AMED - Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz di danişîna ewil a doza xwe de yek bi yek bersiva hemû îdiayan da û wiha got: “Ji ber ku rojnamegerekî kurd im û di çapemeniya kurdan de dixebitim lewma li vir im û 8 meh in girtî me. Ser re jî bêyî delîlek hebe.” Şandeya dadgehê ji bo Yilmaz biryara tehliyeyê da.
Danişîna ewil a Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz ku di 29’ê nîsanê de hate binçavkirin û di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê de hate girtin li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir. Yilmaz bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Avakirin û birêvebirina rêxistinê” tê darizandin. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS), DÎSK Basin-Îş, gelek rojnamegerên ji Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA), endamên malbata Yilmaz û gelek hempîşeyên wî tev li danişînê bûn. Her wiha nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî tev li danişînê bûn.
Yilmaz ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa F a bi ewlekariya Bilind a Sîncanê dihat ragirtin, di danişînê de amade bû. Ji ber ku Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) a ku dê şahid li ser wê beşdarî danişînê bûbûna xerab bû, danişîn hinek dereng dest pê kir. Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî rojnameger Yilmaz dest bi parastinê kir. Yilmaz, da zanîn ku ji ber ku rojnamegerekî kurd e lewma tê darizandin û yek bi yek bersiva hemû îdiayan da.
BERSIVA ÎDIAYAN DA
Yilmaz, diyar kir ku bi ser girtina wî re nêzî 8 meh derbas bûne û got ku îdianame li ser îfadeyên şahidê nepen “Ulaş” hatiye amadekirin. Yilmaz, wiha domand: " ‘Ulaş’ di 2020’ê de îfade daye û derheqê min de jî di 2021’ê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Salek bi ser re derbas bûye û piştre jî şahidê nepen ‘K8C4B3LIT5’ di sala 2022’yan de li ser min û gelek kesan de îfade daye. Piştî van îfadeyan nehatim binçavkirin. Êdî her çi bibe, salek piştre di sala 2023’yan de çêbû. Di nîvşevê de polîsan bi ser mala min de girtin, zaroka min a 13 salî bi tenê hiştin û tevî hevjîna xwe hatim binçavkirin û girtin.”
DANEZANA AMERÎKAYÊ BI BÎR XIST
Bi domdarî Yilmaz, Danezana Serxwebûnê ya Amerîkayê ku di sala 1776'an de hatiye weşandin bi bîr xist û hevoka “Hemû mirov azad ji dayik dibin û azad dijîn; dewlet tenê ji bo parastina azadiyan û ji bo hemû kes bi awayeke wekhev jê sûd bigirin heye. Dewleta ku destdirêjiyê li hemberî van azadiyan dike, sedema hebûna xwe ji holê radike.” anî ziman. Yilmaz, daxuyand ku nirxa behsa xeberê pisûlaya rêveberiyên demokratîk e û wiha pê de çû: “Bi saya vê danezanê, dewletên demokratîk mafên weke geşt, ragihandin, cihê hewînê, belavkirina fikr û raman û azadiya çapemenî û xweîfadekirinê mîsoger kirine.”
‘GELO MIROV XERA BÛ?’
Yilmaz, gotara Serokê Dadgeha Bilind ê berê Prof. Dr. Samî Selçûk a di 8’ê mijdara 2023’yan de hatiye weşandin bi bîr xist û wiha got: “Di gotarê de ji bo kesên derewan dikin nîqaşeke girîng a hiqûqî tê kirin. Ji romana Ahmet Hamdî Tanpinar a ‘Mahûr beste’ beşek hatiye parvekirin. Ez jî dixwazim ji bo şahidên nepen ên derheqê min de îfade dane vê beşê parve bikim; ‘ (...) Kurê min Behçet, tu dizanî îflaskirina şaristaniyekê çi ye? Heke mirov xerab bibin, ew şaristanî êdî weke însan namîne, ya ku mirovan dike mirov manzûmeya manewî ya nirxan e. Tu niha fêm dikî bê ka derd çiqas mezin e? Tu nezanî, dixwînî, hîn dibî. Paşverû yî, pêş dikevî. Mirov nînin, tu digehînî, rojekê jî şaristanî derdikeve holê. Pereyê te nîne, tu qezenc dikî. Çareya her tiştekî heye. Lê dema mirov xerab bû, çareya vê nîne.’ Mixabin neçar têm hiştin ku li dijî îfadeyên kesayetekê ku di nava van rêzikan de hatiye vegotin parastina xwe bikim.”
BERTEKA LI DIJÎ ÎDIANAMEYÊ: CIHÊ ŞERMÊ YE
Yilmaz, got “Xwezî dozgerê ku îdianame amade kiriye hinek jî be li gorî hiqûqê tevbigeriya” û wiha pê de çû: “Lê tişta hate serê mirov, mirov mecbûr dikişîne. Li welatên weke Tirkiyeyê rojnamegerî karekî birîsk e. Ez dibêjim ku îfadeyên şahidekî nepen qet nehatiye lêpirsîn. Ev yek ji bo demokrasiya welêt cihê şermezariyê ye. Dizanim ku dozgerê li eywanê amade ev dosya amade nekiriye lê ez qala îdianameyeke ku dema tê xwendin nakokiyên wê yek bi yek derdikevin holê dikim. Şahidê nepen ‘Ulaş’ dibêje çi, delîlên dozger berhev kirine dibêjin çi, ez ê van tevan bidim berhev û bersivê bidim.”
BERSIVA ÎDIAYAN DA
Yilmaz, bal kişand ser îdiaya şahidê nepen ku dibêje “Ji salên 2000’î heta niha di nava avadaniya KCK’ê ya Tirkiyeyê de ye, di qada îdeolojîk de xebatan dimeşîne” û wiha got: “Ez bi xwe dibêjim ku min di salên 2000'î de dest bi rojnamegeriyê kiriye. Lê wê demê min zanîngeh hêj nû xelas kiribû. Tiştekî pêkenoke ku dema hêj strajyer ez weke berpirsyarê komîteya çapemeniyê hatim erkdarkirin. Qet nebe bila behsa berpirsyartiyê jî bike. Çima qala vê nake?”
Yilmaz, destnîşan kir ku di îdianameyê de îdiayake weke “Li ANF’ê di asta berpirsyartiyê de xebatan dimeşîne û ev yek bi qeydên SGK’ê re hev digire” jî wiha bersiv da: “Di qeydên SGK’ê de tiştekî wiha tune ye. Heta dozger bi xwe jî dibêje ku ANF weşana xwe li Tirkiyeyê nake. Têkildarî girtina rojnameger Huseyîn Aykol li ser ANF’ê bi sernavê ‘Li dijî girtina Huseyîn Aykol bertek hatin nîşandan’ nûçeyek hatiye weşandin û cih dane axaftina min jî. Ji ber vê nûçeyê weke xebatkarê ANF’ê hatime nîşandan.”
'NÛÇEYÊN BI MEBESTA PROPAGANDAYÊ PÊŞKEŞ BIKIN’
Têkildarî îdiaya şahidê nepen “Ulaş” ku dibêje “Salên dûvdirêj ji bo propagandaya rêxistinê nûçe çêkir” jî Yilmaz ev tişt anî ziman: “Baş e lê qala kîjan nûçeya min dike? Min di dosyayê de tiştekî wiha nedît. Gelo dozger dikare nûçeyên min ên bi mebesta propagandayê pêşkeş bike? Ez ê li gorî wê parstina xwe bikim. Ji ber ku nûçeyeke wiha tune ye, weke delîl li dosyayê nehatiye zêdekirin.”
'EZ NEÇÛM, MIN NEDÎT, NIZANIM’
Rojnameger Yilmaz ji bo îdiaya şahidê nepen “Ulaş” ku dibêje; “Çûye bakurê Iraqê û li herêma Xakûrkê bi Mûstafa Karasu re civîn li dar xistiye” jî wiha got: “Ev îdiayeke derew e. Yên nizanin jî dibêjin qey diçim Stenbolê û têm. Heke were gotin bê ka di kîjan dîrokê de çûme, ez ê roj û saeta ku ez wê demê li wir bûm jî ji we re îspat bikim. Ez ji dil û can dibêjim ku ez di jiyana xwe de tu caran neçûm cihê behsê xeberê, min ew der nedîtiye û nizanim.”
