Piştî 26 salan dengê Ocalan bihîstin: Divê bi lezgînî gav bên avêtin

img

AMED - Welatiyên Amedî ku piştî 26 salan dengê Abdullah Ocalan bi peyameke bidîmen bihîstin, diyar kirin ku divê dewlet tavilê gavan biavêje. 

 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de bangekî bidîmen kir. Ocalan, dipeyama xwe de got: “Ne bi çek, lê baweriya min bi siyaset û aştiya civakî tê. Û ez bang li we dikim ku hûn vê rêgeze pratîze bikin.”
 
Welatiyên Amedê ku piştî 26 salan Abdullah Ocalan bidîmen temaşe kirin û dengê wî guhdarî kirin, xwestin dewlet ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên lezgîn biavêje. 
 
'DIVÊ HEWCEHIYÊN WÊ BÊN CÎBICÎKIRIN’
 
Zelal Erkmen, diyar kir ku gelê Kurd di çarçoveya pêvajoyê de her gavên pêwîst avêtiye û got: “Jin, pêşengtiya aştî û çareseriyê dikin. Jinan pêşengtiya aştiyê li xwe girtine. Ji ber ku di şer de herî zêde jin diêşin. Felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ pêşengtiya aştiyê dike. Gelê Kurd her gavên pêwîst diavêje. Ji çekberdanê heta gavên din. Vaye îro peyameke bidîmen hate weşandin. Divê pêwîstiyên aştiyê bên cîbicîkirin.”
 
Şadiye Çelîk jî anî ziman ku divê aştiyeke hemû derdorên civakê di nav xwe de dihewînin bê avakirin û wiha pê de çû: “Heke aştî were dê aramî bê, aborî dê baş bibe û daxwaza azadiyê ya mirovan bê qebûlkirin. Şerî, ji bilî xwîn û hêsirên çavan tu tiştek bi xwe re ne anî. Îro jî peyameke bidîmen hate dayin. Gelê Kurd tişta dikeve ser milê xwe dike. Divê dewlet bi lez û bez gavan biavêje.” 
 
Coşkun Kolanci jî bi lêv kir ku Abdullah Ocalan ji bo xwîn neyê rijandin kedeke mezin dide û wiha domand: “Bila aştiyeke dualî hebe. Bila dijminatiyê ji Kurdan re nekin, êdî bes e. Pergala kapîtalîst Rojhilata Navîn veguherandiye gola xwînê û dixwaze Tirkiyeyê jî bikişîne nav xwe. Bila Tirkiye biaqil be. Her dem aştî çêtir e. Bila xwîna diherike bisekine.” 
 
'DIVÊ DEWLET GAVAN BIAVÊJE’
 
Zulfîkar Şerbetçî jî daxuyand ku divê Kurd bi yekdestî aştiyê biparêzin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “PKK’ê çek berda. Abdullah Ocalan got aştî. Em jî li gotina wî guhdar bin. Ma çi tişt ji aştiyê xweştir e? We Xeze dît. Kesek alîkariyê nade wan. Bila dawiya me mîna ya Xezeyê nebe. Kurd her tim gavan diavêjin. Êdî divê dewlet bi lezgînî gavan biavêje.” 
 
Tahsîn Çetînkaya jî destnîşan kir ku dewlet mecbûre gavan biavêje û ev tişt anî ziman: “PKK’ê peywira xwe ya dîrokî bicih anî. Li dijî vê divê dewlet jî gavan biavêje. Divê aştî du alî be. Paradîgmaya Ocalan pêşxistî li ser bingeha xwişk-biratiya Kurd û Tirkan hae avakirin. Em di demeke dîrokî de ne. Vîdeoyek hate parvekirin. Daxwaz û bangên tê de zelal bûn. Divê her kes tişta dikeve ser milê xwe pêk bîne.” 
 
Mehmet Kaya jî bi lêv kir ku şer bi xwe re xizaniyê tîne û wiha got: “Di şer de xizan dimirin. Gel her tim xizantir dibe. Her kes aştiyê dixwaze. Lêbelê aştî tenê bi xwestinê nayê. Ji bo vê divê gav bên avêtin.” 
 
Tahsîn Dogan, “Divê şande bên avakirin, nexwe zehmete aştiya ji gel tê veşartin bi ser keve. Em bi darê zorê ji gundên me hatibûn derxistin. Bi sala ye zextek heye. Daxwaza me, aştiyeke birûmet e.” 
 
Ferît Tekîn jî got ku aştî yekalî nabe û divê dewlet gavên pêwîst biavêje.