EDENE – Meclisa Jinan a DBP’ê, li Edeneyê kargeha “Îdeolojiya Rizgariya Jinê” li dar xist.
Kargeha ku bi sernava “Îdeolojiya Rizgariya Jinê” û bi dirûşma “Bi jina azad re ber bi civaka demokratîk” ji aliyê Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), hate lidarxistin. Komxebata ku li Şaxa Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) ya Edeneyê hate lidarxistin, Cîgira Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Narîn Gezgor û gelek jin beşdar bûn.
Narîn Gezgor di komxebatê de axivî û bal kişand ser rola pêşengiya civakî ya jinan a di serdema Neolîtîkê de û ev tişt got: "Wê demê mêr nêçîr dikirin û jin berpirsiyarê belavkirina berheman bûn. Edalet û wekhevî hebû. Piştre, bi damezrandina dewletan re, hişmendiya serdestiya mêr derket holê, xwest jinan bike kole û jin di qesran de hatin ragirtin. Îro, jin di malên xwe de hatine ragirtin. Edalet û wekhevî di xwezaya jinan de hene. Ji bo vê yekê tevgera azadiya Kurd derket holê û jinên mîna Sakîne Cansiz û Sema Yuce pêşengiya vê tevgerê kirin."
Narîn Gezgorê, destnîşan kir ku felsefeya "Jin, jiyan, azadî" li çaraliyê cîhanê belav bûye û bal kişand ser paradîgmaya rizgariya jinan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Heta jin azad nebe, civak jî azad nabe."
Komxebat bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" ve bi dawî bû.