DFG'ê ji bo Ehmed bang li saziyên rojnamegeriyê kir: Bêdeng nemînin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - DFG'ê têkildarî rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatibû revandin û 100 roj in agahî jê nayên girtin daxuyaniyeke nivîskî weşand. DFG'ê xwest ku PDK dev ji kiryarên xwe yên derhiqûqî berde û bang li hemû sazî û dezgehên rojnamegeriyê yên cîhanê kir ku ji bo Ehmed bêdeng nemînin û doza azadiya wî bikin. 
 
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatibû revandin û 100 roj in agahî jê nayên girtin bi serenavê "Rojnameger Silêman Ehmed 100 rojin di bin zilmê de ye" daxuyaniyeke nivîskî weşand. DFG'ê di daxuyaniya xwe de xwest ku PDK dev ji kiryarên xwe yên derhiqûqî berde û bang li hemû sazî û dezgehên rojnamegeriyê yên cîhanê kir ku ji bo Silêman Ehmed bêdeng nemînin û doza azadiya wî bikin. 
 
EV BÛ 100 ROJ 
 
Daxuyaniya DFG'ê wiha ye: 
 
"Ev bû 100 roj… Sed roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed, nayên girtin. Ev sed roj in Silêman di bin zilm û zordariyê de ye. PDK û rêveberiya Başûr çav û guhên xwe girtine, qet deng nabihîsin, qet bersiv nadin. Gelo Silêman Ehmed di çi rewşê de ye, jiyana wî di bin talûkeyeke çawa de ye, kes nizane. Lewma tevahiya heval û hogirên wî, malbata wî ji vê rewşê bi fikar in. 
 
LIGEL HEWLDANAN PDK DERBARÊ REWŞA EHMED DE TU AGAHIYAN NADE
 
Silêman Ehmed ê ku beriya 5 salan li Herêma Kurdistana Federe bi cih bûbû û edîtoriya beşa erebî ya Rojnewsê dikir, di 1’ê cotmeha 2023’yan de ji bo tevli şîna bavê xwe bibe û malbata xwe ziyaret bike çûbû Rojava. Di 25’ê cotmehê de ji Helebê vegeriya Herêma Kurdistana Federe. Di dema vegerê de li Sînorê Pêşxabûrê yê di bin kontrola hêzên PDK’ê de ye, ji aliyê hêzên asayişê ve hat binçavkirin. Di derbasbûna Suleyman Ehmed a Başurê Kurdistanê de tu pirsgirêkên zagonî tine bûn. Li gel vê rewşê asayîşa PDK’ê ew binçav kir û li gor agahiyan teslîmî saziya îstîxbaratê Parastinê kir. Her çiqas bi awayekî fermî nedihat qebûlkirin ku Silêman Ehmed hatiye binçavkirin jî, piştî hewldanên parêzerên wî bi biryara dadgehê hat qebûlkirin ku Ehmed di bin çavan de ye û ji hêla Parastinê ve bi awayekî derhiquqî tê girtin. Ligel hewldanên malbat û parêzeran û bangawaziyên saziyên rojnamegeran, PDK derbarê rewşa Ehmed de tu agahiyan nade.  
 
PDK Û RÊVEBERIYA BAŞÛR BI VÊ HELWESTA XWE SÛC DIKIN
 
Em bi awayekî vekirî dibêjin ku PDK û rêveberiya Başûr bi vê helwesta xwe sûc dikin. Ji ber ku sûcdarin jî, xwe kerr û lal dikin. Rêhevalên wî dixwazin aqubeta Silêman Ehmed hîn bibin û hewldanên wan ji bo vê yekê ye. Ji ber ku di cîhanê de yek ji xebata herî pîroz karê rojnamegeriyê ye. Li seranserê cîhanê, bi taybet jî welatên demokratîk ji bo rojnamevan bêne parastin, hewldan hene. Tenê li welatên cîhanê yê sêyemîn û totalîter rewşên bi vî rengî tên jiyîn. PDK û rêveberiya Başûr bi vê helwesta xwe ji welatên herî paşverû bêhtir li paş maye û tevahiya nirxên mirovahiyê bin pê dike. 
 
