Namzetên Hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê: Em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin

  • rojane
  • 09:00 28 Sibat 2024
  • |
img

SEMSÛR - Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Koma Mîran û Bûlamê ew ê li gor daxwaz û xwesteke gel tevbigerin û got ku em ê şeredariya gel ava bikin û bi gel rê şeredariyê rê ve berin. 

Li Semsûrê ku ji erdhejên 6'ê Sibatê yên navenda wan Mereş bandor girt, rojeva gel çareserkirina pirsgirêka wan a xaniyan û ji nû ve ava kirina bajêr e. Gelê Semsûrê ku li benda çareserkirina pirsgirêkan e, daxwaza wan jî hevşaredar û şaredarên ku bên hilbijartin pirsgirêka wan çareser bike. Partiyên Siyasî jî li Semsûrê namzetên xwe li bajêr, navçe û bajarokan diyar kirin û di xebatên hilbijartinan de ne. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî li Semsûrê namzetên xwe diyar kirin. Li bajaroka Koma Mîran ku hê di bin rêveberiya DEM Partiyê de ye û bajaroka Bûlamê namzetên hevşeredariyê hatinê diyarkirin û bendewariyeke pir bi mezin li van bajarokan heye ku DEM Partî bi ser bikeve. 
 
DEM Partiyê li Koma Mîran wekî namzetên Hevşaredariyê Bedriye Polattaş û Mahmût Kapçak nîşan dan. Bedriye Polattaş ku di 11'ê çileyê de bi hinceta "Endama rêxistinê" hat girtin vê hilbijartinê dê di girtîgehê de pêşwazî bike. Li Bûlamê jî DEM Partiyê namzetên hevşeredariyê Kamîle Ocak û Huseyîn Ûzûn nîşan dan. Namzetên hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê yên DEM Partiyê tekildarî hilbijartinên 31'ê Adarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn û projeyên xwe vegotin. 
 
'EM Ê HEMÛ GELÊ XWE HEMBÊZ BIKIN'
 
 
Namzetê hevşeredariyê Mahmût Kapçak diyar kir ku ew ê ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel bixebitin û wiha got: “Em ê li gor rêbaza rêveberiya DEM Partiyê tevbigerin û zêdetir bixebitin. Em ê bi gelê xwe re bi hev re bi rê ve bibin. Em weke partiyên din bi zîhniyeta ku hûn dengê xwe bidin me em ê xizmeta we bikin, ger hûn nedin tu xizmet tune ye, red dikin. Em ê hem ji yên ku dengên xwe dane me hem jî yên ku dengê xwe nedane me re xizmetê bikin. Em ê bê cudahî hemû gelê xwe hembêz bikin."
 
'DENGÊ XWE BIDIN XWE'
 
Kapçak anî ziman ku namzeta hevşeredara jin Bedrîye Polattaş mehek e di girtîgehê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevseroka me mehek e di girtîgehê de ye. Di girtîgehê de be jî hevseroka me ye. Em ê bi hev re Koma Mîran bi rê ve bibin. Cudahiya me ji partiyên sîstemê ev e. Partiyên sîstemê jinan paşguh dikin, lê weke Partiya DEM’ê em bajarên xwe bi nûnejin û mêr a wekhev birêve dibin. Di dema erdhejê de Koma Mîran ku yekane şaredariya Partiya DEM’ê ye ji bo dermankirina birînên erdhejê gelek xebat kir. Banga min ji gelê me re ew e ku hûn dengê xwe bidin me em ê bi hev re bajarê xwe birêve bibin. Ji ber vê yekê em nabêjin dengê xwe bidin me, em dibêjin hûn dengê xwe bidin xwe."
 
'JIN Ê XWEDÎ GOTIN BIN'
 
Namzeta Hevşeredara DEM Partiyê ya Bûlamê Kamîle Ocak jî bi lêv kir ku jin wê di rêveberiyên herêmî de bibin xwedî gotin û ev tişt gotin: "Em mal bi mal digerin û li pirsgirêk, çareserî û daxwazên gelê xwe guhdarî dikin. Xebata me bi vî awayî berdewam dike. Bertekên gel jî li hemberî me pir baş in. Gel guhertinê dixwaze. Em ê li bajarê xwe navenda hevgirtina jinan vekin. Ji bo ku jin di nava civakê de zêdetir xuya bibe em ê xebatên xwe bidomînin. Em ê bajarê xwe bi modela hevserokatiyê bi rê ve bibin da ku jin di rêveberiyê de xwedî gotin bin."
 
