NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanyaya “Sêşema Na ji bo Cezayê Darvekirinê” daxuyaniyek belav kir û xwest ku cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî hatiye birîn demildest bê betalkirin.
Kampanyaya “Sêşema Na ji bo Cezayê Darvekirinê” di pêngava xwe ya 62’yemîn de ku ji girtiyên 38 girtîgehên rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêk tê, der barê cezayên darvekirinê de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Îranê di dema Newrozê û meha Remezanê de jî dayîna cezayên darvekirinên nemirovane berdewam kir. Di dewamê de hat gotin ku bi mebesta bêdengkirinê cezayên darvekirinê li gelek girtiyan hatine birîn.
Bi domdarî wiha hate gotin: “Piştî bi dawî hatina betlaneyan metirsiya darvekirinê li ser welatiyên ku cezayê darvekirinê li serin, bi taybetî jî Werîşe Mûradî ku dosya wê li Dadgeha Bilind a Îranê ye heye. Em daxwaza demildest betalkirina cezayê darvekirinê yê Werîşe Mûradî dikin.”
Di heman daxuyaniyê de bang li tevahiya azadîxwaz û kesûkarên girtiyan hatiye kirin ku li ber girtîgehan û li her cihî li dijî cezayên darvekirinê xwepêşandanan bikin û daxwaza betalkirina cezayên darvekirinê bikin.
Hêjayî gotinê ye Kampanyaya “Sêşema Na ji bo Cezayê Darvekirinê” di 9’ê Çileya 2023’yan de li dijî darvekirinên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatiye avakirin.