EDENE - Di rapora ku ÎHD’ê têkildarî Girtîgehên Herêma Çûkûrovayê amade kiriye de, hate destnîşankirin ku mafên mirovan ên herî bingehîn jî hatine rawestandin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê rapora xwe ya der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ên mehên cotmeh, mijdar û kanûnê digirin nava xwe li avahiya komeleyê aşkere kirin. Raporê serlêdanên ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler, Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Kurkçulerê, Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Kurkçulerê, Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Osmaniyeyê hatin girtin nava xwe.
Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Edeneyê parêzer Azîz Sari destnîşan kir ku mafên mirovan ên bingehîn hatine rawestandin û bal kişand ku tecrîda li ser girtiyan derketiye asta herî jor.
TESPÎTÊN HATIN KIRIN
Hin tespîtên di raporê de derketine pêş wiha ne:
“*Hate tespîtkirin ku li Girtîgeha Kurkçulerê malzemeyên paqijiyê gelek kêm caran tên dayîn, gelemperî girtî malzemeyên paqijiyê bi derfetên xwe bi bihayên zêde ji kantînê dikirin, ava muslixê nayê vexwarin lê ji ber derfetê madî yê girtiyan nîne neçar dimînin ava muslixê ya bi kirêc vedixwin, ji bo serşûştinê rojê tenê saetekê ava gerim tê dayîn û ev rewş hemû li dijî rêgeza dewleta civakî ne.
* Hate tespîtkirin ku li her du girtîgehan jî rojname, kovar û weşanên ji aliyê girtiyan ve tên xwestin bi awayekî keyfî nayên dayîn, bi taybetî xwendina rojnameya Yenî Yaşamê bizanebûn tê astengkirin, name nayên û biçin an jî gelek dereng tên û diçin, li Girtîgeha Kurkçulerê di demên dawî de hejmara kotaya pirtûkan hatiye rawestandin û hejmara qenalên televizyonê jî hatiye kêmkirin, li Girtîgeha Osmaniyeyê jî dema girtî bi telefonê diaxivin têkildarî rewşa girtîgehê tişteke neyînî ragihandin bi hinceta saziyê reş dikin û agahiyên xelet didin telefon tê qûtkirin, bi vî awayî mafên agahî wergirtin, agahî dayînê hatiye binpêkirin û hewl hatiye dayîn bi cîhana derve re têkiliyên wan hatine qûtkirin.
* Hate tespîtkirin ku aktîvîteyên civakî yên ji ber pandemiyê hatibûn rakirin berdewam nakin, weke aktîvîteya civakî tenê ji mafên xwe yên sohbetê sûdê digirin, lê destûrê nadin atolye û xebatên spor û hunerî, girtî ji rayedarên girtîgehê daxwaza aktîvîteyên hunerî û civakî kirine lê daxwazên wan bi awayekÎ keyfî nehatine bicihanîn, dîsa ji bo hejmara pirtûkan sînorkirineke bi awayekî keyfî hatiye anîn û li gotî mewzûatê pirtûkên guncav nehatine dayîn.
* Hate tespîtkirin ku hin hikumxwariyên cezayê hefsê yê girankirî lê hatiye birîn destûr tê dayîn ku tenê rojê saetekê bi tena serê xwe derketin cihê hewadariyê û di heman demê de destûr nayê dayîn ku ev ked tev li aktîvîteyên civakî bibin, hin girtiyên ji 25 salan zêdetir girtî ne jî di qawişên yek kesî de tên girtin û tên tecrîdkirin.
* Hate tespîtkirin ku dema Lijneyên Îdare û Çavdêriyê biryara ku dê girtî bi şertê kontrola edlî werin berdin an na didin şiroveyên razber û subjektîf didin, ji aliyê girtiyên ku di çarçoveya darizandinên polîtîk de cezayê hefsê li wan hatiye birîn beyana poşman in an na ji wan tê xwestin, ji ber vê yekê gelek girtî ji mafên xwe yên berdana şertê kontrola bi edlî mehrûm tên hiştin, tevî ku cezayê li hin girtiyan hatiye birîn ketiye bin salekê jî û tu cezayên wan ên dîsiplînê nîne jî daxwaznameyên ji Lijneya Çavdêrî û Îdare re hatine nivîsîn bê bersiv hatine hiştin û cihekarî li girtiyan hatiye kirin û ji ber vê rewşa nediyar girtiyan pirsgirêkên psîkolojîk jiyane.
* Hate tespîtkirin ku li Girtîgeha Kurkçulerê di dema sewqên li nexweşxaneyê de lêgerîna nava dev tê kirin, sewqa girtiyên ku vê pêkanînê qebûl nakin, nayê kirin, kesên ji ber vê pêkanînê demekî dirêje sewqî nexweşxaneyê nehatine kirin pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî jiyan e.
* Hate tespîtkirin ku li Girtîgehên Kurkçuler û Osmaniyeyê di nava salekê de gelek sirgun pêk hatine, beriya sirgunan girtî nehatine agahdarkirin, hin caran destûr nehatiye dayîn ku cilên xwe jî kom bikin, girtî roja sewq/sirgunê ji rewşê agahdar bûne, girtîgeha ku dê bibinê ji wan re nehatiye gotin, girtî bi taybetî sewq/sirgunî li girtîgehên ji malbatên xwe dûr û Girtîgehên Ewlehiyên Bilind, Tîpên T û S yên bi taybetî jî tecrîd lê tê pêkanîn tên kirin.
* Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê û Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê ji 27’ê mijdarê ve ji komên 2-3 girtiyan pêk tê pênc rojan carekê çalakiya greva birçîbûnê hatiye destpêkirin û girtiyan ji şandeya me re ragihandiye ku sedemê destpêkirina çalakiya wan a greva birçîbûnê tecrîda di serî de li Girtîgeha Îmraliyê hatiye sepandin û dû re belavî hemû girtîgehan bûyî bi dawî bibe hatiye destpêkirin. Li 10 girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê di çalakiya greva birçîbûnê de 11 rojan cezayê hucreyê hatiye birîn, daxwaza vîtamînan a girtiyan nehatiye pêşwazîkirin, tenê şekir, xwê û karbonatê didin wan, ji 3 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê di çalakiya greva birçîbûnê de 2 sirgunî Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê û Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsûnê bûne.
* Dema ku mevzûata hiqûqî û navneteweyî bi prensîbên hiqûqî yên gerdûnî re bê nirxandin; di hevdîtinên encama serlêdanên ji komeleya me re hatine dayîn, hatine kirin de qedexeya îşkenceyê, mafê xwe gihandina tedawî û tenduristiyê, mafê ewlehî û azadiya kesan, azadiya raman û agahdarkirinê yên hatine tespîtkirin divê pêkanînên rêveberiyên girtîgehan û personelên bûne sedemên binpêkirinan bên bidawîkirin û rêveberî wezîfeyên xwe yên erênî bi cih bîne.”