'EM Ê BI GELÊ XWE VE RÊ VE BIBIN'
 
Namzetê hevşaredariyê yê Bûlamê Huseyîn Ûzûn jî destnîşan kir ku pirsgirêkên bajarokê Bulamê yê ji ber erdhejê bandor bûye çareser nebûne û wiha pê dê çû: “Pirsgirêka xaniyan a mexdûrên erdhejê yên Bûlamê hêj çareser nebûnê. Xelk nikarin malên xwe li cihê xwe ava bikin. Em ê ji bo hemwelatiyên me ji veguherîna li cîhê sûd werbigirin projeyên pêş bixin. Bi avakirina komîsyoneke endezyaran em ê xizmeta şêwirmendiyê ji gelê xwe re bikin û li gorî daxwazê, li gel şaredariyê em ê piştgiriyê bidin gel da ku her kes bikare malên xwe li cihê xwe ava bike. Em ê bi gelê xwe ve şaredariyê rê ve bibin."
 
PROJEYÊN JI BO BULAMÊ
 
Ûzûn diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Bûlamê proje çêkirine û wiha vegot: “Em projeyên ku li ser çanda civakê, pirsgirêkên civakî û aborî pêk tên pêş bixin. Ji bo ku çanda elewîtiyê li bajarê me yê ku elewî tê de dijîn winda nebe û xera nebe, em ê xebatên pêwîst bikin. Bi projeya me ya kampusa cemxaneyê re, hem ji ciwanên xwe ji qehwexaneyan veguhezînin qadên çandî hem jî rê li pêşya winda bûna çanda elewîtiyê bigrin. Di warê aborî de yekane çavkaniya debara me tûtîn e û ji ber zextên dewletê mirov nikarin debara xwe bikin. Em bi projeya ku em ê pêş bixin armanca me ev ê ku debara jiyanê ya alternatîf çêbikin. Em ê hewcedariya rê û avê bi cih bînin da ku deştên xwe ji bo sewalkariyê guncav bikin. Her wiha ji bo mezûnên zanîngehê yên ku nikarin bên tayînkirin jî em ê atolyeya tekstîlê vekin. Bi taybetî ji bo ciwan û jinan em ê derfetên kar biafirînin. Bi şaredariya Partiya DEM’ê gel wê bibe xwedî gotin. Anku di rêveberiyê de gel wê bibe xwedî gotin, ne desthilatdariya çend kesan. Em ê bi civaka xwe re biryaran bidin û projeyan pêş bixin."
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

