WAN - Bi zêdebûna fiyetê zêr re gel ber bi îmîtasyonê ve diçe. Kesên ku kiras-fîstan û bûkanî kirê dikirin, niha ji bêgavî kincên zavatiyê jî kirê dikin.
Ji ber krîza aborî, welatî nikarin ji bin barê lêçûnên dawetan rabin. Bi bihabûna fiyetê zêr e, welatî ber bi îmîtasyonê ve diçin. Kesên ku kiras-fîstan û bûkanî kirê dikirin, niha ji bêgavî kincên zavatiyê jî kirê dikin. Li Wanê mexazeya kincên zavatiyê ku cara ewil hat vekirin, bi elqeyeke mezin re rû bi rû ye. Li bajêr kincên zavatiyê bi 20 hezar TL'yî tên firotin. Lê welatî ji bo du rojan kincên zavatiyê bi 3 hezar TL'yan kirê dikin.
Îlyas Sezerê ku dikana wî ya kiras-fîstanan heye, anî ziman ku gava nû vekiriye kesî doza kirê nekiriye lê 2 salên dawî daxwaza ji bo kirê pir zêde bûye. Sezer bilêv kir ku mirov êdî ji xeynî kiras-fîstanan kincên zavatiyê jî kirê dikin û got: "Kincên herêmî yên li dawetan li xwe tên kirin 7 hezar TL ye. Lê ji ber ku mirov nikarin bikirin, ji bo rojekê bi hezar û nîv TL'yî kirê dikin. Esnaf êdî ne ji bo firotinê ji bo kirêkirinê dikanan vedikin. Bi taybetî du sal in li bajêr mirov kincên zavatiyê jî kirê dikin."
Ji dikandaran Mehtap Adiguzelê jî got: "Ez di vê sektorê de wekî şêwirmenda firotinê dixebitim. Paşê min dest ji kar berda, min li malê domand. Paşê min kinc birin malê û min li vir dan bi kirê. Ji ber ku li wir mişteriyên min zêde ne, niha min mexazeya xwe vekiriye. Ji ber ku dema dawetan e, mişterî zêde ne lê kes kincan nakire. Fiyetê abiyeyan ji 9 hezar TL'yan dest pê dike. Ji ber vê mirov nikarin bikirin û ji bêgavî kirê dikin. Carinan kirê jî zêde tê ji wan re."