STENBOL – Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskînê, diyar kir ku wan raporek derbarê "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan de pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) kirine, merasîma şewitandina çekan a PKK’ê bi bîr xist û destnîşan kir ku di vê mijarê de dewlet êdî ne xwediyê hinceta gav neavêtine ye.
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Civaka Sivîl di Pergala Cezayê de (CÎSST), Baroya Amedê, Baroya Wanê, Baroya Colemêrgê, Baroya Rihayê û Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), ji bo “mafê hêviyê” danezaneke pêşkêşî KW KE kirin.
Komîteya Wezîran dê dosyaya koma Gurban (Gurban, Ocalan-2, Kaytan, Boltan) di civîna xwe ya Îlona 2025’an de binirxîne. Rêxistinên maf û hiqûqî di danezana xwe berê civîna Îlona 2024’an de, biryara Komîteyê ya 'eger Tirkiye di warê mafê hêviyê de reformên hiqûqî yên şênber pêk neyne, ew ê talîmat bide Sekreteryayê ku ji bo nirxandina xwe ya di Îlona 2025’an de biryarek demkî amade bike' bi bîr xistin.
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn a ku danezan pêşkêş kir, qonaxa “mafê hêviyê” nirxand.
Eren Keskînê bibîr xist ku dema Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê yek ji 12 parêzerên wî bû û ev tişt got: “Li erdnîgariya me dibêjin qey tecrîd tenê çend sal in didomin. Lêbelê li Îmraliyê di serî de tecrîd tê pêkanîn. Wê demê bi awayeke hiqûqî ne zalal bû ku Girtîgeha Îmraliyê girêdayi bi ku ve ye. Li Girtîgeha Îmraliyê pergaleke der hiqûqa Tirkiyeyê hebû. Têkiliya rêzdar Ocalan û ya mirovên jê hez dikin û ya bi gel tunebû. Tenê carînan parêzeran û malbata wî dikaribûn pê re hevdîtinê bikin. Ji ber vê peyama bidîmen pir girîng bû. Cara yekemîn bû vîdeoyeke wiha bi raya cemawerî re hate parvekirin û bandoreke zêde li ser mirovan kir.”
BANG
Eren Keskîn anî ziman ku weke ÎHD ji salên 1990'î û vir ve êşên mezin dîtine û got, "Em bûne şahidê êşên ewqas mezin: gund hatin şewitandin, gel hatin qetilkirin, mirovên di bin çavan de hatin windakirin, me hewl da ku her bûyerê ragihînin. Me hewl da ku em biçin ser her bûyerê. Ji ber vê yekê banga Ocalan li gelên ku çareseriya aştiyane dixwazin erênî bû û bandoreke xurt kiriye. Şer ne weke berê ye. Hêzên şer dikin, niha bi şev mirovan di nav nivînên de dikujin an jî bi rêya têlefonan dikujin. Weke parêzvanên mafên mirovan me her tim diyar kir ku têkoşîna siyasî girîngtir e û me daxwaza çareseriyên aştiyane anî ziman. Ez banga rêzdar calan hem ji aliyê naverokê ve û hem jî ji aliyê civakê ve bi fikra aştiyê girîng dibînim. Fikra nîjadperestî, neteweperestî li mirovan bandor ki,rye ku haya wan ji êş û azarên şer tune ye.”
GAVÊN KU DIVÊ DEWLET BIAVÊJE
Eren Keskîn, destnîşan kir ku divê çîna karker û sendika xwedî li aştiyê derkevin û wiha pê de çû: “Hêvîdar im di nêz de dewlet gav biaveje û pêvajo pêş bikeve. Lewre ciku dewlet gav neavêje hêvî çênabin. Tenê bi gavên tevgera Kurd ve aştî nayê. Ji ver vê yekê divê Dewlata Komara Tirkiyeyê di serî de girtiyên siyasî berde, pêşiya fikr û îfadeya azad vebike û Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê (TMK) rabike.”
‘MAFÊ HÊVIYÊ NE LUTIF E’
Eren Keskîn bal kişand ku dayîna mafê hêviyê ne lutif e û divê Tirkiye jixwe biryarên DMME’yê bi cih bîne û wiha got: “Eger Tirkiye hîn jî alîgirê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) be û dewleteke ku DMME’yê nas dike be, divê vê bike. Ev mafê hemû girtiyan e ku cezayê muebbedê lê hatiye birîn. Helbet bi awayekî xwezayî li ser Ocalan tê nîqaşkirin. Divê ev rêzikname bi taybetî di pêvajoyeke wiha ya aştiyê de bê cih."
‘HINCETA DEWLETÊ YÊ GAV NEAVÊTINÊ NEMA YE’
Eren Keskîn da zanîn ku weke raya cemawerî her sal beriya civîna vê komîteyê li ser pêkanîna biryarên DMME'yê nêrînên xwe tînin ziman û got, "Îsal PKK'ê xwe fesih kir û ragihand ku dawî li têkoşîna çekdarî aniye. Niha şert û merc hîn guncawtir in. Êdî dewleta Komara Tirkiyeyê, hinceta wê nîne ku bêje ‘ji bo me xetere heye’. Ez hêvî dikim ku komîte di biryara xwe de vê yekê jî li ber çavan ragire. Niha pêvajo ji bo mafê hêviyê guncav e."
MA / Omer Îbrahîmoglu