02/03/2024
10:52 Namzetê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin: Em ê vîna xwe ji wan bistînin
10:49 Platforma 8 Adarê ji bo hevdîtina Jinan ya li Kadikoyê bang kir
10:18 ‘Em ê dîwarên di navbera şaredariyê û gel de hatine lêkirin hilweşînin'
09:48 Namzetên Depê yên DEM Partiyê: Em tên ku tişta ya me ye wergirin
09:23 130 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:20 Qeyûm îhaleya bi 16 milyon lîreyî bi 'usûla bazariyê' çêkir
09:19 Girtiyên siyasî 97 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:10 Çîroka Nazîme Arvas: Zext bi têkoşînê tên şikandin
09:04 Endama Baroya Stockholmê: Divê tecrîd veneguhere 'metodekê'
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2023'YAN
01/03/2024
21:35 Li girtîgehên Espiye û Bafrayê bi tecrîdê gef li girtiyan tên xwarin
21:23 Turk piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:44 Bayindir: Divê ti kes zilm û zordariyê qebûl neke
19:35 Hevdîtinên Stenbolê yên Delegasyona Li Dijî Tecrîdê bi dawî bûn
18:46 Parêzer Çîçek hat berdan
18:18 Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê: Heya niha 7 endamên me li Silêmaniyê hatine qetilkirin
17:21 DEM Partî tax bi tax digere
17:09 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Têkoşîna me dê bidome
16:34 Alîgirên Amedsporê amedî vexwendin maçê
16:33 Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Jin dê ji azadiya xwe tawîzê nedin
16:09 ÎHD: Jin aştiyê dixwazin
16:08 Berdana Atsiz ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
15:56 Destê endamê Meclisa DEM Partiyê Gungor ji cih derket
15:39 Li her derê 8’ê Adarê: Em ê her qadê ji aqilê zilam paqij bikin
15:38 Di doza Ûgur Kûrt de cezayekî weke xelat dan polîsî
15:38 Qonaxa duyemîn a pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' dest pê kir
15:12 Ergulê ESP’î hate girtin
15:12 Daxwaza astengkirina firotina F-16’an a Tirkiyeyê hate redkirin
15:11 Bûcak û Hatûn bi nûnerên rêxistinên sivîl re hatin bahev
14:48 Axaftina ewil a Kişanak a têkildarî hilbijartinê: Me ji bo vekirina rêyeke rast ev berpirsyartî li xwe girt
14:27 Li Kelarê malek hate bombebaran kirin
14:05 Jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em jiyana li me tê ferzkirin qebûl nakin
13:39 Ji DEM Partiyê xebata ‘Hûn bipirsin bila hevşaredar bibersivînin’
12:47 Tedawiya Mûhlîse Karaguzel a înfaza wê hate taloqkirin didome
12:29 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:25 Ji cînayeta Dr. Toprak AKP berpirsyar e: We çima ew kuşt?
12:15 Rojnamegerên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:15 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî çû serdana parêzerên Abdullah Ocalan
12:04 Pêşnûmeya DEM Partiyê ya ji bo ewlehiya hilbijartinê bi dengên AKP û MHP’ê hate redkirin
11:28 AYM’ê ji bo nedayîna pirtûkên neqedexe got ‘binpêkirina maf e’
10:54 Qeyûm beriya hilbjijartinê park da kirê
10:31 Jinên girtî: Em li Îmraliyê azadiyê pêk bînin
10:27 Peywirdarên cemaweriyê ji bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dikin
10:22 Karamûs: Têkiliya PDK’ê û Tirkiyeyê li ser dijberiya kurdan e
10:18 Îfadeyên rojnamegerên binçavkirî yên li emniyetê bi dawî bûn
10:17 Parêzer Çîçek hate binçavkirin
10:13 Koçyîgît: Em ê dengê Kişanakê li her derê bilind bikin
10:00 Çirokeke xweparastinê: Parastina cewherî xurt dike
09:53 Guh neda astengiyan û li quntarê Çiyayê Cûdî ruh dide gundê xwe
09:05 Namzetên navçeya ku AKP'ê ew daye jibîrkirin: Em ê vê çerxê bi hev re biguherînin
09:04 Girtiyên siyasî 96 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 129 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Milazgirê: Em ê ruhekî nû ava bikin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Bayindir: Qeyûm înkara gelê kurd e û em ê wan bişînin
29/02/2024
22:27 Kesên ku endamê DEM Partiyê Gun kuştin hatin berdan
22:19 Rojnamevan Muftuoglû ji girtîgehê derket
21:55 Bakirhan: Em ê di 31'ê Adarê de hesab bipirsin
19:33 Li Fransayê mafê kurtajê li Senatoyê hat qebûlkirin
19:15 Li Silêmaniyê kesek hat qetilkirin
19:09 Li Senegalê keştî noq bû: Herî kêm 24 kes mirin
17:18 Zaroka ku mîdîbusa polîs tê de bûn lê da jiyana xwe ji dest da
17:08 Hatîmogûllari tev li Nobeta Edaletê bû
16:46 Di vekirinên buroyan de eleqeyeke zêde nîşanî namzetên DEM Partiyê hate dayîn
16:13 15 binçavkiriyên li Stenbolê dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:46 Hiqûq nasên Navneteweyî çûn serdana Baroya Amedê
15:38 Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:37 Girtina rojnameger Keser li Dêrsimê hat protestokirin
15:27 Berdevka Giştî ya SKM’ê û endama wê hatin girtin
15:27 KESK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir
15:26 Ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin
15:25 Şîna Gulsun Sîlgîr bi girseyî hat ziyaretkirin
14:41 Rojnameger Karakaş hate berdan
14:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Tekane derdê me serkeftin e
13:46 Çiyayê Bagokê tê bombekirin, şivan şandin malên wan
13:36 Îtîrazên rojnamevanan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan hatin redkirin
12:44 Rojnameger Muftuoglû hate berdan
12:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:19 Li Dêrsimê dê li dijî bişaftin û bêesilkirina çandî bisekinin
12:06 Hatîmogûllari: Hîzbûlkontra, navnîşana qetilkirina rewşenbîrên kurd e
11:30 Delegasyona Navneteweyî bi DFG û MKG’ê re hevdîtin kir
11:29 17 saziyan bang kirin: Rojnameger Muftuoglû berdin
11:11 Dê îfadeyên rojnamegerên binçavkirî îro bên girtin
11:10 Di dema sirgunê de îşkence li girtiyan kirin: Dest, ling û çavên wan hatin girêdan
10:41 Parêzerê rojnameger Keser: Biryara girtinê êrişa li dijî azadiya xweîfadekirinê ye
10:28 Li Stenbolê dê konferansa tecrîdê were lidarxistin
10:26 Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz beraet kir
10:12 Li Filistînê 'jinbûn' bi xwe têkoşîn e
10:11 Parêzer Yelboga ji ber parêzertiyê hat sûcdarkirin!
10:10 Namzeta hevşaredariyê ya suryan: Em ê vê derê veguherînin baxçeyê Mezopotamyayê
09:25 Giliyê planên ‘diziyê’ yên qeyûm hate kirin
09:24 Parêzera CÎSST'ê Akyuz: Girtîgeh ew navend in ku baviksalarî lê kûrtir dibe
09:22 Dayikên Aştiyê: CPT berpirsê serekê yê bêhiqûqiyê ye
09:21 Welatiyên Şirnexê ji xwe bawerin: Em ê rê nedin ku diz careke din vîna me desteser bikin
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 128 roj in agahî nayên girtin
09:20 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete roja 95’an
09:03 Li Colemêrgê bayê hilbijartinê: Olmez ê AKP’î heya îro li ku bû?
09:03 Parêzer Acûn: Bi biryara DMME'yê binesaziya hiqûqî ya azadiya Ocalan çêbûye
09:03 Li Agiriyê çav li DEM Partiyê ne
09:02 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Baweriya bi saziyên edlî nemaye