ESKÎŞEHÎR - Serokê Kuluba Huner û Sporê ya Kêmendaman a Eskîşehîrê Ekrem Tekîn bal kişand ser zehmetiyên welatiyên astengdar ên di nava jiyana rojane de û got ku divê cihêkariya pozîtîf ji dibistana seretayî ve hînî zarokan were kirin.
Serokê Kuluba Huner û Sporê ya Kêmendaman a Eskîşehîrê Ekrem Tekîn têkildarî zehmetiyên welatiyên kêmendam dijîn û bendewariyên wan ên ji civakê axivî. Tekîn, 15 sal berê qezayek derbas kir û neçar ma ku erebeya astengdaran bi kar bîne.
'JI BO ASTENGDARAN DIVÊ HIŞMENDIYEK WERE AVAKIRIN’
Tekîn, da zanîn ku otobûsên navbajaran li gorî kesên kêmendam guncav nînin lewma trena bilez bi kar tînin û got: “Sedema van zehmetiyên em dikişînin jî nezaniya civakê ye. Em ê li tramvayê siwar bibin lê cih nadin. Her kes hewl dide siwar bibe. Piştre jî astengdar hewl didin siwar bibin. Wesayîtên xwe li ser payerêyan park dikin. Çendek roj berê li Antalyayê welatiyekî ji ber wesayîta li ser payerêyê hatiye parkkirin nekarî erebeya xwe biajo û weke bertek eynika wê şikand. Tundî ne çareserî ye lê belê divê civak baldartir be. Ji ber ku em zehmetiyên mezin dijîn. Divê li dijî welatiyên astengdar cihêkariyeke pozîtîf hebe û di vê mijarê de zarok ji dibistana seretayî ve bên perwerdekirin.”
‘BIHABÛNA AMÛRAN ME DIDIN ZORÊ’
Tekîn, anî ziman pereyê SGK ji bo berhemên medîkalê vediqetîne têr nake û wiha got: “Medîkalvan bihayê berheman her ku diçe zêde dikin û ev jî dike ku em nekarin bikirin. Weke mînak; di navbera heqê vê sondaya ku ez bi kar tînim yê ewil û yê niha de gelek ferq heye. Niha derdora 3 hezar û 500 TL ferq heye. Mûçeyê em distînin jî diyar e. Bihayê amûrên em her tim bi kar tînin, bo me dibe pirsgirêkeke mezin.”
Tekîn, got ku divê mekan li gorî astengdaran bên amadekirin û axaftina xwe wiha qedand: “Heke cihên em danûstandinê lê dikin ne li gorî bikaranîna me bin; em nikarin li wir danûstandinê bikin. Ji bo bi malbatên xwe re xwarinek an jî çayekî vexwin, em li cihan digerin. Hevalê me bo xwe cilan bikire lê nikare têkeve hundir, anku li ber deriyê wê hewl didin cilên xwe biguherîne. Heke di van mijaran de baldar bin dê baş bibe.”
MA / Enes Beyaz