ÎSÎG’ê ragihand ku di 12 salên dawî de herî kêm 2 hezar û 728 ciwanan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.
Gîha û pincarên li çiyayên Wanê tên komkirin di bazaren de rastî eleqeyeke zêde tên. Gîha ji bo esnafên bazarê çavkaniya aboriyê ye û ji bo welatiyan jî şîfa ye.
Li navçeya Dêrik a Mêrdînê yekemîn çinîna genim a salê destpê kir. Îsal ji ber hişkesaliyê, hilberîn kêm bûn û cotkar kêfxweş nîn in. Cotkaran diyar kirin ku ew li benda TMO'yê ne da ku buhayan diyar bikin.
Komeleya Lêkolînên Kurd, NÇM û Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo dê di 25’ê Gulanê de bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyê li dar bixe.
Nivîskaran diyar kirin ku ji bo çaeseriyê divê ji ewil bi sererastkirinên di qanûn de re statuyeke fermî ya Kurdî were qebûlkirin û gotin ku ew amade ne ku piştgiriyê bidin pêvajoyê.
Akademîsyen Îsmet Xabur di Sempozyuma Zimanê Kurdî de axivî û ji bo siyasetê got: “Zêde girîngiyê nadin ziman. Divê li her çar parçeyên Kurdistanê yekitiyeke ziman çêbibe.”