Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
- rojane
- 15:34 06/3
Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bibîranîn.
Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bibîranîn.
Danişîna doza ciwanên li Enqereyê ji ber tevlibûna bîranîna Komkujiya Pirsûsê bûbûn dihatin darizandin, hate taloqkirin.
Cezayê 5 mehan ku ji ber parvekirina têkildarî Komkujiya Zîlanê li Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê yê berê Mehmet Karakiş hatibû birîn, hate erêkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna pirtûka Hînkerê de ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daye destpêkirin, 2 kesên din jî hatin binçavkirin.
Di danişîna doza rojnameger Hatîce Şahîn de dadgehê biryar da ku biryara qedexeya derketina derveyî welat bidome.
Lêpirsîna der heqê 10 kesên di çarçoveya lêpirsîna “Lihevkirina Bajar” de hatibûn girtin, hate temamkirin. Di îdianameyê ji bo her kesî heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin.
Ji ber îfadeyên Melîk Canbay ê teslîm bûbû û ji “poşmantiyê” sûd girtibû, der heqê rojnameger Azîz Oruç de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hate vekirin.
Ahmet Adil ku 30 sal û 6 meh bûn di girtîgehê de bû, ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Doşemelati ya Antalyayê hate tehliyekirin.
Parlamenterên jin ên DEM Partiyê bi daxwaza lêkolînkirina çeteya fihûşê ya ku di nûçe dosyaya ya bi sernavê “Li Şirnexê Şerê Taybet” de cih digirt, pêşnûmeyek da Serokatiya Meclisê.
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş têkildarî banga Abdullah Ocalan axivî û got: “Em vê bangê fewqulade dibînin. Bila êdî li çiya, newal û bajarên vî welatî tenê dengê stranên biratiyê bên.”
HPG’ê ragihand ku tevî biryara agirbestê jîd ewleta tirk 828 êriş pêk anîne.
Di encamnameya civîna hevserokên DBP’ê yên bajaran û PM’ê de hate gotin ku ji bo çareseriyê divê dewlet û îktîdar zelaltir bin û gavên şênber biavêjin.
Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Dumluyê gelek pirtûkên der heqê wan de biryara komkirinê tune ye weke “fikaredar” destnîşan kir. Nivîsên ku navê Abdulah Ocalan tê de derbas dibin, qala îşkenceya polîsan û komkujiyan dikin û hinek beşên ji pirtûkan hatine girtin jî weke hinceta qedexeyê hatin nîşandan.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku sepanên JINKART û Qerta Sosyal betal kir, bursên xwendekaran jî da sekinandin. Ji bo bursa xwendekaran bidome, ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest.