Di şewata hotêlê de hejmara miriyan derket 2’yan

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di şewata Hotêla Kervansarayê ya li Uludagê de jiyana xwe ji dest dayin derket 2’yan. 

Di Hotêla Kervansaray a li Uludag a Bursayê de şewat derket. Walîtiya Bursayê ragihand ku 12 xebatkarên hotêlê ji hêla komên midaxileyê ve hatine rizgarkirin û 2 xebatkaran jî jiyana xwe ji dest dane. Li hêla din, hate zanîn ku der heqê hotêlê de biryara tehliyekirinê ya dadgehê hebû û di dema şewatê de hotêl girtî bû. 
 
Sedema derketina şewatê hêj nehatiye diyarkirin û lêkolîna têkildarî bûyerê didome.