RIHA – Nûnerê MSD’ê yê Şamê Abdulwehab Xelîl, diyar kir ku polîtîkayên DYA’yê di êrişa li dijî Durzan de cesaretê dide HTŞ’ê û bal kişand ser rola Rêveberiya Xweser a di vê pêvajoyê de û got: "Niha Rêveberiya Xweser (HSD) di çavê gelê Sûriyeyê de wekî hêzeke muxatab tê dîtin."
Heyet Tehrîr eş-Şam (HTŞ), ku piştî hilweşîna rejîma Baasê li Sûriyê, pêşî dest bi qetlîamên li dijî Elewiyan kir. Piştî van êrişî Durziyên li Siwêdayê kirin. Durziyên Siwêdayê, ku ji dema ku HTŞ hatiye ser desthilatdariyê ve du caran bûne hedef, li ber xwe dane. Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), li gorî daneyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku di pevçûnên ku di 13’ê Tîrmehê de dest pê kirine de herî kêm 1.120 kes, di nav de sivîl jî hene, hatine kuştin. Rapora UNHCR’ê diyar kir ku heta 20’ê Tîrmehê, bi tevahî 92.600 kes, 51.300 li Siwêdayê, 40.350 li Derayê û 950 li gundewarên Şamê koçber bûne.
‘PERGALEKE HTŞ’Ê NÎNE’
Nûnerê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) yê Şamê Abdulwehab Xelîl, pêvajo ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand û diyar kir ku HTŞ’ê gavên ku pirsgirêkên Sûriyeyê zêde dikin avêtiye û ev tişt got: “HTŞ, rejîma Baasê hilweşand lêbelê pegaleke wê ya ku bixe şûna wê nîn e. Ne xwediyê hêza rêveberiyê ye. Bi salan tenê şer kirine. Gelê Sûriyeyê gelekî şareza ye. Herwha gelê Siwêdayê jî wiha ne. Dema Esas hebû jî wiha bûn û niha jî wiha ne. Amerîkayê ji bo berjewendiyên xwe xweste li vir istiqrarê ava bike. HTŞ êrişê Suweydayê kir ku li gorî baweriya ku ew dikare li ser bingeha vê referansê têkiliyên baş bi Îsraîlê re deyne.”
"SIWÊDAYÊ LI BE RXWE DAN"
Xêlîl, bi bîr xist ku êriş û qetlîam li dijî welatiyên Elewî yên li deverên peravên Sûriyeyê dest pê kirine û wiha pê de çû: "Bi taktîka dorpêçkirin û êrîşkirina taxan, wan tax vala kirin û êrişeke girseyî pêk anîn. Siweydayê hem nêzîkî Şamê ye û hem jî qismek di nav Îsraîlê de ye. Di qetlîaman li deverên peravê de nehatin rawestandin, fikirîn ku ew dikarin heman tiştî li Siweydayê jî bikin."
Xêlîl diyar kir ku piştî êrişa li dijî Siweydayê berxwedan derket holê û anî ziman ku planên HTŞ'ê li Siweydayê têk çû.
‘ÎSRAÎL HEWL DIDE KU BIBE HÊZEKE SERDEST’
Xelîl, destîşan kir ku berî êrişên Siwêdayê di navbera rayedarên Hikûmeta Demkî ya Şamê û Îsraîlê de hevdîtin çêbûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hem DYA û hem jî Îsraîl niha dizanin ku ew dikarin li Sûriyeyê bi awayekî azadtir tevbigerin. Hikûmeta Demkî ya Şamê ji hevdîtinên xwe yên bi Îsraîlê re hêz girt û bawer kir ku ew dikare êrişî her cihê ku bixwaze bike. Bûyerên li Siwêdayê hişt ku ev ne wiha ye. Li ser vê yekê, DYA û Îsraîlê ev plan xistin meriyetê. Îsraîl hewl dide ku li herêma ku Durzî lê dijîn bibe hêza serdest. Li gorî vê yekê, ew dixwaze an parçebûnê çêbike an jî hêzên Sûriyeyê li vê herêmê bêçek bike. Bi gotina 'Ez mafên gelê Durzî diparêzim' vê yekê rewa dike. Her wiha 15-16 gundên Durzan li Îdlibê hene. Divê ev pirs bê pirsîn: Ger êrişê gundên Durzan ên li Îdlibê bê kirin, gelo Îsraîl dê dengê xwe bilind bike? Bersiv bi îhtîmaleke mezin 'Na' ye, ji ber ku Îsraîl bi vê herêmê re eleqedar nabe."
‘RÊVEBERIYA XWESER MIXATAB E’
Xêlîl diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma Baasê, nexasim piştî qetlîamên ku ji aliyê HTŞ’ê ve hatine kirin, gelê Sûriyeyê xwe nêzîkî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sîstema wê hîs kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelê Sûriyeyê fêm kir ku di vê serdemê de ew bêtir hewceyê hev in û mafê wan ê axaftinê girîng e. Me berî hilweşîna rejîma Baasê jî bi gelê Siwêdayê re diyalog çêdikir. Ev diyalog li ser guhertinên di nav rejîmê de bûn. Lê dîsa jî rejîm ji aliyê HTŞ’ê ve hate hilweşandin. Êrişên li ser welatiyên li deverên peravê gel nêzîkî hev kirin ji ber ku her kesî xetere dît. Ji ber vê yekê, wan daxwaza xwe ya parvekirina di rêveberiya Sûriyeyê de anîn ziman. Piştî êrîşa li ser Siwêdayê, wan helwesta Rêveberiya Xweser şopand. Rêveberiya Xweser daxwaza rawestandina tavilê ya qetlîamê û avakirina diyaloga siyasî kir. Ji ber vê yekê civîna di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Şamê de pir girîng hate dîtin. Rayedarên Rêveberiya Xweser diyar kirin ku di van civînan de ne tenê Rêveberiya Xweser, tevahiya Sûriyeyê hatiye nîqaşkirin. Niha, Rêveberiya Xweser û HSD di çavê gelê Sûriyeyê de wekî hezêke muxatab têne dîtin. Êşa Durzan ji êşa hemû gelê Sûriyeyê cuda nayê hesibandin. Ji ber vê yekê ew kesên ku li dijî wan xetereya qetlîamê hene bi meraq li rola ku HSD’e dinêrin," wî got.
MA / Ceylan Şahînlî