Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn

  • jin
  • 13:12 8 Çile 2025
  • |
img

RIHA - Ji bo jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, li Rihayê bîranîn hat lidarxistin. 

Ji bo jinên siyasetmedar ên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî) û Evîn Goyî yên li paytexta Fransayê Parîsê û ji bo Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ên di 4'ê Çileya 2016'an de li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê hatin qetilkirin, li Rihayê çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn, li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rihayê hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên bajar û navçeyên bajar ên DEM Partiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. 
 
Di çalakiya bîranînê de ji bo jinên hatin qetilkirin deqeyek rêz hate girtin.
 
Aktîvîsta TJA'yê Edle Fîdan piştî rêzgirtinê axivî û diyar kir ku jinên pêşeng bi zanebûn hedef hatine girtin û ev tişt anî ziman: “Komkujiya Parîsê, Silopiya û hemû komkujiyên din ji ber dijminatiya dewletê ya li hemberî jinan pêk tên. Ji ber vê yekê em dibêjin ku heta komkujiya Parîsê neyê ronîkirin dê tu qetlîamên jinan neyên ronîkirin.” 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglû jî diyar kir ku jin bi zanebûn hedef tên girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku îrade û hêza jinê hikûmetên faşîst ditirsîne, hedefa pêşî ya hikûmetan jin in. Îro jî dixwazin vê bikin. Li Rojava jî ji bo ku paradîgmaya birêz Ocalan pêk neyê her tiştî dikin. Em jinên ku di çarçoveya felsefeya azadiyê de têkoşîn dan bi rêzdarî bi bîr tînin."
 
Bîranîn bi çepik û dirûşmên “Şehîd namirin” û "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.