BÊDENG NEMÎNIN Û DOZA AZADIYA EHMED BIKIN 
 
Ev nêzîkatî polîtîkayeke qirêj û pir xeter e. Bi vê rêbazê azadiya çapemeniyê ji holê tê rakirin. Em weke rojnamevanên vî welatî, van kiryarên faşîzan û derhiquqî qebûl nakin. Em ji jiyana Silêman Ehmed bi fikar in û dixwazin demildest agahiyekê jê bigirin. PDK bila dev ji van kiryarên xwe yên derhiquqî berde û Silêman Ehmed serbest berde. Her wiha em bang li hemû sazî û dezgehên rojnamegeriyê û raya giştî ya cîhanê dikin ku ji bo Silêman Ehmed bêdeng nemînin û doza azadiya wî bikin. Bila bê zanîn ku tu hêz nikare dengê rojnamevanên birûmet qût bike!"
 

Sernavên din

06/02/2024
14:48 Bakirhan: Îktîdar û muxalefet di bin kavilan de ma
14:42 Li Samandagê ji bo kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, bîranîneke girseyî hate kirin
14:14 ÎHD: Di sala yekemîn a erdhejê de pirsgirêk her ku diçe girantir dibin
14:01 Ozel bertek nîşanî Erdogan da: Şantaja herî rûreş a dîroka siyaseta cîhanê
13:51 Li Pîranê bi ser malan de hate girtin: 4 kes hatin binçavkirin
13:40 Hatîmogîllari: Ev salek derbas bû lê hêj jî dewlet li holê xuya nake
13:25 Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler çû Bexdayê
13:07 Gimgimiyan Meşvanên Azadiyê bi dil germî pêşwazîkirin
12:43 Xwestin aqûbeta zarokên di erdhejê de winda bûn bê lêkolînkirin
12:40 Operasyona li Kampa Holê bi dawî bû
12:26 Li Stenbolê li dijî noxteya polîsan êrişa çekdarî: 2 kes mirin, 6 kes birîndar bûn
12:25 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
12:19 Goreya 25 sal berê ji bo Abdullah Ocalan çêkirî da Meşvanên Azadiyê û got ‘Ji bo Serok bibin’
12:18 Girtiyê ji sedî 94 astengdar e bi hinceta ‘gumana revînê’ nayê berdan
11:25 Meşvanên Azadiyê: Em ê bi ser bikevin
11:17 Leyla Guven: Can Atalay wekîlê gel e
11:10 Rojnameger Ermîş: Li Rojhilata Navîn tekane çareserî Neteweya Demokratîk e
10:38 Meşvanên Azadiyê kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr anîn
10:25 Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hate binçavkirin
10:10 ‘Ji bilî çand û hunerê ne çekek ne jî bombeyek di destê wî de hebû’
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 105 roj in agahî nayên girtin
09:08 Greva birçîbûnê di roja 72’an de berdewam dike
09:05 Rojnamevan Oremar: Kurd rejîma Îranê ditirsînin
09:04 Hevseroka MATUHAYDER'ê Demîr: Daxwaza girtiyan daxwaza me ye
09:03 Ji bo doza der barê parvekirina li ser erdhejê de dadgeh nehat dîtin
09:02 Malbata girtiyê ku bi kuştinê gef lê hat xwarin bi fikar e
09:01 Namzetên hevşaredariyê yên ciwan ên Cizîrê: Em ê Cizîrê bi aqilê ciwanan ê nûjen bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2024'AN
08:43 Hatîmogûllari. Em ê Antakyayê ji nû ve ava bikin
08:41 Li Hatayê di bîranîna erdhejê de bertek nîşanî Ozel û Savaş dan
08:35 Li herêma erdhejê bertek nîşanî Wezîrê Tenduristiyê dan
08:03 Li bajarên ji ber erdhejê hilweşiyan bîranîn: Em helal nakin! - HATE NÛKIRIN
05/02/2024
23:59 Sêrtiyan bertek nîşanî tecrîdê dan
22:52 'Meşa Azadiyê' gihaşt Şirnexê: Ger birêz Ocalan biaxive dê pirsgirêk çareser bibin
21:45 Jin Bi Hev re Bi Hêz in mexdûrên erdhejê bibîr anîn: Em efû nakin
21:41 Platforma Jinan a Enqereyê mexdûrên erdhejê bibîr anî
17:16 Li Amedê ji namzetên DEM Partiyê tûra bajêr
17:07 Li girtiyan ‘e-doktor’ tê ferzkirin!
16:59 Hatîmogûllari li Mereşê ye: Divê avahiyan bêpere bidin mexdûrên erdhejê
16:50 Ji Nobetên Edaletê peyam: Heta ku Rêberê me azad nebe rehetî ji bo kesê ji me nîne
16:14 Meşvanên azadiyê Evrîm Demîr bi bîr anîn
16:03 Li Erîwanê teqîn: Yek jê giran du kes birîndar bûn
15:10 Li Sêrtê xebatên hilbijartinê didomin
14:58 Meşa Azadiyê bênavber didome: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:27 Bakirhan: Em derfetên şaredariyan bînin Semsûrê - HATE NÛKIRIN
