WAN – Di civîna Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de hate diyarkirin ku dê li Mêrdîn û Bazîdê konferans bên lidarxistin.
Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk, li Wanê civîna xwe ya duyemîn li dar xist. Cîvîna ku li avahiya Baroya Wanê hate lidarxistin, tevî hevberdevkên însiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kaçmaz gelek kes beşdar bûn.
Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê, diyar kir ku bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di qonaxeke dîrokî de derbas dibin û ev tişt got: “Gelê Kurd bi sedan sal in têdikoşin, li ber xwe didin. Em dixwazin li ser vê axê jiyaneke bi hemû gelan û baweriyan re ava bikin. Ji bo vê yekê me însiyatîf ava kir.”
KONFERANSA BO YEKITIYA KURD
Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê, destnîşan kir ku di çarçoveya xebatên însiyatîfê de, dê di 26’ê Tîrmehê de konferansek li navçeya Bazîda Agirî li dar bixin. Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê, diyar kir ku dê li Mêrdînê jî konferansek li dar bixin û wiha pê de çû: “Em ê konferansa xwe ya yekemîn diyariyê Ehmedê Xanî bikin. Dê naveroka konferansê li ser girîngiya yekitiya Kurdan be. Armanca konferansan ew e ku xebatên me xurt bikin.”
Mehmet Kamaç, armancên însiyatîfê rave kir û wiha axivî: “Xebata me ya yekemîn xurtkirin û pêşxistin e. Em ê tevî kesên ku heta îro me nedîtine re bixebitin û hewl bidin ji bo xurtkirina însiyatîfê. Em girîngiya yekitiya Kurdan û hevjiyana bi gelên Kurdistanê re dizanin. Em ê di vê civînê de xebatên xwe yên pêşerojê gotûbêj bikin.”