RIHA - Parastvanên hiqûq û mafên mirovan ên Rihayê diyar kirin ku divê dewlet bi berdana girtiyên nexweş û siyasî bersivê bide “Banga Aştî û Civaka Demokratîk.”
Bi ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku di 27’ê Sibatê de hate ragihandin, 31 roj derbas bûn. Têkildarî banga ku li cîhanê deng veda, heta niha jî dewletê tu gav neavêtiye.
Şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Rihayê û Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê diyar kirin ku bang hêviyê dide û gotin ku divê dewlet tavilê gavan biavêje.
‘DIVÊ BIRÊZ OALAN JI HÊLA FÎZÎKÎ VE AZAD BIBE’
Hevserokê Şaxa OHD’a Rihayê Yasîn Aktaş diyar kir ku li dijî biryara agirbestê ya PKK’ê divê Tirkiye jî weke gava ewil agirbestê ragihîne û xwe ji Herêma Federe ya Kurdistanê vekişîne. Aktaş, wiha got: “Tevî pêvajoyê û daxwazan jî tecrîda girankirî didome. Ji bo pêvajo bi ser keve divê ji ewil birêz Abdullah Ocalan bikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinan bike û piştre jî ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Piştre jî divê girtiyên nexweş bên berdan. Piştre jî divê ji bo girtiyên siyasî qanûn were guherandin. Divê ji bo azadiya fîzîkî ya hemû girtiyên siyasî qanûn bên sererastkirin.”
BAL KIŞAND SER SERERASTKIRINA ÎNFAZÊ YA JI BO GIRTÎGEHAN
Rêveberê Şaxa ÎHD’a Rihayê Serdil Îzol jî anî ziman ku peyama Abdullah Ocalan gelek biqîmet e û got: “Banga Ocalan pir zelal e. Peyamên hikûmet û partiyên din ên siyasî jî girîng bûn. Ji ewil divê ji bo berdana girtiyên nexweş bingeheke hiqûqî were amadekirin. Divê bi destê darazê ev bêhiqûqtiyên mezin ji holê bên rakirin. Ji bo vê jî divê xebateke nû ya destûra bingehîn bê kirin.”
‘DEWLETÊ GAV NEAVÊT’
Rêveberê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê Ferhat Oldurur jî bi bîr xist ku piştî banga Abdullah Ocalan PKK’ê jî agirbest ragihandiye lê tevî bi ser re mehek derbas bûye jî dewletê hêj tu gav neavêtiye. Oldurur, wiha domand: “Weke gava ewil divê birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Ji bo vê jî divê di qanûnan de sererastkirin çêbibin. Di vê mijarê de biryara DMME’yê heye. Di biryara Hejmar 2’yê de Tirkiye qala ‘Mafê Hêviyê’ dike. Divê dewlet ji bo aştiyê di vê mijarê de sererastkirinan bike. Gava duyemîn jî rastiya qeyûman e. Divê dewlet di vê mijarê de jî gavan biavêje û di qanûnan de ji bo ‘hemwelatiya wekhev’ sererastkirinan bike. Divê ev destûra bingehîn, sivîl be. Hewceye daxwaza ji bo zimanê Kurdî jî bê cîbicîkirin. Girîng e ku gel jî daxilî vê pêvajoyê were kirin. Hiqûqnas dikarin di amadekirina destûra bingehîn a nû de cih bigirin. Ji ber ku navbeynkarên dewlet û girtîgehan hiqûqnas in. Divê em beşdarî sererastkirinên ji bo girtîgehan bên kirin.”
MA / Ceylan Şahînlî