NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî encamên destpêkê yên Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê hejmara kursiyên Kurdan li Kerkûkê heft in.
Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê encamên destpêkê yên fermî ragihandin. Li gorî encaman rêjeya beşdarbûnê li temamê Iraqê %41 bûye û li Kerkûkê jî rêjeya beşdarbûnê %66 bûye.
Komîsyonê ragihand ku heta niha %94’ê dengan ji hev hatine cudakirin.
Li gorî encamên Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê lîsteya Hevpeymaniya Kerkûk Hêz û Îradeya Me Ye ku ji YNK û Partiya Komînîst a Kurdistanê pêk tê, li Kerkûkê yekem e.
Hejmara kursiyên Encumena Parêzgeha Kerkûkê bi vî rengî ye:
Kurd: 7 kursî
Ereb: 6 kursî
Tirkmen: 2 kursî
Xiristiyan (kota): 1 kursî
Hejmara dengên hevpeyman û partiyan wiha ye:
YNK: 136 hezar û 373 hezar deng
PDK: 46 hezar û 749 hezar deng
Newey Niwê: 24 hezar û 620 deng
Eniya Tirkmenî: 72 hezar û 281 deng
Qiyade: 59 hezar û 430 deng
Hevpeymaniya Erebî: 46 hezar û 65 deng
Rube: 46 hezar û 65 deng
Kerkûkna: 21 hezar û 114 deng