ŞIRNEX - Li 31 deverên li Herêma Bestayê ku di bin navê “ewlehiyê” de hatine qedexekirin, cerdevan bênavber daran dibirin.
Li navenda Şirnexê û navçeyên wê, bi germbûna hewayî re birîna daran careke din dest pê kir. Li herêmên ku Walîtiya Şirnexê her 15 rojan carekê di bin navê “herêma ewlehiya taybet” de têketina wan qedexe dike, her roj dar tên birîn û tev qad her ku diçe berfirehtir dibin. Darên ku li traktoran tên barkirin, piştre li bajarên cuda tên firotin. Ev dar, di serî de jî ji hêla cerdevanan ve tên birîn. “Ewlehiya” cerdevan û kesên din ên daran dibirin jî ji hêla leşkeran ve tê parastin.
Yek ji herêmên sereke yên dar lê tên birîn, Herêma Bestayê ye. Herêm, ji navenda Şirnexê dest pê dike û heta çolterê Sêrtê berfireh dibe. Li herêma behsa xeberê niha li herî kêm 31 qadan bênavber dar tên birîn. Deverên ku qadên daristanê lê tên tunekirin ev in: “Girêsêvê, Baçûka, Çemê Mezin, Girê Heliziyê, Şehrewan, Piştreşo, Kaniya Rengîn, Çala Fileyan, Nizarê Kuştiyan, Kaniya Kurta Dizan, Warên Şeref, Kemaloga, Zirvî, Kîxê, Piha, Girê Gavan, Çala Tehla, Nizarê Elî Sorkê, Nala Kitkê, Qaranîs, Cinîwer, Kaniya Mîr, Rîsor, Çemê Benê, Rêrêqut, Banga, Xaşîxan, Girê Qirsîn, Bindarîn, Xargirê û Belûzê."
Piraniya deverên dar lê tên birîn, veguherîna çolê.
MA / Zeynep Durgut