'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'
- ekolojî
- 10:12 17
Hevberdevkê Komîsyona Ekolojiyê ya OHD'ê ya Amedê Cemal Ozkoç diyar kir ku bi polîtîkayên wêrankirina ekolojîk dixwazin xwezaya Kurdistanê bêmirov bikin.
Hevberdevkê Komîsyona Ekolojiyê ya OHD'ê ya Amedê Cemal Ozkoç diyar kir ku bi polîtîkayên wêrankirina ekolojîk dixwazin xwezaya Kurdistanê bêmirov bikin.
Birayên hev Hasan û Hakan Ataş ên li ber Çemê Dîcleyê ewlekariyê dikin, diyar kirin ku ji ber kanên xîzî mêrg nemane.
Li Amedê ji serê sibehê ve mijeke zêde heye û navber dîtinê daketiye çendek metreyan.
Ji bo HES a li Geliyê Zorê cara duyemîn rapora “ÇED erênî ye” hate dayin. Şandeya kesên pispor têkildarî raporê li herêmê keşf kir.
Li Çiyayê Gabarê birîna daran û talana neftê dewam dike. Di dîmenên ku nû hatine kişandin de tê dîtin ku darên sedsalî ku hatine birîn li dehan kamyonan tên barkirin û tên vekişandin.
Di rojên dawî yên demsala payîzê de xwezaya Mêrdînê bi rengên cur bi cur rê li ber dîmenên rengîn vedikin.
Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê serlêdana Baroya Şirnexê ya li dijî birîna daran a hêj li herêma Çemanê didome, lêkolîn kir. Serdozgeriyê, ji bo birîna îdiaya “Li gorî hiqûqê ye” kir û biryar da ku hewcehî bi lêpirsînê nîne.
Sûlava Hewagê ya di navbera navçeya Hewagê ya Rihayê û navenda Semsûrê de cih digire, bi rengên payîzê xemilî.
Li çiyayên Cûdî û Gabarê ku wêrankirina xwezayê ya hatiye destpêkirin didome, bi teqandina dînamîtan qadên xezalên ku bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye, tên tunekirin.
Dêrsimiyên li Îzmîrê dijîn li dijî talana ekolojîk civiyan.
Di komxebata avê ya Komeleya Ekolojiyê ya Wanê de hate destnîşankirin ku çavkaniyên Kurdistanê pêşkeşî sermayeyê tên kirin.
Nûnerê Komeleya Hawîrdorê ya Mûnzûrê yê Dêrsimê Yûsûf Topçû, bertek nîşanî derxistina Avzêmên Mûnzûrê ya ji Qada Sîtê ya dereceya 1’emîn da û anî ziman ku Avzêmên Mûnzûrê di bin gefa şîrketên madenê de ye.
Wê li ser Çemê Hêzilê ku di navçeya Qilebanê re derbas dibe, HES'eke bi hêza 33,247 MWe bê çêkirin. Maliyeta HES'ê 810 milyon lîre ye. Beriya niha li ser Çemê Hêzilê 2 HES'ên din jî hatibûn çêkirin.
Endamê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Ahmet Başak diyar kir ku Cûdî, Gabar û Besta bi talankirina xwezayê ya di bin “ewlehiyê” de bê mirov tên hiştin, pêşkeşî şîrketan tên kirin û bertek nîşanî bêdengiyê da.