MÊRDÎN - Parêzer Civan Ortaç diyar kir ku lihevkirin û aştiya civakî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkane. Ortaç, da zanîn ku 4 hezar kes li girtîgehan hene ku li benda “mafê hêviyê” ne.
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin didome. Abdullah Ocalan, piştî tecrîda girankirî ya 43 mehan di 23’yê cotmehê de bi biraziyê xwe parlamenter Omer Ocalan re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan got; “Heke şert û merc çêbibin ez xwedî wê hêza teorîk û pratîkim ku pêvajoya şer û tundiyê derbasî zemîna hiqûqî û siyasî bikim.” Piştî vê peyamê, ji bo hevdîtina bi parêzer û malbatê re biryara qedexeyê hate dayin.
Di demeke ku hêj peyama Abdullah Ocalan tê nîqaşkirin de Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî qala “Mafê hêviyê” kir û ev mijar dîsa bû rojev.
KONSEYA WEZÎRAN TIRKIYE HIŞYAR KIR
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê adara 2014’an de ji bo cezayê muebbeta girankirî yê bêyî mafê berdana bişert ê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke binpêkirina “Mafê hêviyê” yê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) qebûl kir. DMME’yê ji Tirkiyeyê xwest ku di vê mijarê de sererastkirinan bike. Lê belê tevî 10 sal derbas bûne jî Tirkiyeyê tu gav neavêt. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku ji şopandina biryarên DMME’yê berpirsyar e, di navbera 17-19’ê îlonê de civiya û ji Tirkiyeyê xwest ku tevdîrên pêwîst demek beriya demekî bigire û heke neke dê di civîna îlona 2025’an de biryara navberê were amadekirin.
Endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Mêrdînê Civan Ortaç têkildarî “Mafê hêviyê” axivî.
MAFÊ HÊVIYÊ
Ortaç, da zanîn ku “Mafê hêviyê” cara ewil di sala 1977’an de bi îçtîhadên Dadgeha Destûra Bingehîn a Federe ya Almanyayê derketiye holê û wiha got: “Piştre jî Dadgeha Destûra Bingehîn a Federe ya Almanyayê di sala 1988’an de biryarek da. DMME vê biryarê ji sala 1998’an heta niha nîqaş dike. Lê belê biryara ewil di sala 2013’an de da. Bi biryara Winterê ya Ingilistanê ya di sala 2013’an re bingeha ‘mafê hêviyê’ hate avêtin. DMME dibêje ku divê cezayên muebbeta giran û muebbetê heta dawiya emrê mirov nebin. Heke cezayên hefsê heta mirinê bidomin, wê demê di çarçoveya Xala 3’yemîn a PMME’yê de binpêkirina qedexeya îşkence û muameleya xerab derdikeve holê.”
4 HEZAR KES JI ‘MAFÊ HÊVIYÊ’ BÊPAR E
Bi domdarî Ortaç anî ziman ku di demên dawî de gelek welatan cezayê îdamê ji qanûnên xwe derxist û li şûna wê cezayên muebbetê û yê muebbeta girankirî xistine dewrê. Ortaç, got: “Lê li hinek welatan ev ceza heta mirinê didomin. DMME jî dibêje; demekî pir dirêj mayina kesekî ya di girtîgehê de an jî heta mirinê, li dijî rûmeta mirovan derbekî giran e û divê ev sepan bi dawî bibe. Têkildarî vê jî dixwaze welat sererastkirinan bikin.”
Ortaç, bal kişand ser biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û wiha pê de çû: “DMME’yê di biryara xwe ya têkildarî Abdullah Ocalan de dibêje ku ‘têkildarî berdana bişert pêvajoyeke nirxandinê xuya nake’ lewma dibêje PMME hatiye binpêkirin. Komîteya Wezîran jî di civîna xwe de gotiye ku divê Tirkiye di vê mijarê de mekanîzmayê ava bike û biryara venihêrînê daye. Di vê mijarê de a rast ne tenê Abdullah Ocalan, 4 hezar kes di vê rewşê de ne. Komîteya Wezîran a KE’yê ji Tirkiyeyê pirsî ye ka çend kes di vê rewşê de ne û Tirkiyeyê jî weke bersiv gotiye kul nêzî 4 hezar kes ji ‘mafê hêviyê’ bêpar hatiye hiştin.”
'PÊDIVÎ BI SERERASTKIRINEKE NÛ HEYE’
Ortaç, got ku divê “Mafê hêviyê” were cîbicîkirin û wiha axivî: “Rêya vê jî ew e ku sererastkirina di xala demkî ya 2’yemîn a di Qanûna Têkildarî Înfazkirina Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê ya Hejmar 5275’ê de were rakirin. Her wiha pêdivî bi sererastkirineke nû heye. Mafê hêviyê ji ber sererastkirinên di Qanûna Hejmar 5275 û Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê ya Hejmar 3713’ê tên astengkirin. Divê ev sererastkirin bên rakirin, yên nû bên çêkirin û mekanîzmaya venihêrînê bê avakirin.”
‘DIVÊ TECRÎDÊ BI DAWÎ BIKIN’
Ortaç, bi lêv kir ku tecrîd bi tena serê xwe binpêkirineke giran a mafên mirova ye û wiha bi dawî kir: “Piştî gotinên Devlet Bahçelî yên têkildarî tecrîdê, ji hêla civakî ve ji bo lihevkirin û aştiya civakî jixwe divê tecrîd bê rakirin. Li rexekî em qala rakirina tecrîdê dikin û li rexa din jî sepana qeyûm dijîn. Lewma, rakirina tecrîdê girêdayî biryara rêveberiyê ye. Ji ber ku biryareke darazê nîne. Heke rakirina tecrîdê û mafê hêviyê bi hev re çêbibin dikare encam bê girtin.”
MA / Ahmet Kanbal