* Parastvanên hiqûq û mafên mirovan ên Rihayê diyar kirin ku divê dewlet bi berdana girtiyên nexweş û siyasî bersivê bide “Banga Aştî û Civaka Demokratîk.”
* Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk Ahmet Asena diyar kir ku bi ser banga dîrokî ya Abdullah Ocalan re mehek derbas bûye lê hêj jî dewletê tu gav neavêtiye û got: “Ji bo aştî û civaka demokratîk divê li Meclisê komîsyonek were avakirin.”
* Emre Onver ê YPS’î di dema qedexeya derketina kolanan a li Geverê de hatibû qetilkirin. Dewletê, malbata Onver da îcrayê. Bav Necmettîn Onver, got: “Hem kurê min kuştin hem jî pereyan dixwazin.”
* Seroka MKG’ê Roza Metîna diyar kir ku rojnameger Cejna Remezanê di girtîgehê de pêşwazî dikin û got: “Li dijî êrişan divê rojnameger xwe bêhtir birêxistin bikin.”
* Serokê Kuluba Huner û Sporê ya Kêmendaman a Eskîşehîrê Ekrem Tekîn bal kişand ser zehmetiyên welatiyên astengdar ên di nava jiyana rojane de û got ku divê cihêkariya pozîtîf ji dibistana seretayî ve hînî zarokan were kirin.
* Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar pîrozbahiyên Newroza îsal nirxand û got ku bi sed hezaran kes li qadan xwedî li banga Abdullah Ocalan derketine û daxwaza xwe ya ji bo demokratîkbûnê anîne ziman.
* Parêzer Mert Yedek ku pêvajoya binçavkirinê ya kesên li Eskîşehîrê ji ber “protestoyên Îmamoglû” hatine binçavkirin dişopîne, got: “Biryara binçavkirinê tune bû. Dema em bi dozgeriya nobedar re axivîn, ji me re got ku hêj biryar derneketiye û bi telîmata ser telefonê binçavkirin çêbûne.”
* AKP û MHP jî di nav de DEM Partî dê îro biçe serdana partiyên koma wan li Meclisê hene. (09.25-14.30)
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê beşdarî bernameya cejnê ya partiya xwe ya li Edeneyê bibe. (11.00-13.00)