Temellî: Ger hûn dixwazin rêya aştiyê vebe bila bi Ocalan re hevditin bê kirin
- polîtîka
- 16:59 23/8/2018
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li herêma xwe ya hilbijartinê tev li bernameya Cejna Qurbanê bû û cejna gel pîroz kir. Temellî, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xwest êdî tecrîd bi dawî bibe. Temellî, wiha got: "Tecrîda li Îmraliyê îro hemû welat xistiye bin perê xwe. Ji ber vê yekê divê berî her tiştî demek berî demekê parêzer bi Birêz Ocalan re hevditin bikin. Ger hûn dixwazin rêya aştiyê vebe, divê demek beriya demekê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin."