Çalakiya sêva mêxekrêj tê lidarxistin
- çand û huner
- 17:25 12/2/2019
Chalak Events 14´ê Sibatê bi minasebeta Roja Dildaran li Stenbolê atolyeya Sêva Mêxekrêj li dar dixe.
Chalak Events 14´ê Sibatê bi minasebeta Roja Dildaran li Stenbolê atolyeya Sêva Mêxekrêj li dar dixe.
Asoya Helbesta Kurdî ya ku li ser sepana telefonan xebatên helbestên kurdî birêve dibir dawî li sepanê anî û derbasî malpera înternetê bû. Rêveberên malperê di salvegera rizgarkirina Kobanê de dest bi weşanê kir û gotin armanca wan ew ku helbesta kurdî bigihînin her devera cîhanê.
Hunermend Mîkaîl Aslan li Amedê konserek li dar xist û danasîna albuma xwe “Axpîn (Axa bi bereket)” kir. Aslan şevê bi stranên kirmanckî û bi awaza cura û gîtara xwe geş û xweş kir.
Pirtûka 7’emîn a nivîskar Bahoz Baran ku ji 14 çîrokan pêk tê, “Qîza Bavê Xwe” ji Weşanên Wardozê derket.
Gelek hunermend bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 92 rojin li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye, li hev kom bûn û strana "Leyla" bi hevre strîn.
Hemama Cinciklî ya Sîwêregê ku warekî dirokî û çandî ye, ji ber nehat paratin, wêran bû.
Koma Şanoya Bajêr a Amedê piştî demek dirêj lîstika “Bûn An Jî Nebûn” da pêşandan û lîstikê diyarî çalakgerên greva birçîbûnê kir.
Bernameya Sibatê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû. Şano dê vê mehê yek jê lîstika zarokan bi giştî 6 lîsbtikên cuda pêşkêş bike.
Weşanên Aryenê 4 pirtûkên nû yên bi navê “Mağaradaki İz (Şopa li Şikeftê)", "Zirgewre", "Malzaroka Jîndar" û "Çîçeka Jiyana Min" çap kir.
Bernameya meha sibatê ya Şa Performansê aşkere bû. Bernameyek têr û tije li benda hunerhez û wêjehezan e.
Komeleya Mala Hunerê ya Degîrmenê, ligel xebatên xwe yên atolyeyên erbane, gîtar, tembûr, ney û bilûrê, plansaziya çalakiyên cuda jî dike.
Helbestên Mîkaêlê Reşîd cara yekem bi herfên latînî wekî pirtûk çap bûn. Pirtûka ku ji weşanxaneya Belkî bi amadekarîya Îbrahîm Bulak derçû, pirtûkên Mîkaêlê Reşîd We´de, Pencere û Mitale dihewîne.
Li Navenda Çandê ya Sokakê ku 4 sal berê li Taxa Gaziyê hat avakirin, atolyeyên wê yên ji bo erbane, tembûr, gîtar, flut, govend, şanoyê didomin. Navendê got deriyê wan ji herkesî re vekiriye.
Yek ji şûnwarên axa Mezopotamyayê yên ewilîn Şikeftên Hesûnê ye. Bi hezar salan e dîroka li vir bala mirovan dikişîne. Şikeftên Hesûnê her çiqas bêxwedî hatibe hiştin jî lê çar demsal mirov diçin ziyaretê.
Derhênerê lîstikên “Zargotin Zêrgotin e” û "Mirin û Keçik” Nazmî Karaman, xwest zext û zoriyên li ser şanoya kurdî bên rakirin û got: "Ji ber çewisandinên îktîdaran bi salan e şanoya kurdî bi xweşikî nikare bê pêşandan. Dema me dik dixwest û me digot şano bi kurdî ye dik nedidan me."