ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê sibe bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re hevdîtinê bikin.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê sibe bi Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel re hevdîtinê bikin.
Dihat payin ku hevdîtina di navbera DEM Partî û CHP’ê di 23’yê mijdarê de were lidarxistin lê piştî kurê Şaredarê Guzelbahçeyê yê CHP’î Mûstafa Gunay jiyana xwe ji dest dayî, hevdîtin hatibû taloqkirin.
Hevdîtina hatibû taloqkirin dê sibe saet di 14.30’ê de li Navenda Giştî ya CHP’ê were lidarxistin.
Tê payîn ku piştî hevdîtinê daxuyaniyeke hevpar were dayin. Di hevdîtinê de dê li ser mijara pirsgirêka kurd û rojevên heyî nîqaş bên kirin.