STENBOL - Hunermend Mazlûm Jînda ku ji ber straneke kurdî 22 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn got: "Li şûna 22 mehan 22 sal ceza bidin jî, ez ê bi heman heyecan û moralê xebatên xwe bidomînim."
Hunermendê kurd û xebatkarê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mazlûm Jînda (Mazlum Akpolat) di Hezîrana 2016'an de ji bo strana xwe ya bi navê "Xewna sed sala" klîb çêkir. Piştî ku klîp hat weşandin, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" der barê Akpolat de doz vekir. Di danişîna dozê de ku li Dadgeha Cezayê Giran a 35'an a Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hat lidarxistin de Akpolat, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 22 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Akpolat li dijî biryarê bi rêya parêzerê xwe serî li Dadgeha Îstînafê da. Piştî ku Dadgeha Îstînafê ceza pejirand, Akpolat di 16'ê Cotmeha 2019'an de dosyeyê şand Dadgeha Bilind. Lê belê cezayê Akpolat demek berê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.
Akpolat ê ku ji ber straneke kurdî 22 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hat, têkildarî mijarê axivî.
Akpolat got: “Naveroka berhemê li ser çand, ziman, huner û berxwedaniya kurdî hatiye avakirin. Strana min bi taybetî li ser ciwan, jin, dayik, yên di girtîgehê de û yên li qadan li berxwe didin bû. Naveroka strana min bi ruhê berxwedanê hatiye nivîsandin. Em hunermendên gelê kurd in. Hunermend di civakê de xwedî rol û mîsyon in. Divê em li ser zehmetî, zext, binçavkirin, zext û şerê ku di hemû qadên jiyanê de diqewime binivîsin. Me di parastina xwe de jî ev yek anî zimên."
Akpolat destnîşan kir ku ew ne şer, lê aştî û azadiyê dixwazin û got ku kurd hewl didin huner û çanda xwe bi awayê xwe îfade bikin.
Akpolat, da zanîn ku ji ber hincetên wekî konserên ku tev lê bûye û çalakiya salvegera damezrandina Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) 6 dozên din jî li wî hatine vekirin.
HELWESTA POLÎTÎK
Akpolat da zanîn ku cezayê ku di sedsala 21’ê de ji ber straneke kurdî hatiye dayîn cihê xemgîniyê ye û got: “Ev ji bo mirovahî, heqîqet û civaka azad cihê xemgîniyê ye. Ez biçim hepsê jî bila vê yekê bizanibin; dema ez ji girtîgehê derkevim ez ê xebatên xwe yên çand û hunera kurdî ya welatparêz û şoreşger hîn bi hêztir û bi coş bidomînim. Ji ber ku ger me bixin girtîgehê, dema em derkevin em ê zêdetir bixebitin û kelecan bibin. Ne 22 meh û 15 rojan, 22 sal ceza bidin jî ez ê bi heyecan, moral û hişmendiyeke welatparêzî xebatên xwe yên çand û hunerê bidomînim. Hunermend dê bi helwesta xwe ya siyasî li dijî zilma dewletan têbikoşin. Wê xebatên xwe li ser bingehê şoreşgerî, di çarçoveya neteweya demokratîk de bimeşînin. Em ê li ser vî esasî tevbigerin."
Akpolat herî dawî strana "Mervano" got.
MA / Omer Îbrahîmoglû