dê ji bo me xewnek be. Divê kurd di tu warî de paşve gav neavêjin."
'DIVÊ JI BO KONGREYA NETEWEYÎ AMADEKARÎ BÊN KIRIN'
Colemêrgî diyar kir ku di tevahiya dîrokê de her destê ku ji aliyê siyasetmedarên kurd ve hatiye dirêjkirin, li hewayê hatiye hiştin û got: "Bi rastî, destên wan li hewayê nehatine hiştin; ew bi pratîkî ji aliyê hêzên dijber ve hatine şikandin. Îro, divê em li hember vê tehdîdê xurt bin, ne qels bin. Konjonktura li Rojhilata Navînê tam wekî ku em dixwazin pêşve diçe. Dema ku em civaka xwe demokratîk dikin, divê em dostaniya xwe bi dewletên serwer re jî xurt bikin. Ev jî erkeke dîrokî ye ji bo siyasetmedarên me. Guhertin û vegera ji bo kurdan pir dijwar e. Ev tenê bi hewldanên rêxistinî yên xurt dikare were bidestxistin. 32 sal in kurd li Başûrê Kurdistanê serdest in, lê PDK û YNK xwedî hêzên cuda ne. 10 meh in hilbijartin pêk hatine, lê hîn hikûmet nehatiye avakirin. Ev rewş bi tena serê xwe jî nîşan dide ku kurd ji yekîtiyê çiqas dûr ketine. Divê partiyên kurdî li çar parçeyên Kurdistanê berjewendîyên xwe yên kesane û herêmî bidin aliyekî û berjewendîyên neteweyî yên kurd bidin pêşiyê. Divê em, wekî rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û siyasetmedar vê yekê bizanibin û şev û roj ji bo bidestxistina vê yekîtîyê bixebitin. Wekî nivîskarekî kurd, ez xwe berpirsiyar dibînim û diyar dikim ku ez ê berprisiyariya xwe bi cih bînim. Yekîtî pêdivîyek e. Bêyî ku şert û merc çi bin, divê amadekariyên ji bo kongreya neteweyî ji îro ve dest pê bikin."
Colemêrgî diyar kir ku dijminatiya navxweyî di nav pirsgirêkên herî mezin ên kurdan de ye û got: "Yek ji pirsgirêkên me yên herî mezin dijminatiya di navbera kurdan de ye. Dijminê herî mezin ê kurdan dijminê wan ê navxweyî ye. Pirsgirêka kurd di nav kurdan de jî pirsgirêkeke dijwar e. Em û hêzên serdest ên li çar perçeyên cîhanê li dora olê dicivin. Bi salan e ku ew bi rêya vê olê piştgiran dibînin. Ji ber vê yekê ji bo kurdan ewqas dijwar e ku di nav xwe de yekîtiyeke bêkêmasî pêk bînin. Ger em karibin ji nîvê zêdetir kurdan bînin cem hev, ev dê serkeftinek be. Kesî bi qasî kurdan serhildan nekiriye. Hemû serhildanên wan ji ber xiyanetên navxweyî têk çûne. Ne tenê ev, lê dema ku erdnîgariya wan di navbera çar dewletan de hat dabeşkirin, bê guman ev yek eşkere kir ku serhildanên wan dê têk biçin. Divê em nehêlin ku ev rewş berdewam bike."
'DIVÊ HER KES PIŞTGIRIYÊ BIDE PÊVAJOYÊ'
Colemêrgî ji her kesî xwest ku piştgiriyê bidin pêvajoyê û got: "Tekane daxwaza me ev e ku nûnerên me serî netewînin û li ser rêya xwe bimeşin. Tenê daxwaza min ew e ku berî mirinê yekîtiya kurdan bibînim."
MA / Adnan Bîlen