Partiyên siyasî bertek nîşanî Erdogan dan: Em ê çokê daneynin
- polîtîka
- 10:58 07/8/2018
Nûnerên partiyên siyasî bertek nîşanî gefxwarina Erdogan a li dijî HDP’ê dan û gotin: “Me li ber gef û zextên Qesrê çok danenî û em ê çokê daneynin.”
Nûnerên partiyên siyasî bertek nîşanî gefxwarina Erdogan a li dijî HDP’ê dan û gotin: “Me li ber gef û zextên Qesrê çok danenî û em ê çokê daneynin.”
Partitiyên EMEP, Kesekan û Malêngel yên di hilbijartinê de piştgirî dan HDP’ê bertek nîşanî gotinên Serokkomar Erdogan ên “Ên piştgirî dan ku bikevin parlamentoyê, dê hesab bidin” dan û gotin: “Têkoşîna me ya demokrasiyê tu caran bi gefan naraweste.”
Endama MYK'ê ya HDP'ê Zubeyde Zumrut, destnîşan kir ku feraseta tekparêz, nîjadperest û zayendîparêz ya bi Pergala Hikûmetê ya Serokomariyê re tê avakirin welat ber bi xetereyê ve dibe. Zumrut, diyar kir ku li hemberî vê yekê divê pêşî komên jinan ên partiyên muxalif ên di parlementoyê de mil bidin milê hevdu û bitêkoşin.
Çetîn Arkaş û Nasrullah Kuran ên girtî ku wek sekreterya biribûn Îmraliyê, di 2015’an de sewqî Girtîgeha Jimara 9’an a Silîvriyê kiribûn. Hat zanîn ku hevdîtinên Arkaş û Kuran ên bi malbat û parêzerên re hemû hatine temaşekirin û qeyda deng hatiye girtin. Hat zanîn ku ji ber peyva “Ocalan” û “Îmrali” derbas bûn hevdîtin demildest hatin bidawîkirin.
Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan a têkildarî HDP’ê da û bi van gotinan bersiva Erdogan da: “Gelek kes wekî te gef li gel xwarin. Hemû hatin û çûn. Dê tê jî biçî.”
Serokwekîlê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan a derbarê HDP’ê da û diyar kir ku Erdopgan bi daxuyaniyên xwe yên têkildarî HDP’ê dixwaze rojevê biguherîne.
Şandeya HDP’ê ya di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî serdana Serokê Meclîsê Bînalî Yildirim kir. Temellî girtina parlamenteran bi bîr xist û got ku divê meclis di vê mijarê de hesasiyeta bikeve ser milê wê bi cih bîne.
Şandeya HDP’ê ya Hevserokê Giştî Sezaî Temellî jî di navê de, dê biçe serdana Serokê Meclîsê Bînalî Yildirim.
Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç diyar kir ku ew rêxistinbûyîna muxalefeta yên li dijî rejîma rewabûna wê nîne îtîraz dikin nîqaş dikin û got: “Heke em muxalefetek civakî û demokratîk ya hevbeş pêk bînin, em dikarin li dijî vê rejîmê dengê xwe derbixin û bi ser bikevin.”
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç têkidarî cezayê ku RTUK’ê ji ber stranên kurdî li Zarok TV’yê birî pêşniyazpirsek da Meclîsê. Di pêşniyaz pirsê de daxuyaniyên Erdogan ên beriya niha yên der barê ‘Kurdistanê’ de hatin bi bîr xistin.
Di Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê de 8 navên di MYK’ê de guherîn
Nîqaşên li ser nexşerêya dema nû ya HDP’ê berdewam dike. Di civîna ku 2 rojên didome de avakirina “eniya antî faşîst” a li dijî şert û mercên Rewşa Awarte ku saziyên wê hatine avakirin û kombûna muxalefeta civakî ya li vê eniyê hat nîqaşkirin.
Parlamenterê HDP’ê Musa Farîsogullarî, diyar kir ku HDP’ê li dijî pergala nû, rolê mûxalifeta sereke girtiye ser xwe û got: “Emê berpirsiyartiya xwe ya berfirehkirina eniya demokratîk û hûnandina xeta têkoşînê bi cih bînin.”
Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Têkiliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy krîza di navbera Tirkiye û Amerîkayê de nirxand û diyar kir ku raya giştî ya rojava jî hîn kir ku Erdogan ji darê zorê fem dike.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, rewşa aboriyê ya tê jiyîn, bi desthilatdariya siyasî ve girêdayî ye û got: “Em bi rêveberiyek krîzê ya mezin rû bi rû re ne”