MÊRDÎN - Mîrata dîrokî û çandî ya Mêrdînê, Rezên Zinnar, bi vîllayên bêdestûr ên ku ji aliyê sermayedaran ve di bin navê "ekoturîzmê" de hatine çêkirin, tê talankirin. Parêzvanên ekolojiyê hişyariya "karesatê" dan û gotin: "Parastina vê derê berpirsiyariyeke polîtîk e."
Rezên Zinnar, ku cihekî girîng ê mîrateya dîrokî û çandî ya Mêrdînê ye, ji ber avahiyên ku ji aliyê sermayedaran ve di bin navê "ekoturîzmê" de têne çêkirin, tên talankirin. Rezên Zinnar ji herêma Sirgucê ya li navçeya Artukluyê heta herêma Omerya ya li gundewarên navçeya Nisêbînê ye. Rezê ku yek ji qadên hêşinahiya bajêr e, dîroka wan vedigere Împeratoriya Romayê ya Rojhilat.
Bêyî tirî, fistiq, bitim, berû, simaq û darên hêjîrê, bi sedan nebatên endemîk lê hene. Tirîyê "Mezrone" ku yek ji tirîyên herî baş ên cîhanê tê hesibandin, li vir şîn dibe. Li herêmê, erdên çandiniyê yên berfireh hene û di heman demê de jîngeheke ji bo gelek sewalan.
AVAHIYÊN DÎROKÎ YÊN LI HERÊMÊ
Herêm bi gelek kaniyên dîrokî, sarîçxane, gorên kevirî û şikeftên xwezayî lê hene. Gelek avahiyên qeydkirî yên wek Qereqola Polîsan a İzzetpaşa ya dîrokî û Çilbîr navenda herî kevin û mezin a hilberandina şerabê ya cîhanê, li vir in.
SERMAYEYÊ ÇAV BERA HERÊMÊ DA
Herêma ku divê bê parastin, di salên dawî de tê wêrankirin. Wezareta Dadê, Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê, û Şaredariya Bajarê Mezin a Merdînê projeya avakirina girtîgeheke nû li herêmê qebûl kirine.
Her çend avakirina girtîgehan hîn dest pê nekiribe jî, piştî pandemiya COVID-19’ê û erdhejên ku di 6’ê Sibata 2023’an de li Mereşê qewimîn, herêm bûye navendeke germ ji bo sermayedaran.
Di bin navê "ekoturîzmê" de, sermayedar herêmê hedef digirin dest bi avakirina avahiyên neqanûnî û bêdestûr kirine. Herêm bûye navendek "vîlla-sîte". Li gelek deveran otêlên piçûk ên wekî "bungalow" jî hatine çêkirin.
ARKEOLOG AVCI: DIVÊ HERÊM BÊ PARASTIN
Arkeolog Ahmet Avci, ku di kolandina xebatên arkeolojîk ê Çilbîrê de dixebite, li hember texrîbatê bertek nîşan da. Avci, diyar kir ku Çilbîr di sedsala çaremîn de di zinaran de cihê tirî û şerabê bû. Avci got: " Dema em tên li ser Çilbîrê jî em girîngiya herêma Zinnarê ji bo mîrateya çandî û xwezaya Mêrdînê dibînin. Ev yek cihekî arkeolojîk ê bingehîn ên Mêrdînê ye û divê bê parastin."
Avci, destnîşan kir ku li herêmê gelek avahiyên qeydkirî lê hene, ji bo rantparêziyê û avakirina neqanûnî hatiye qurban kirin û wiha pê de çû: "Rezên Zinnarê ji bo Mêrdînê wekî Çiyayên Kaz ên li Egeyê, darên zeytûnê yên li Hatayê, daristanên li Deryaya Reş û Baxçeyên Hevsel ên li Amediyê xwedî heman wateyê ye. Divê em li dijî vê yekê bisekinin. Cihên ku ji bo gel bi nirxê mîrateya manewî û çandî ji bo hilweşandinê vekirine. Divê em pêşî li vê yekê bigirin."
"XWEDÎDERKETIN BERPIRSIYARÎYEKE POLITÎK E"
Berîvan Guneş ji Odeya Plansazên Bajarî (ŞPO) ya girêdayî Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), bang li rayedaran kir ku li dijî vê projeya avahiyê tedbîran bigirin û got: "Dema ku em li ser jiyana gund an jî avakirina neqanûnî ya li Zinnarê diaxivin, em ne li ser xanîyên gund ên heyî diaxivin. Em dibînin ku vîla ne tenê li herêmekê, li gelek deveran wekî sîte tên avakirin. Em dibînin ku bungalow li derveyî sîteyê di bin navê 'tûrîzmê' de têne çêkirin. Ev hemû ji bo rantparêziyê ne. Mixabin, rayedar çavên xwe ji vê yekê re digirin. Bêdengiya hemêu saziyan ji bo vê rewşê dê bibe sedema karesatek bêveger. Xwedîderketina vê herêmê hem berpirsiyariyek exlaqî û hem jî polîtîk e. Divê saziyên civakî, odeyên pîşeyî û sazîyên têkildar bixebitin da ku Zinnar di lîsteya parastina xweza, çandî û dîrokî de cih bigire. Divê saziyên têkildar li dijî van texrîbatan û avahiyan tedbîran bigirin.”
MA / Ahmet Kanbal