'BALA MIN LI SER HEQ Û HEQANIYETÊ BÛ’
Yilmaz, ji bo îdiayên şahid ên “fermana rêxistinê wergirt” û “ji ber ku di komîteya çapemeniyê de karên baş dike ji kadroyeke PKK’ê bêhtir nirx jê re tê dayîn” jî ev bersiv da: “Di îdianameyê de qala wê nayê kirin bê ka serkeftineke rêxistinî ya çawa ye. Ez rojnamegerekî baş im û 23 sal in ji bo rojnamegeriyê têkoşîna sendîkayî didim. Nûçeyên min hêjayî xelatê hatin dîtin. Hempîşeyên min û raya giştî ji min hez dike. Ji ber ku heta niha min di xebatên perwerdeyê yên gelek rêxistinên pîşeyî de cih girt û tecrûbeyên xwe bi sedan rojnamegerên ciwan re parve kir. Di nûçeyên xwe de min heq û heqaniyet esas girt.”
Yilmaz, bal kişand ser îdiayên şahidê nepen “K8Ç4B3L1T5” û got: “Li MA’yê dixebitim, di qadên zarok û kedê de nûçeyan çêdikim. Di dema êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê de di qeydên GSM’ê de li ser sînorê Kobanê xuya dikim. Wê demê ez li Pirsûsê bûm û ev yek jî weke ‘li ser navê rêxistinê’ hatiye nirxandin. Dema li qeydên SGK’ê tê nihêrtin jî xebatên min ên rojnamegeriyê tên dîtin.”
'HÊJ JÎ XWÎN JI BIRÎNA ROBOSKÊ TÊ’
Yilmaz, da zanîn ku mûçeyê ji hêla Midûrê Karên Îdarî ya saziya lê dixebite ve tên dayîn weke sûc hatiye nîşandan û wiha dom kir: “Her wiha hewl didin parvekirinên min ên li ser medyaya dijîtal jî weke sûc nîşan bidin. Li Ji ber parvekirina xwe ya ‘Hêj jî ji birîna Roboskê xwîn tê’ ya li ser Twîtterê têm sûcdarkirin. Ez çendek caran çûm Roboskê û bûm şahidê êşa wan. Tevahiya rayedarên dewletê yên wê demê qebûl kirin tişta ku li Roboskê hatiye kirin xelet e. Li ser navê dewletê lêborîn hat xwestin. Dewlet çû serdana malbatan û tazmînat hate dayîn. Lê hêj edalet pêk nehatiye. Ew malbat li benda kesên dê bên darizandinin. Birîna ku xwîn jê tê jî ev e. Çi tiştê vê parvekirinê ‘dijminatiyê di nava gel de belav dike’?”
Yilmaz, bal kişand ser gotinên “hatiye fikirîn” û “hatiye nirxandin” ên di îdianameyê de û wiha axivî: “Armanca vê dosyaya min cezakirine û li ser şîroveyan hatiye amadekirin. Yek delîleleke raste rast nîne. Lê gelek gotin tê de hene. Ev dosya ji hêla wijdan, hiqûq û exlaqî ve beraet û tehliyeya min radixe ber çavan. Mîna tebîata alavan, sînorên mirovan jî hene. Hûn çi bi parçeyeke hesin bikin jî nikarin bikin zêr. Bawer bikin ji min jî ne rêveberê rêxistinê, ne endam û ne jî kadro derdikeve.
Ji salên 90’î heta niha kurdan nêzî 60 rojname derxistin, avahiyên rojnameyan hatin bombekirin, zêdetirî 50 nûçegihan û belavkarên rojnameyan hatin kuştin, bi sedan sal cezayên hefsê hatin dayîn û sergûn jî ser re. Xeta sêyemîn ku pêşengtiya wê çapemeniya kurd dike, ji sedî 5’ê rojnamegerên derveyî qada îktîdarê mayîne. Ez jî di nava wê ji sedî 5’ê de rojnamegerekî muxalîfim. Erê rast e, ji ber ku ez kurd im, ji ber ku rojnamegerekî kurd im lewma îro li vir im. 8 meh in bêyî ku delîlek hebe girtî me. Tevî her tiştekî di wê baweriyê de me ku dê şandeya we azadiya çapemenî û xweîfadekirinê biparêze.”
Piştî parastina Yilmaz, li parastina şahidan hate guhdarîkirin û dozger mutalaaya xwe da. Dozger, xwest ku rewşa girtî ya Yilmaz bidome.
Yilmaz, li dijî mutalaaya dozger axivî û got ku tev li mutalaayê nabe û daxwaza tehliyeya xwe kir.
Piştî parastina parêzeran, şandeya dadgehê biryara beraetê da.