WAN - Li Westanê mamosteyê lîstikên folklorê M.T. ê ku ji sûcê îstîsmarkirina 5 zarokan 28 sal û 11 meh ceza lê hatibû birîn, rexmê cezagirtinê jî salek û 7 meh in hêj nehatiye girtin.
Li navçeya Westanê ya Wanê, mamosteyê lîstikên folklorê M.T. li dibistanekî ji ber sûcê îstîsmarkirina 5 zarokên 12 salî 28 sal û 11 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn û piştre hatibû tehliyekirin. Rexmê bi ser biryara girtinê re salek û 7 meh derbas bûne jî hêj nehatiye girtin. Di 19’ê Adara 2023’yan de li ser giliyê zarokan, der heqê M.T. lêpirsîn hatibû destpêkirin û di 21’ê Adarê de hatibû binçavkirin. Dadgeha Cezayên Sulhê ya Wanê ji ber sûcê “îstîsmara zarokên 12 salî” biryara girtinê dabû.
Di îdianameya der barê M.T. de hate desntnîşankirin ku M.T. berî salekî 5 xwendekarên xwe yên zarokên keç îstîsmar kiriye. Di encama darazê de Dadgeha 7’mîn a Cezayê Giran a Wanê bo M.T. ji ber sûcê “îstîsmara zayendî ya li zarokên 12 salî” 28 sal û 11 meh ceza dabû.
DADGEHÊ GOT GUMANA REVA WÎ TUNE YE Û TEHLIYE KIR
Dadgehê bi hinceta "wesf û mehiyeta sûc, dema girtîmayînê, rewşa delîlên heyî, mixdarê sûcê lê hatiye birîn û delîlên şênber ên ku gumana revê pişrast bike tune ne" biryara tehliyeya bersûc da. Her wiha biryara derketina derveyî welat da.
CAREKE DIN BIRYARA GIRTINÊ HATE DAYIN
Parêzerên têkildarê tehliyeya M.T. ê ku 7 mehan di girtîgehê de mabû û hatibû tehliyekirin, li Dadgeha 1’mîn a Cezayê Giran a Wanê îtîraz kir. Dadgehê di 28’ê Mijdara 2023’yan de der barê M.T. de biryara girtinê da û got: "M.T. 7 meh di girtîgehê de maye, wesf û şêwaza sûc, dema girtîgehê de maye û cezaya ku dê bigre ger li ber çavan bê girtin tedbîra edlî têrker nîne û ji ber vê yekê gumana reva wî heye."
Rexmê biryara girtinê û hewldanên parêzeran jî M.T. ev salek û 7 meh in li derve ye û hêj nehatiye girtin.