14:21 Şertê qeyûmê Amedê: Ji sendîkayê îstîfa bike, em jî dê we serkeftî nîşan bidin!
14:06 Li Mereşê bi pileya 3.6 erdhej çêbû
13:59 Beriya serdana AKP’iyan her gorekê alek danîn ser!
13:25 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe dest pê kirin
13:25 Muzîkjenê li Gungorenê êriş lê hate kirin jiyana xwe ji dest da
13:23 Bakirhan: Erdogan li şûna rexnedayînê propagandaya hilbijartinê kir
13:00 Di Meşa Azadiyê ya li Kopê de bertek nîşanî komployê dan
12:20 Komên girêdayî Şamê êrişî QSD’ê kirin
11:48 Qeymeqam li mala xwe kuştî hate dîtin
11:48 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Blinken derket tura Rojhilata Navîn
11:13 Meşvanên Azadiyê li Milazgirê ne: Serkeftin a kesên ji bo azadiya xwe derketin rê ye
11:13 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 6,7 zêde bû
11:06 Dengvedana Meşa Azadiyê ya ji Roboskê: Em dest bidin hev, em bêjin êdî bes e
11:05 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Bazara li ser hebûna kurdan’ derket
10:38 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 5’an de ye: Pirsgirêkan bi rêya guftûgoyê çareser bikin
10:11 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde ya berf û baranê hişyarî kir
10:09 Gelo li Rojhilata Navîn hedefa nû Îran e?
10:05 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê eşkere kir
09:58 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn dê bên bibîranîn
09:25 ‘Divê kesên li şûna 7 qatan destûra 14 qatan dane bên darizandin’
09:14 104 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 71’an de didome
09:12 Li Semsûrê ne kavil hatin rakirin ne jî pirsgirêka xaniyan hat çareserkirin!
09:09 Li navenda erdhejê, birîna erdhejê wek roja ewil e
09:06 Kahraman: Herêmên erdhejê bûne cihên rantê
09:05 Guneş ê OHD’î: Divê baro li dijî tecrîdê zextê li wezaretê bikin
09:04 Dayikên Aştiyê: Em dixwazin ji Abdullah Ocalan agahiyekê bigirin
09:03 Bertek nîşanî hilbijêrên veguhestî dan: Li pey xeyalekê ne
09:02 Midûrê polîsan ê ‘hilbijêrê xeyalî’ lêkolîna îtîrazan kiriye
09:01 Hevalê dibistanê yê Abdullah Ocalan: Paradîgmayê komployê pûç kir
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2024'AN
04/02/2024
17:31 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji Îmraliyê re name şandin
16:14 Li 6 bajaran bi daxwaza ‘azadiyê’ Nobeta Edaletê hate girtin
15:48 Li Roboskê bîranîn: Werin em dest bidin destê hev
15:17 Rewşa girtiyê nexweş her ku diçe xerabtir dibe
15:05 Li pêşiya girtîgeha greva birçîbûnê lê didome daxuyanî hat dayîn: Em ê teqez bi ser kevin
14:55 Meşa Azadiyê li Botanê ye: Bijî azadî, bimire koledarî
14:02 DEM Partî: Em ê li Stenbolê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê
13:29 Meşa Azadiyê li Panosê ye
13:27 Li ser medyaya dijîtal dê kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bê destpêkirin
13:19 Li Şîliyê şewatên daristanan: Hejmara miriyan derket 51’an
11:59 Meşvanên Azadiyê di sermaya zivistanê de berê xwe dan rojê
11:51 Meşa Azadiyê guh nade sir û seqemê!
11:46 Meşvanên Azadiyê li Agiriyê ne: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
11:10 DYA û Ingilistanê êrişî Husiyan kirin
11:01 Mijara Kovara Jînê ya vê hefteyê erdhej bû
10:52 Parêzerê Abdullah Ocalan: Siyaseta jiyanê lîstikên komployê vala derxistin
09:52 103 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:50 Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 70’an de didome
09:50 Mexdûrên erdhejê yên jin di dorpêça tundî û xizaniyê de ne
09:19 Çoleke ji kavilan: Nûrdagi
09:03 Ser doza nelirêtiyê ya qeyûm Yaman bi navê 'feraxetê' hat girtin
09:01 Li ANKA-DER’ê qeydên qursên kurdî dest pê kirin
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2024’AN
08:44 Li Dîlokê helîkopterek ket