AMED –Medenî Yildirim ê ku li Licê di çalakiya li dijî çêkirina qerekolê de jiyana xwe ji dest dabû, DBP’ê bi munasebeta 12’yemîn salvegera mirina wî de daxuyanî da. DBP’ê di daxuyaniyê de got: “Em ê her tim xwedî li têkoşîna ciwanan derkevin.”
Medenî Yildirim, li gundê Hêzanê yê girêdayî navçeya Licê ya Amedê de di 28’ê Hezîrana 2013’an de di dema protestoya li dijî çêkirina qerekolê de bi guleya cendirmeyê ku li Qereqola Gundê Kayacikê erkdar ve hatibû qetilkirin. Lijneya Rêvebir a Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi munasebeta salvegera 12’yemîn a qetilkirina Medenî Yildirim, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Ev qelîam bi tu awayî hêj nehatiye zelalkirin. Roja ku Medenî Yildirim hate qetilkirin û heta niha, mirina Medenî Yildirim ji aliyê desthilatê ve weke rewşeke normal hate dîtin. Ev yek dide nişan ku kuştina ciwanên Kurd rewa tê dîtin. Pergala parastina kujer û bêcezakirinê mercê mirina Medenî Yildirim ava kirî. Gelek ciwanên ku wek Medenî Yildirim li dijî rastiya Kurdistanê rêxistinkirî bûne hedef. Armanca van qetlîaman, rêxistina cewherî ya ciwanên Kurd e. Armanc, hêza ciwanan a pêşxistina civaka demokratîk e. Hêza ciwanan a ku dê civaka demokratîk û aştiyê ava bike, di nava me de ye. Em Medenî Yildirim û ciwanên ku heta îro bûne hedef bi rêzdarî bibîr tinin.”