Xwegihandina 3 nûçe û parvekirinan hate astengkirin
- rojane
- 15:00 11/10
Ajokarê ambûlansê Şeyhmûs Dûrsûn di sala 2015’an de li Elkê bi guleyên polîsan hatibû kuştin. Xwegihandina nûçe û parvekirinên têkildarî bûyerê hate astengkirin.
Ajokarê ambûlansê Şeyhmûs Dûrsûn di sala 2015’an de li Elkê bi guleyên polîsan hatibû kuştin. Xwegihandina nûçe û parvekirinên têkildarî bûyerê hate astengkirin.
Nivîskarê kurd Mehmet Uzun di salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn. Di bîranînê de beşdaran bal kişandin ser keda Uzun a di wêje û zimanê kurdî de.
Li navçeya Başakşehîrê êrişkarek maske xistibû serê xwe 3 kesan birîndar kir.
Vazîre Abdulkerîm a 77 salî ku ji Deriyê Sînor ê Xabûr kete Silopiyayê hate binçavkirin.
Li Amedê ji bo bangawaziya mitînga “azadiyê” meş û bang hat lidarxistin. Piştî meşê siyasetmedar Ahmet Turk axivî û got: “Em ji têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê bi paş ve gav navêjin. Em ê ji bo azadiyê di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê bin.”
ÎHD’ê da zanîn ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê ji sala 2021’ê heta niha herî kêm tehliyeya 501 girtiyan asteng kirine û xwest ev lijneye were girtin.
Lêpirsîna der barê Muhammed Orhan ê li Wanê bû remza berxwedana şaredariyê, bi neşopandinê bi encam bû.
Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ku niha girtî ye, di danişîna ewil a doza xwe de axivî û wiha got: “Di axaftinên min de tu tiştekî derqanûnî tune ye. Dema mijara behsa xeberê dibe DEM Partî her tişt diguhere.”
Hate diyarkirin ku li Dîlokê komeke ku cerdevan jî di nav de êrişî karkerên amedî yên ku destûr nedane li înşaetê dizî bê kirin, kirine. Hate zanîn ku di êrişa muxtarê taxê organîze kir de 3 jê giran 8 karker birîndar bûne.
DFG’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Serhildan Andan da û xwest tavilê were berdan.
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan têkildarî agahînegirtina ji Îmraliyê serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê da û xwest ku komîsyon bikeve nava hewldanên dawîanîna mevzuata dijî hiqûqê.
Rojnameger Mûrat Verîm ku li Kerboranê hatibû girtin, sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê hate kirin.
Girtiyê nexweş Onur Yilmaz ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Bucayê tê ragirtin, ji ber ku daxwaza wî ya tedawiyê nehate bicihanîn, 40 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Berdevkê Rêxistinkirinê yê DEM Partiya Stenbolê Tûran Kizilkaya diyar kir ku ji mitînga “azadiyê” ku dê di 13’ê cotmehê de li Amedê bê lidarxistin re amade ne û got: “Em ê bi girseyeke zêdetirî hezaran kesan di 12’ê cotmehê de bikevin rê.”
Parêzer Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku cezakirina miwekîlê wî Selçûk Mizrakli ne bi delîlên şênber hatiye kirin û got: “Dadgehê, helwesta siyasî ya Selçûk Mizrakli ceza kir.”