Berdevkê KKP'ê: Ji bo pêvajoyê divê Abdullah Ocalan azad bibe

img

AMED - Berdevkê KKP'ê Yasîn Yetîşgen diyar kir ku hevdîtinên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd girîng in û got: "Ji bo ku bi awayekî baştir tevkariyê li pêvajoyê bike, divê Abdullah Ocalan bi temamî azad bibe."

Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin, didome. Abdullah Ocalan ku destûr nehat dayîn bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne, di 28'ê Kanûnê de bi heyeta DEM Partiyê re hevdîtin pêk anîbû. Heyetê bi armanca civakîkirina "çareseriyê" peyama Abdullah Ocalan a ji 7 xalan pêk hatî bi raya giştî re parve kir. 
 
Berdevkê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Yasîn Yetişgen gengeşeyên didomin nirxandin û diyar kir ku ji bo tevkarî li pêvajoyê bibe divê Abdullah Ocalan bi temamî azad bibe.
 
‘DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE'
 
Yetişgen anî ziman ku ew wekî partî destpêkirina hevdîtina bi Abdullah Ocalan re erênî dibînin û got: “Her wiha divê tecrîd bi temamî were rakirin û rê li pêşiya hevdîtina bi parêzer û malbatê were vekirin. Ji bo ku bi awayekî baştir tevkariyê li pêvajoyê bike divê bi tevahî Abdullah Ocalan azad bibe. Ji aliyê din ve em hêvîdar in ku ev hevdîtin bibe sedema xurtkirina atmosfera aştiyê, parastin û pêşxistina mafên gelê me û çareseriya pirsgirêka kurd li ser bingeheke demokratîk a aştiyane."
 
‘DIVÊ HAYA ME JI MANÎPULASYONAN HEBE'
 
Yetişgen bal kişand ser girîngî û lezgîniya danezana Îmraliyê ya ji 7 xalan pêk tê û got: "Li aliyekî em bi rastiyeke giştî ya ku 100 sal in bi tevahî tê înkarkirin û paşguhkirin re rû bi rû ne. Li aliyê din em bi gelên din ên herêmê re rû bi rû ne ku di encama vê pêvajoya înkarê de ji azadî û demokrasiyê bêpar mane. Ji ber vê yekê, çareseriya pirsgirêka ku jê re tê gotin 'pirsgirêka kurd', lê di esasê xwe de pirsgirêka Kurd/Kurdistanê bi rêyên demokratîk û aştiyane, wê bibe sedema aramiya gelên Rojhilata Navîn û herêmê yên ku 100 sal in di nava şer û pevçûnan de ne. Her wiha ev demeke dirêj e ku ji bo dewleta tirk rewş nebaş e. Ger tişt ji bo dewleta tirk baş biçûya, ne Bahçelî û ne jî Erdoganê ku li pişt wî sekinîbû, teqez dê pêvajoyeke nû nedana destpêkirin. Pratîka Tifaqa Gel a piştî sala 2015'an hat avakirin jî di vî warî de diyar dibe. Ji ber vê yekê divê em baldar bin li ser manîpulasyonên ku desthilat wan biafirîne." 
 
Yetîşgen destnîşan kir ku biratî û weltîbûneke wekhev a di navbera tirk û kurdan de pêkan e, lê divê ev wekî berê bi têgehên razber nebe. Yetîşgen got: "Tekane rêya biratiya kurd û tirkan ew e ku bi qanûnê bê misgoerkirin." 
 
‘DIVÊ MECLIS ÇARESERIYÊ HILBERÎNE'
 
Yetîşgen bal kişand ser îşareta Abdullah Ocalan ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd îşaret bi bi Meclisê kiribû û got ku divê paşeroj, îro û siberoja meseleya kurd û Kurdistanê bi tevahî li Meclisê bên gengeşekirin û çareserî bi afirandin. 
 
Her wiha Yetîşgen destnîşan kir ku divê statuya Rojavayê jî bê naskirin û bi vî awayî tevkarî li biratiya kurd û tirkan bê kirin. 
 
Yetîşgen di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiya neteweyî û got: "Divê hemû rengên siyasî yên kurdistanî li her derî di warê yekîtiya neteweyî de gav bavêjin ku em karibin sedsala 21'emîn bikin sedsala kurdan û Kurdistanê." 
 
