Dayikên Aştiyê: Wê çete li ber felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' têk biçin

  • jin
  • 09:02 5 Kanûn 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ku bertek nîşanî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan gotin: "Wê wekî berê li ber felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' têk biçin." 

Piştî bajarê Helebê yê Sûriyeyê, êrişên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî zêde bûn. Ji ber êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter yên girêdayî wê, bi deh hezaran kes neçar man koçî herêma Şehbayê bikin. Her wiha bejahiya Minbicê jî dîsa dibe hedefa êrişan. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Amed û Êlihê bertek nîşanî êrişan dan.
 
'ÇI KARÊ WE LI ROJAVAYÊ HEYE?'
 
Dayika Aştiyê Meryem Tûranê anî ziman ku armanca sereke ya êrişan destkeftiyên kurdan e. Meryem Tûranê got: "Divê êdî zarok, sivîl û jin neyên kuştin. Em vî şerê qirêj şermezar dikin. Em aştî, yekîtî, azadî û biratiyê dixwazin. Êdî bila bes zarokên me bimirin. Êdî bes e. Dest ji lîstikên xwe yên qirêj berdin."
 
Dayika Aştiyê Murvet Demîrê ku got "Em bi çekên NATO'yê tên kuştin" wiha got: "Em bi salan e dibêjin 'aştî'. Ji bo aştiyê destê xwe yê rastê dirêj dikin, bi destê çepê jî lêdixin. Êrişî zarokên me dikin. Bi tanq, top û balafiran dixwazin kurdan biqedînin, lê kurd naqedin. Belesebeb vî şerê qirêj dimeşînin. Dest ji vî şerê qirêj, pêkanînên li dijî mirovahiyê berdin. Çi karê we li Rojavayê heye?"
 
Dayika Aştiyê Kamîle Şîmşek a li Êlihê dijî, bûyerên li Sûriyeyê diqewimin wekî "lîstika dewletên emperyalîst" nirxand. Kamîle Şîmşekê got: "Bêyî destûr û planên dewletan, di nava 2 saetan de tevahiya Helebê nedihat dagirkirin. Em vî şerî naxwazin. Tirkiye dibêje 'Em nîn in', lê bila kesî nexapînin. Hemû çeteyên girêdayî wê ne."
 
Kamîle Şîmşekê bang kir û got: "Xizmên me bang li me dikin û ji me re dibêjin ku ew bi mirinê re rû bi rû ne. Divê hemû gelên cîhanê li dijî vî şerî bibin yek. Gelê kurd divê li herîd erî dakeve qadan û bertekên xwe nîşan bidin."
 
'WÊ LI BER 'JIN, JIYAN, AZADÎ'YÊ TÊK BIÇIN'
 
Dayika Aştiyê Nuran Seçkînê jî got ku DAIŞ bi navên cuda êrişên xwe didomîne. Nûran Seçkînê got: "Ev serê mirovan jê dikin, tecaiwzkar in. DAIŞ'î ne. Ev şer, şerê ji nû ve vejandina DAIŞ'ê ye. Serokê Sûriyeyê Beşar Esad nekarî saetekê jî li ber xwe bide, bi sed hezaran jin, zarok û extiyar radestî çeteyan kir. Bi navê îslamê, serê mirovan jê dikin û tecawizî wan dikin. Ev dijminê îslamê ne. Şerê wan ê herî mezin li hemberî jina ye. Wê wekî berê li ber felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' têk biçin." 
 
Dayika Aştiyê Maşallah Kayayê jî diyar kir ku daxwazên kurdan ên aştiyê bi şer hatine bersivandin. Maşallah Kayayê destnîşan kir ku divê kurd li dijî êrişan bi hev re tevbigerin û banga hişyariyê li raya giştî ya navneteweyî kir.
 
Dayika Aştiyê Şukran Dalê jî bal kişand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê paradîgmaya azadiya jinê û ekolojîk zindî bûye û got ku armanca êrişan ev paradigma ye. Şukran Dal êrişên sala 2014'an ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr xist û wiha got: "Çawa di sala 2014'an de winda kirin, wê dîsa winda bikin." 
 
MA / Fethî Balaman - Rûkiye Adiguzel 
 

Sernavên din

17/01/2025
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
13:28 DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
12:50 Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin
10:37 Doza Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:13 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat hate girtin
10:12 'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'
10:12 Endamê NLSR'ê Direhî: Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye
09:58 Şandeya Îmraliyê: Piştgiriya gel dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê
09:40 Babatê ku 30 sal dîl hat girtin amadekariya vekirina pêşangehê dike
09:39 Ayfer Koçak: Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve
09:32 MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide
09:31 Malnişîn: Ji bo cezakirina dizan em li benda sindoqê ne
09:08 Serokê DTSO'yê Kaya: Em ê li Enqereyê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bikin
09:06 Li mêrgan kanên xîzî tên çêkirin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:25 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
08:24 Ciwanan qeyûm protesto kirin
06:23 Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî li Hewlêrê hevdîtin kir
16/01/2025
16:24 Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn
16:18 Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
15:19 Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
15:14 Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
15:12 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
14:58 'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
14:48 Bombebarana li Tişrînê didome
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin
12:55 Tulay Hatîmogûllari: Heke dewlet xeta diyalogê pêş bixe dê çareserî bibe
12:52 Jinên li Tişrînê li ber xwe didin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
12:36 Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike
11:29 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin
11:14 HDK’ê kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ da destpêkirin
10:56 Prof. Cavalli: Heta garantî neyê dayin tu wateya banga berdana çekan nîne
10:47 Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
09:21 Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt
09:19 Bihayê motorînê hat zêdekirin
09:14 Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Bîrdal: Divê gavên pêbawer bên avêtin
09:00 Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome
09:00 Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
09:00 Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya
09:00 ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in
09:03 Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN
14/01/2025
16:55 Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin
16:02 Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir
15:59 Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin
15:31 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
15:31 Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê kirin
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne
13:22 Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin
12:55 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome
12:43 Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e
12:29 Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
10:23 WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere