AMED – Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî, bal kişand ser hevdîtinên ku ji aliyê partiyên kurdî ve ji bo diyarkirina statuya kurdan di rêveberiya ku li Sûriyeyê tê avakirin de hatine destpêkirin û got ku divê kurd yekîtiya xwe ya neteweyî çêbikin.
Piştî hilweşandina rejîma BAAS'ê, di jinûve avakirina Sûriyeyê de ji bo naskirina statuya kurdan di navbera partiyên kurdan de hevdîtin dest pê kirin. Partiyên ji her çar parçeyên Kurdistanê piştgiriyê didin vê yekê.
Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî got: "Kurd ku yek ji gelên qedîm ên Rojhilata Navîn in, beriya avabûna Împaratoriya Osmanî, beriya zayînê li vir jiyane. Kurd ji Nûh ve li Rojhilata Navînê dijîn. Bi hatina îsmalmiyetê re kurdan îslamiyetê qbeûl kir. Lê hemû misilmanan dewletên xwe ava kirin, lê kurdan tim awayê xwerêveberiya di bin banê umetê de pêk anî. Dibêjin 'bi hezaran sal in em bira ne'. Lê pir eşkere ye ku ji hiqûqa birtaiyê çi fêm dikin. Îro li ser Rojavayê êriş hene. Ev ne di hiqûqa biratiyê de ne jî di mirovahiyê de nayê qebûl kirin."
'BÊYÎ YEKÎTIYA NETEWEYÎ NABE'
Aşitî da zanîn ku bawerî, ax û nijadên mirovan rûmeta mirovahiyê ne û got: "Mixabin di rastiya ku em tê re derbas dibin de kesên xwedî bawerî di yekîtiya neteweyî de kêm in. Em jî dixwazin ku kurd bibin xwedî sîstemeke ku karibin xwe bi rê ve bibin. Ola îslamê tê îstîsmarkirin. Li vê herêmê baweriyên cuda dijîn. Di umeta îslamê de tenê misilman tune bûn. Çawa ku li Medîneyê gelek bawerî hebûn û wê axê parastin, îro jî wiha ye. Her kes li ser baweriya xwe ma. Lê hemû di bin umetekê de hatin cem hev. Li Kurdistanê kî xwedî kîjan bîr û baweriyê dibe bila bibe, xwedî çi fikrê dibe bila bibe dikare vê biparêze. Lê divê vê di çarçoveya yekîtiya neteweyî de bike. Bêyî yekîtiya neteweyî nabe."
Aşitî diyar kir ku ji bo parastina destkeftiyên kurdan divê her kes xebatên xwe yên dîplomatîk bidomîne û got: "Îro rejîma BAAS'ê hilweşiyaye. Mafê kurdan jî wekî gelên li wir dijîn. Ji bo ev statu bê misogerkirin divê her kes têkoşîna xwe ya dîplomatîk bidomîne. Ger ev yek pêk were dê statuya kurdan li Rojavayê pêk bê.”