MA / Mujdat Can 

Sernavên din

25/02/2025
10:21 Birayê xwe vegot: Emrê Mehmet Yavuzel biçûk bû lê dilê wî mezin bû
10:19 Biryara dadgehê ya bêcezahiştina polîsan: Wê di dema pêş de bitirse sûc bike!
10:06 Nesrîn Nas: Divê muxalefet li dijî êrişên desthilatê bibe yek
09:57 Der heqê Şaredariya Beykozê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:49 Li Şirnexê têketina 11 herêman hate qedexekirin
09:30 Meteorolojiyê ji bo bajarên Bakur hişyarî kir
09:23 'Gotin û kirinên îktîdarê hev nagirin’
09:03 Berwarî: Divê ne li ser berdana çekan, li ser bêdengkirina çekan bê axaftin
09:03 Serokê SUDEF'ê Turker: Suryanan tim qîmet dane gotinên Ocalan
09:02 Li Şirnexê şerê taybet: Destavêtin zarokan, daxilî nava fihûşê kirin
09:00 ROJEVA 25’Ê SIBATA 2025’AN
24/02/2025
16:50 Li 3 navçeyên Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê dizan bişînin
16:07 Ji jinên Botanî û Amedî çalakiyên 8’ê Adarê
15:15 Operasyona li dijî HDK’ê li gelek bajaran hate protestokirin
15:07 Tehliyeya Yilmaz bêyî lijne bicive cara 7’emîn hate taloqkirin
14:51 Li Serhedê starta 8’ê Adarê: Dê jin aştiya birûmet bînin
14:48 Li Qaxizmanê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
14:13 Der heqê rojnameger Kanbal de lêpirsîn hate destpêkirin
14:03 Baroya Qersê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
13:56 Hevşaredarên Qaxizmanê: Dê têkoşîna me li her qadê bidome
13:42 Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn
13:30 Senem Eriş a DEM Partiyî hate berdan
11:58 Hinceta girtina HDK'iyan: Sosyalîst anîne gel hev
11:31 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Şandeya me dê di nava çend rojan de biçe Îmraliyê
11:18 HSD'ê bîlançoya êrişan a 24 saetên dawî eşkere kir
11:00 Nivîskar Sevîm Bellî wefat kir
10:40 Tehliyeya girtiyê nexweş Akay cara çaremîn hate taloqkirin
09:49 CHP’ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Qaxizmanê da
09:47 Di 11 mehan de li 12 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
09:29 DEM Partî: Ên ji îradeya gel ditirsin dîsa di dewrê de ne
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Plana têkçûnê têk çû’ derket
09:00 Ji çeteya fihûşê dewlet derket: Çeteya ji 26 kesan
09:00 ROJEVA 24’Ê SIBATA 2025’AN
07:35 Li Şaredariya Qaxizmanê qeyûm hate tayînkirin
23/02/2025
17:54 Li Mêrdîn, Îzmîr û Antalyayê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:55 Gundê Bêlaveyê hate bombebarankirin
16:52 Li Amedê çalakiyên 8’ê Adarê
16:43 Talabanî: Ji bo pêvajoya aştiyê hewcehî bi muzakereyan heye
15:41 'Heke Ocalan azad nebe em nikarin qala pêvajoyekê bikin’
14:55 Boksorê Kurd Agît Kabayel bû şampiyonê cîhanê
14:45 Serokê Baroya Stenbolê: Em tenê serdestiya hiqûqê nas dikin
14:01 Êrişa ser HDK’ê li Wan û Şirnexê hate protestokirin
13:42 HSD: Êrişên dewleta tirk û çeteyên wê hatin şikandin
12:55 ÎSÎG: Di 11 salan de 2 hezar û 664 ciwanên karker jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bakirhan: Bi banga dîrokî ya Ocalan re dê nexşerê diyar bibe
10:56 Li Derayê goreke komî hate dîtin
10:28 Li Peruyê navenda kargehan tebiqî: 8 kes mirin, 80 jî birîndar bûn
10:19 Berdana zêdetirî 600 filistîniyan hate taloqkirin
10:02 Ji Meteorolojiyê hişyariya berfê û aşûtan
09:48 ‘Divê saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina rojnamegeran bêdeng nemînin’
09:45 Dewleta tirk bi êrişên xwe zêdetirî 40 hezar kes bêav hişt
09:36 ‘Taktîka’ têkçûyî dîsa xistin meriyetê
09:16 Kovara Jinê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
09:03 33 sal in faîlên wî nehatine girtin: Ew jî mîna peyrewên xwe netirsiya
09:02 ‘Mevzûata’ wezîr li Îmraliyê naxebite
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2025’AN
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN