Rojnamevanên ji binçavan hatin berdan: Ji ber belgekirina îşkenceyê me kirin binçavan

  • rojane
  • 13:00 17 Cotmeh 2024
  • |
ŞIRNEX - Rojnamevan Zeynep Durgut û Mahmut Altintaş ku bi îşkencekirinê hatin binçavkirin diyar kirin di dema binçavkirinê de ewilî wênekêşên wan hatine desteserkirin û paşê hatine şikandin, bi tundiyê re rû bi rû mane û li dijî vê yeke dê serî li ÎHD bidin û gilî bikin.  
 
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê li bajarokê Tilqebînê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê bi dirûşma “Ji şer re na, a niha aştî” di 15'ê cotmehê de çalakiya nobetê dan destpêkirin. Dayikên Aştiyê yên ku ji bajarên Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Colemêrg, Riha, Sêrt, Îzmîr û Mêrsînê hatin bajarokê Tilqebîn li ber avahiya DEM Partiyê li hev civiyan û xwestin daxuyaniyê bidin. Dema ku dayikan xwest daxuyaniyê bide ji aliyê polîs û cendermeyan ve bi êrişeke tund re rû bi rû man. Di encama êrişê de Dayikên Aştiyê, rojnameger û siyasetmedar jî di nav de 22 kes bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Hevserokê DEM Partî yê bajarokê Tilqebinê Lezgîn Kosen jî dema hat binçavkirin bi lêdanê re rû bi rû ma û parsûyên wî hatin şikandin û niha jî li nexweşxaneyê tê dermankirin. 
 
Yên ku hatin binçavkirin piştî 24 seatan hatin berdan û Dayikên Aştiyê jî di roja 3'yemîn de çalakiya xwe didomînin. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya Zeynep Durgut û Mahmut Altintaş û nûçegihana JinNewsê Derya Ren jî hatibûn binçavkirin û piştî îafdeyan hatin berdan. Durgut û Altintaş qala binçavkirina xwe kirin û dan zanîn dema binçavkirinê ew bi îşkenceyê re rû bi rû man e û kameraya wan hatiye şikandin û dê li dijî vê yekê gilî bikin. 
 
‘HER TIM ME DIKIN HEDEF’ 
 
Zeynep Durgut bi lêv kir ku çapemeniya azad her tim bi tundiyan rû bi rû maye û tundî di roja me ya îro de jî berdewam dike. Durgut anî ziman ku ji ber xebatkarên çapemeniya azad rastiyê radigihînin hedef tên girtin û wiha got: "Di salên 1990'an de heta niha yên ku rastî derxistinê holê û ji bo vê yekê ketiyê nava hewldanê, bûye hedef. Yên ku rastiyê diparêzin çapemeniya azad e. Ew kevnaşopî bi apê Mûsa dest pê kir û bi Gurbetellî Ersoz û Ayfer Serçe heta roja me ya îro hatiye. Gelê kurd bi salan e têkoşîneke rewa dide. Ji ber wê jî rastî zilm û zordariya dewletê tê. Lê ew berxwedan jî berdewam e. Yek jî qadên berxwedana gelê kurd herêma Botanê ye. Em jî weke nûçegihanên azad li Botanê ew pêkanînên ku dewlet li vir dide meşandin bi pênûs û kamerayên xwe radigihînin û derdixin holê û teşhîr dikin. Ez jî weke rojnamegereke çapemeniya azad li vê herême dixebitim. Kengî em bernameyên ji aliyê sazî û rêxistinên demokratîk ve tên lidarxistin dişopînin raste rast hedef tên nîşandan."
 
'YEKSER ME KIRIN HEDEF’ 
 
Durgut destnîşan kir ku di dema wan çalakiya Dayikên Aştiyê dişopandin hatine binçavkirin û got ku armanca binçavkirina rojnamevanan ew bû ku îşkenceya li  dayikan dihat kirin nayê belgekirin. Durgut wiha dirêjî da axaftina xwe: "Armanca çalakiya Dayikên Aştiyê aştî ye. Ji ber ku şerek heye û yên ku vî şerî bidin sekinandin jî dayik in. Weke xebatkarên çapemeniya azad em jî li wir bûn û me xwest dengê dayikan bidin bihîstin. Lê weke her car êrişî daxuyaniya dayikan kirin. Di vê êrişê de gelek dayik bi erdê re hatin kaşkirin. Yên ku vê îşkenceyê belge bikin jî rojnameger in. Me jî xwest vê îşkenceyê belge bikin. Di encamê de me jî ji ber ku wê îşkence belge dikir yekser me xistin hedefe û ez û hevalên xwe rojnamevan Mahmût Altintaş û Derya Ren hatin binçavkirin."
 
'EWILÎ WÊNEKÊŞÊN ME DESTESER KIRIN’ 
 
Durgut bal kişand ser îşkenceya dema binçavkirinê li wan hatiye kirin û wiha axivî: "Dema ez hatim binçvakirin di serî de dest danîn ser wênekêşa min. Ji ber ku min ew îşkence bi wê wênekêşê belge dikir, ewilî dest danîn ser wênekêşa min. Piştre jî li min dan û bi rêbaza îşkencekirinê kirin binçavan. Di dema binçavkirinê de jî me got em rojnameger in, jixwe wan jî dizanibû em rojnameger in lê bi heqeret û lêdanê me xistin binçavan. Ew ne binçavkirina yekemîn e û ne jî wê ya dawî be. Lê em ê ji wan netirsin. Rastiyek heye û em neçarin ku van rastiyan derxînin holê. Ji ber ku pêywîr û berpirsyariyeke li ser milê me heye û em ê jî vê berpirsyariyê pêk tînin. Em ê ji niha şûn ve jî nûçegihanên çapemeniya azad û jineke kurd, van rastiyan derxînin holê. Heta wênekêşa me bixebite em ê van pêkanînan, zilm û zordariyên dewletê ji raya giştî re parve bikin. Çapemeniya azad tu car bêdeng nebûye û wê tu car jî bêdeng nebe. Li dijî îşkenceya ku li me kirin em ê serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bidin û gilî bikin. Kêliya binçavkirinê bi jop û mertalên di destê wan de li me dan. Di warê hiqûqî de çi pêwîst be em ê bikin.” 
 
'DAYIK BI ÎŞKENCEKIRINÊ HATIN BINÇAVKIRIN'
 
Rojnamevan Mahmut Altintaş çalakiya Dayikên Aştiyê ya bi mebesta pêkanîna aştiyê li dar xistin bi bîr xist û ji bo ew nûçeyê bişopînin di destpêkirina çalakiyê de li wir amade bûn. Altintaş anî ziman ku Dayikên Aştiyê dema xwestin daxuyanî bidin bi êrişê re rû bi rû man û wiha got: "Bi salan e li tevahiya Kurdistanê êrişek heye ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve. Di van demên dawî de jî li dijî Herêma Kurdistanê êrişeke berfireh hat destpêkirin û ew êriş hê jî berdewam dikin. Meclisa Dayikên Aştiyê jî ji bo balê bikşînin li ser vî şerî bi daxwaza aştiyê li bajarokê Tilqebîn a navçeya Silopiyayê ya Şirnexê çalakiyek dan destpêkirin. Weke nûçegihanên kurd û çapemeniya azad me jî xwest vê çalakiyê ji raya giştî re parve bikin.” 
 
‘EM Ê GILÎ BIKIN DA KU DOZ WERE VEKIRIN’ 
 
Altintaş da zanîn ku dema ew hatine binçavkirin bi îşkenceyê re rû bi rû mane û ew ê li dijî vê îşkenceyê gilî bikin. Altintaş axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Me xwest em belgeyên wê îşkenceya li ser dayikan bikişînin û ragihînin. Ji ber wê êrişî me jî kirin. Em her sê hevalên rojnamevan bi îşkencekirinê hatin binçavkirin. Kamera û wênekêşên me ku îşkenceyê dikişandin jî desteser kirin û şikandin. Dema me xistin binçavan gelek tundî li me kirin. Em ê jî li dijî vê yekê serî li ÎHD’ê bidin û gilî bikin. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidin meşandin. Em ê her tim li ser wezîfe û karê xwe bin. Em ê her daîm îşkence û şerê li ser vê axê tê kirin, eşkere bikin û ragihînin. Tu astengî, tu binçavkirin û girtin nebûye sedem ku nûçegihanên kurd bi paş ve gav biavêjin. Ji ber lêdana polîs û leşkeran xesar gihîşt parsûyên min û hê jî şopa tundiya wan li ser laşê min heye. Em ê gilî bikin ku da doz li wan bê vekirin.” 
 

Sernavên din

25/11/2024
12:52 Hêzên rejîmê kolbereke jin qetil kirin
12:45 TJA: Hûn dê dengê me yê Jin, jiyan, azadî li Taksîmê bibihîsin
12:41 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
12:15 Peyama MKG’ê ya 25’ê Mijdarê: Em ê têkoşînê mezintir bikin
12:00 Levent Tuzel: Ji bo çareseriyê divê makezagon bê sererastkirin
11:32 Polîsan derb kirin û dozgeriyê derheqê wan de lêpirsîn vekir
11:19 Îtîraza rojnamegerê cezayê muebbetê lê hate birîn red kirin
11:04 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di 10 mehan de 316 jin hatin qetilkirin
10:56 Zilamên li dijî tundiyê çalakî li dar xistin: Heta jin azad nebe civak jî azad nabe
10:37 Bi hinceta ‘bifikar e’ pirtûka wî bi xwe nivîsandî nedanê
10:21 Ji bo kampanyaya pereşandina ji girtiyan re bang kirin
10:09 Li Mêrdînê rengên payîzê
10:09 Li Qoserê ji ber barîna zêde malek tebiqî: 2 kes birîndar bûn
10:08 Bi boneya 25’ê Mijdarê 9 saziyên jinan hatin vekirin
09:00 ROJEVA 25’Ê MIJDARA 2024’AN
09:00 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînan hate kirin
08:59 Li Dêrsimê berf bariya
08:38 Bîrsen Orhan: Em ê dev ji vegotina heqîqetê bernedin
08:29 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Heta Hetayê Jin Jiyan Azadî’ derket
24/11/2024
16:46 Ma Musicê li Stenbolê şaxa xwe vekir
16:08 Hevşaredar Bîrsen Orhan sewqî edliyeyê hate kirin
15:59 Jinan li qadan got: Jin, jiyan, azadî
15:21 Qeyûm li gelek bajaran hatin protestokirin
14:17 Ozel: Meseleya esasî ya qeyûman, cezakirina gel e
14:07 ‘Nêzikatiya pratîk a îktîdarê, qeyûm e’
14:06 Zilaman li dijî qedexeyê dirûşma 'Jin jiyan azadî' berz kirin
13:34 Li Şirnex û Erziromê xespkirina îradeyê hate protestokirin
13:16 Tulay Hatîmogûllari: Me serî li ber rejîma faşîst netewand û dê netewînin
12:56 Jin li dijî xespkirina îradeyê meşiyan: Yên li ber xwe didin dê bi ser kevin
12:33 AYM’ê ji bo guhdarîkirina hevdîtina girtiyan biryara binpêkirinê da
12:30 Hîzbullahê êrişî Îsraîlê kir
12:30 NADA: Çareserî azadiya jinê ye
12:04 Kovara Jinê bi manşeta ‘Xweparastin û berxwedan’ derket
11:55 Halîde Turkoglû: Qedexekirina ‘Jin, jiyan, azadî’ nîşaneya tirsa wan e
10:59 Li Afyonê di qezayê de 30 kes birîndar bûn
10:58 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ji bo îfadeyê çû emniyetê
10:45 Sewalvan li şûna îthalatê piştgiriyê dixwazin
10:17 Berteka li dijî qeyûm: Dê neviyên Seyîd Riza serî netewînin
10:05 Mukaddes Erdogdu Çelîk: Ji bilî Konfederalîzma Demokratîk tu çareserî nînin
09:20 Gunduz ê 31 sal in girtî ye ji doza ‘heqaret li serokkomar kiriye’ beraet bû
09:02 Dr. Achkar: Li Lubnanê hewcehî bi têkoşîna jinan a rêxistinkirî heye
09:01 Jinên Êzidî êdî xwedî hêz û birêxistinkirî ne
09:00 ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2024’AN
08:36 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan bi şertê hefsa malê hate berdan
23/11/2024
20:49 Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li ser Pira Deh Derî olan da
20:44 Walîtiya Amedê dirûşma ‘Jiyan jiyan azadî’ qedexe kir!
16:51 Li gelek bajaran protestkirina qeyûman: Em ê serî netewînin
16:44 Li Cizîrê di meşa 25'ê Mijdarê de tecrîd hat protestokirin
15:59 Li Êlihê qeyûm hat protestokirin: Em biryara ku vîna gel tune dihesibîne nas nakin
14:45 Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Em ê têkoşîna azadiyê bilind bikin
13:42 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo edaletê bernedin
13:37 Li Wanê JINKART hat belavkirin
13:09 Çîrokên kesên kiryarên wan nehatî eşkerekirin
13:06 Cenazeyê Mîne Sevjînê hat definkirin
13:00 Kujerê Leyla Urenê hat girtin
11:35 Parêzer Bîlmez: Dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye
10:29 Qeyûm Şaredariya Dêrsimê veguherand qereqolê
10:23 Alî Orek piştî 31 rojan li Hezexê hat definkirin
09:04 Hayko Bagdat: Divê her kes ji bo aştiyê berpirsiyariya xwe bi cih bîne
09:03 MA Musîc wê li Stenbolê Egîdê Cimo Ma veke
09:01 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2024'AN
22/11/2024
22:11 DEM Partî: Qeyûm ferzkirineke teslîmiyetê ya pûç e
20:13 Qeyûm tayinînî şaredariyên Pulur û Dêrsimê hatin kirin
18:42 Cezayê kujerê Şerzan Kûrt hat kêmkirin!
18:37 OHD: Astengkirina berdanê ji bo girtiyên siyasî veguheriye pergala îşkenceyê
18:25 Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Em ê bi hev re tundiyê rawestînin
16:10 Li Êlihê li dijî qeyûman banga mezinkirina têkoşînê hate kirin
15:58 ‘Hûn nikarin îradeya gel teslîm bigirin’
15:05 Di sê salan de 87 serlêdanên têkildarî hewldanên sîxûrkirinê: Lêpirsîn tune ne
14:18 Tedawiya dayika Aklîmeyê didome
14:05 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
14:04 Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina ciwanê winda didomin
13:27 Navenda Piştevaniya Jinê ya qeyûm girtibû dîsa hate vekirin
13:19 Li Amedê ‘Komxebata di aboriyê de jin’ hat lidarxistin
12:46 Polîsan di bin çavan de strana ‘Olurum Turkiyem’ dan guhdarkirin
12:15 Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê li Êlihê ye: Em ê piştevaniya xwe bidomînin
12:00 Doza rojnameger Kizilkaya û Çaralan hate betalkirin
11:59 Ji bo rojnameger Osman Akin biryara beraetê hate dayin
11:38 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:37 Ayşegul Dogan: Li şûna domandina tecrîdê guh bidin dengê Ocalan
11:29 Walîtiyê di roja danişînê de agahî xwestiye!
11:04 Nobeta li Dêrsimê hatiye destpêkirin didome
11:02 Kampanyaya pereşandina ji girtiyan re: Em li cem zarokên xwe bin
10:29 Hevseroka Giştî ya ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe
10:18 AYM’ê ji bo îşkenceya polîsan biryara binpêkirinê da
09:39 Parêzer Kaya: Ger pirgsirêka kurd neyê çareserkirin, wê hin kesên din werin çareser bikin
09:38 TSK'ê doza tazmînatê li malbatên HPG'iyên hatin kuştin kir
09:05 Armanca ‘Qanûna Rewşa Kesî’ çi ye?
09:04 Welatiyên îzmîrî: Azadiya jinê tê wateya hebûna jiyanê
09:00 ROJEVA 22’YÊ MIJDARA 2024’AN
21/11/2024
20:49 Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan 44 hezarî derbas kir
19:57 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyûrtê hatin girtin
19:21 Ji Înîsiyatîfa ji bo Azadiyê Huner li dijî qeyûm banga piştevaniyê
19:01 Ûgûr Kaymaz û bavê wî li ser gorên xwe hatin bibîranîn
18:34 Ji girtiyên jin re kart hatin şandin
16:39 ‘Civaka azad dê bi têkoşîna jinan bê avakirin’
16:26 Li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê bang kirin: Qeyûm tu ji ku yî?
16:02 9 partiyên siyasî li Meclisê li dijî qeyûman pêşniyarqanûn dan Meclisê
15:52 Cezayê li Konak hatiye birîn li Dêrsimê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
14:43 Bîlîcî yê ku Soylu weke referans nîşan da sextekar derket