RIHA – Keşeyê Dêra Protestan a Mor Afremê Eyup Badem got: "Em bawer dikin ku aştî dê li vê xakê geş bibe."
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ji bo tevkariyê li "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" bike, li Rihayê civîn gel dan destpêkirin. Înîsiyatîf dê li bajêr civînên gel lidar bixe û bi sazî, rêxistin, pêşengên raya giştî, parêzvanên mafên mirovan, odeyên pîşeyî û rayedaran re di bin sernavê "Çareseriya Demokratîk ji bo Pirsgirêka Kurd û Aştî bi Înîsiyatîfa Herêmî re" dest bi civînên xwe kir. Eyup Badem, Keşeyê Dêra Protestan a Mor Afremê, yek ji beşdarên civînê, diyar kir ku ev pêvajo îradeya gelê Xiristiyan e. Badem diyar kir ku ev pêvajo xewna wan a bidawîkirina pevçûna bi salan pêk tîne û got: "Wekî dêr, me her sibeh û her êvar ji bo aştiyê dua kir. Bi rastî jî cihê kêfxweşiyê ye ku birêz Serokkomar û Devlet Bahçelî di vê mijarê de gav avêtin û aştiyê qebûl kirin. Gelê me jî vê aştiyê dixwaze."
'ASTENGÎ LI BER AŞTIYÊ TUNE NE'
Badem destnîşan kir ku xelkê bajarên ku ew serdana wan kirine, dixwazin aştî demildest pêk were û got: "Xwedê di Incîlê de dibêje, 'Xwezî bi aştîxwazan re, çimkî ew ê ji wan re bê gotin ku zarokên Xwedê ne.' Ev tê vê wateyê ku Xwedê cihê herî pîroz dide kesên ku aştiyê çêdikin. Em di vê pêvajoyê de ji wan re serkeftinê dixwazin."
Badem destnîşan kir ku ew ê wekî kesayetên olî beşdarî pêvajoyê bibin û got: "Ez bawer dikim ku hez aştiyê xurt dike. Em bawer dikin ku dema ku mirov ji hev hez bikin, aştî pêkan e. Em nafikirin ku di navbera mirovan de astengî hene. Gel bi hev ve girêdayî ne. Em bawer dikin ku aştî dê li vê xakê geş bibe."
MA / Ceylan Şahînlî