Serdana şîna Demîr bi girseyî hate kirin
- rojane
- 16:32 22/8
Serdana şîna kedkara Çepemeniya Azad Emîne Demîrê ya li Qoserê bi awayekî girseyî hate kirin.
Serdana şîna kedkara Çepemeniya Azad Emîne Demîrê ya li Qoserê bi awayekî girseyî hate kirin.
Laçika kesk û sor û zer a di şeva hineyê de li serê Fikriye Baykûrtan Savaş a di serdegirtina malê de hate binçavkirin bû weke sûc hate hesibandin.
Malbata Şenyaşar a li pêşiya Meclisê çalakiya xwe didomîne destnîşan kir ku daxwaza wan a hevdîtina bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re hebû, ev daxwaz hatiye bersivandin û da zanîn ku ji ber ew îqna nebûne, dê çalakiya xwe bidomînin.
Parazvanên mafên sewalan, bertek nîşanî polîtîkayên Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansûr Yavaş ên li dijî sewalan dan û ev pirs kirin: “Hûn şaredarê gelê Enqereyê ne an jî kujerên sewalan in?”
Parlamenterên DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî neberdana girtiyên nexweş ên giran Ergîn Aktaş û Abdûlkadîr Kûday ji Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç pirsîn.
Parêzer Mehdî Ozdemîr ê îtîrazî rapora pisporan a têkildarî şewata ku li navçeyên Xana Axpar û Şemrexê derket û 15 kesan jiyana xwe ji dest kir, giliyê pisporan kir. Ozdemîr xwest ku şandeyeke nû ya kesên pispor bê avakirin û raporeke nû bê amadekirin.
Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê li dijî şerên herêmî-kûrewî, dagirkerî û tecrîdê, aştîxwazan di 1’ê Îlonê de vexwend li qadan.
Li Mêrdînê tîmên DEDAŞ’ê ligel leşkeran bi ser bajarokê Ewîna de girtin. Bi gaza îsotê êrişî welatiyên ku bertek nîşan dan hate kirin. Gengeşiya li bajarok berdewam dike.
Balafirek bê mirov û bi çek a Tirkiyeyê avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Qamişlo bombebaran kir.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 41 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Alimê olî yê ji Silêmaniyeyê Eta Pênciwênî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê da û diyar kir ku Tirkiye di herêmê de êrşên komkujiyê pêk tîne.
Ataş Gobe yê 30 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê de tê ragirtin, tevî ku di 2’yê hezîranê de cezayê lê hatiye birîn temam kiriye jî ji ber ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekiriye berdana wî 3 mehan hate astengkirin.
Xizmên girtiyan ku bal kişandin ser zextên li girtîgehan banga rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin.
Li Amed, Êlih û Wanê di çarçoveya “Xwendinên Azadiyê” de “Teoriya Gulê” ya Abdullah Ocalan hat xwendin û li ser xweparastinê û tecrîdê nîqaş hat kirin.
Dîlan Polat a ji fêl û fanên pereyên nehelal heye gelek sûcan qeyda wê heye, hate berdan lê belê girtiyên siyasî û nexweş nayên berdan. Rêvebera MED TUHAD-FED’ê Emîne Kaya bertek nîşanî cihêkariya tê domandin da û wiha got: “Ji bo desthilatê ne sûc, lê kes girîngtir in.”