Soyer: Têkoşîna aştî û demokrasiyê nayê parçekirin

img

ÎZMÎR - Tunç Soyer diyar kir ku têkoşîna aştî û demokrasiyê ji hev nayê qutkirin û got ku pêwîstî bi tifaqeke berfireh heye ku hemû muxalîfên li Tirkiyeyê li dijî tiştên diqewimin tê de cih bigirin.

Bandora "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de hat parvekirin dewam dike. Bang li cîhanê deng vedide, lê mehek derbas bû dewlet û desthilat hê jî gavên berbiçav neavêtine. Di vê pêvajoyê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê yê CHP'yî Ekrem Îmamoglû, Şaredarên Şîşli û Beylîkduzu jî di nav de 48 kes hatin girtin. Ji bo Şaredariya Şîşliyê ya CHP'î qeyûm hat tayînkirin.
 
Şaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Tunç Soyer der barê pirsgirêka kurd û girtina Îmamoglû de nirxandin kir.
 
Soyer da zanîn ku îtîbar û pêbaweriya welatekî û bextewariya mirovên li welêt bi serweriya hiqûqê ve tê misogerkirin û got: "Em bi tu awayî nizanin ka dosyeya li dijî birêz Ekrem delîlên rewa hene yan jî hincet hene. Lê em dizanin ku li ser şaredariyan geneliyên mezin kirine tu tişt nehatiye kirin. Tiştên niha tên kirin wijdanê mirovan diêşîne. Girtina birêz Ekrem û 48 kesan neheqî û bêhiqûqîtî ye. Baweriyeke ku wê darizandineke adil çêbibe tune ye. Êdî her kes dizane ku tenê armancek heye. Ew jî, kî li hemberî serokkomar rabe û bibe namzetê serokkomartiyê wê bê berterefkirin."
 
ENIYA TIFAQÊ
 
Soyer îşaret bi wê yekê kir ku divê têgehên aştî û demokrasiyê bi hev re bin. Soyer destnîşan kir ku bê aştî demokrasî, bê demokrasî aştî pêk nayê. Soyer anî ziman ku di dema muzakereyên aştiyê de, pêkanînên antîdemokratîk dê hêviya aştiyê pûç bike û got ku Meclis di çareseriya pirsgirêka kurd de girîng e. Soyer anî ziman ku peyama Serokê Giştî yê Partiya Komarê ya Gel (CHP) Ozgur Ozel a di 21'ê Adarê de ji Newroza Amedê re şandibû gelekî bi qîmet bû û got: "Ez di wê baweriyê de me ku divê di navbera DEM Partî û CHP'ê de hevkariyeke gelekî nêzîk hebe. Ez wisa difikirim ku hevkariya wan a heta niha ne bes e. Yanî DEM Partî û CHP'ê wê eniyeke gelekî xurt ava bikin û bi organîzasyoneke gelekî xurt rûnin. Ev tifaq dê hemû muxalefeta Tirkiyeyê jî bigire nava xwe. Eger em dixwazin hem aştî û hem jî demokrasî heye, nexwe li dijî vê desthilata ku aştî û demokrasiyê ji hev dûr dixe pêdivî bi avakirina eniyeke îtirazê heye." 
 
NEWROZA AMEDÊ
 
Soyer destnîşan kir ku avakirina vê eniyê girîng e û wiha domand: "Newroza Amedê ya 21'ê Adarê cejneke gelekî mezin bû. Min kêm caran cejneke bi coş, qelebalix, rengîn û bedew ya bi vî rengî dîtiye. Ji sedî 90'ê yên hatin ciwan bûn. Bi hezaran kes li her deverî di heman demê de govend digirtin. Ev hesreta aştiyê û demokrasiyê bû. Divêe ev wiha bê fêmkirin. Min ev hîs kir. Di vir de karekî zêde dikeve ser milê siyasiyan. Xerakirina vê hêviyê ne heqê tu kesî ye."