ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
- rojane
- 09:00 16/1
-Tevî êrişên hewayî jî gel çalakiya xwe ya li Bendava Tişrînê didomîne.
Hat diyarkirin ku 3 kesên li Edeneyê di malekê de mirî hatin dîtin ji aliyê polîs Mehmet Tehçî ve hatin qetilkirin. Hat diyarkirin ku Tehçî 2 kesên din jî qetil kiriye.
OHD’ê di rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn de got ku miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin.
ÎHD’ê di çarçoveya kampanyaya “Şandina pereyan a ji girtiyan re” de li Stenbolê ji endama xwe Hatîce Onaran re pere şand. Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî, got: "Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne."
Endamên HTŞ’ê li Taxa Zoravayê ya Şamê êrişî malên Kurdan kirin.
Bendava Tişrînê û derdora wê hate bombebarankirin.
Qeyûmê li Şaredariya Akdenîzê hatiye tayînkirin, ji her kesên weke “hilbijêrên xeyalî” hatibûn tespîtkirin re 2 midûrtî da.
HSD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama çalakiyên hêzên wan ên li Minbic û Bendava Tişrînê de 18 endamên komên paramîlîter hatine kuştin û 7 wesayîtên zirxî, 3 tank û 6 wesayîtên leşkerî jî hatine rûxandin.
Nûnerên partiyên siyasî li pêşiya Şaredariya Akdenîzê bertek nîşanî îktîdarê dan û gotin: “Dê qeyûm biçin, gel dê bimîne. Em ê serî netewînin.”
DEM Partiyê, lêpirsîna der heqê Baroya Stenbolê de hatiye destpêkirin weke “girêdayî polîtîkaya qeyûm e” û got: “Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê û rêxistinên pîşeyî.”
Ji Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder diyar kir ku ji bo çûna Îmraliyê ew ê di demekî herî nêz de serlêdanê bikin.
Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan diyar kir ku ji bo pêşkeşkrina çavkaniyên aboriyê yên Akdenîzê qeyûm lê hatiye tayînkirin.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkildarî helwesta dewletê ya nezelal a li dijî sekna wî ya siyasî ya ji bo çareseriya demokratîk gelek caran nîşan daye, bi salan berê hişyariya “cidiyetê” kiribû û got: “Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encamekî rast bi dest bixe.”
Ayşe Guler ku bavê wê Siddik Guler yek ji girtiyên nexweş e û rewşa wî giran e, wiha got: “Bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe bicih bîne. Ji roja birine Girtîgeha Îskenderûnê heta niha erebeya wî ya astengdaran jê re nehatiye dayin."