ENQERE - Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan, têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Sîncanê serî li ÎHÎK’ê da.
Wekîla DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, têkildarî binpêkirinên sîstematîk ên li Girtîgeha Sîncanê tên kirin, serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) da.
Newroz Uysal Aslanê di serlêdana xwe de cih da gelek binpêkirinên li dijî girtiyan û got ku rêveberiya girtîgehê bi sepanên xwe yên keyfî mafên bingehîn ên girtiyan binpê dike û ev sepan li dijî destûra bingehîn a Tirkiyeyê û peymanên navneteweyî ye.
PIRSGIRÊKA BINPÊKIRINÊN MAFAN Û SEPANAN
Di serlêdanê de binpêkirinên mafên mirovan û sepanên bipirsgirêk ên hatine tespîtkirin wiha hatin rêzkirin:
*Hikûmxwarên muebbeda girankirî rojê tenê saetekê û girtiyên din jî rojê tenê saetek û 50 deqeyan derdixînin hewşê. Nêzî 22-23 saetan di hucreyên yekkesî de tên ragirtin.
*Her çend îdare qebûl bike ku divê hikûmxwarên muebbeda girankirî rojê saetek û 50 deqeyan derkevin hewşê jî, vê sepanê bicih nayîne û ji bo girtiyên din tu hincetan pêşkeş nake û tu pirsan nabersivîne.
*Danûstandina pirtûk û rojnameyan a di navbera girtiyan de hatiye qedexekirin.
*Di lêgerînan de dest danin ser nivîs û xebatên pirtûkan.
*Pirtûkên girtiyan bi pereyên xwe kirîn nayên teslîmkirin û xwegihandina weşanên bi Kurdî bi awayekî sîstematîk tê astengkirin.
*Her cara hatin û çûnê ya girtiyan a hewşê, qada sporê, qada hevdîtinê û hwd. de, anku dema ji hucreyên wan tên derxistin û dîsa tînin, du caran bi dest û du caran jî bi dedektorê bi giştî 4 caran li ser wan bi hûr û kûr lêgerîn tê kirin.
*Di dema sewqkirina nexweşxaneyê de ev hejmar derdikeve 8’an û ev lêgerîn ji hêla girtiyan ve bi aşkerayî weke “biçûkxistin” tê pênasekirin.
*Her wiha girtî rastî lêpirsînên disiplînê û cezayên keyfî tên.
*Tevî ku malbatên piraniya girtiyan li derveyî Enqereyê ne, saeta hevdîtinan kirine 09.00 û ev jî dike ku mafê hevdîtinê bi awayekî fiîlî ji holê rabe.
*Di dema hevdîtinên rûbirû de memûrên înfaz û parastinê li qada hevdîtinê ne, hewl didin li axaftinan guhdarî bikin û ev jî binpêkirina mehremiyetê ye.
*Di mijara daxwazên kantînê de berhemên cuda tên anîn û malbat bêyî hevdîtinê bikin dîsa vedigerin.
*Hat diyarkirin ku tiştên li kantînê bi bihayeke zêde tên firotin, alav û amûrên kirtasiyeyê nînin û di hevdîtinên rû bi rû de li şûna tiştên tên xwestin, berhemên cuda tên anîn.
*Fatûreyên ceyranê, ji jimêrkera li dawiya korîdorê tê xwendin û cîhazên îdare bi kar tîne jî (ronahiyên korîdorê, LKP û MKP) tev li tên kirin û hemû pereyî girtî didin.
*Daxwaza girtiyan a ji bo jimêrkerê şexsî bêbersiv hatiye hiştin û hatiye diyarkirin ku ev pergal bi awayekî dijî rêziknameyê tê cîbicîkirin.
*Odeyên girtiyên daxwaza guhertina odeyê nekirin tên guherandin; daxwazên girtiyan ên li dijî vê jî tên paşguhkirin.
*Ji ber mînariya girtîgehê, girtî nikarin alîkariya hev bikin.
*Hinek girtî, bi taybet jî girtiyên biyanî nikarin pêdiviyên xwe yên sereke dabîn bikin. Heta ev kes nikarin avê jî peyda bikin û ji neçarî ji vanayên ne bi hîjyen avê vedixwin. Hinek girtiyên di vê rewşê de ev in; Dervîş Îsmaîl, Ahmet Muhammed Halîfe Azîz, Bariş Alhanî û Zeynel Abîdîn Bozkurt.
*Girtiyan got ku belgeya hatiye wergirtin a nameyên dişînin ji wan re nayê dayin, girtiyan got ku îdareyê bi gotina ‘nameyên biteahûd, ji hêla yekîneya xwendinê ve her rojên sêşem û înê têkildarî girtî û hikûmxwaran re bi hejmarên wan barkodên wan tên radestkirin’ ji wan re derew kiriye. Girtiyan got ku belgeya hatiye wergirtin bi tu awayî ji wan re nehatiye dayin.
*Hat zanîn ku îdare destûra radyoyan nade û di mijara weşanên televîzyonan de jî astengiyên cidî û pirsgirêkên cidî derdixîne.
*Girtiyan gotin ku sewqên wan ên ji bo nexweşxaneyan her tim tên betalkirin an jî tên taloqkirin. Ev rewş jî dibe sedem ku nexweşiyên girtiyan pêş bikevin.”
GIRTIYÊN NEXWEŞ
Têkildarî rewşa girtiyên nexweş ev agahî hatin parvekirin:
“*Roger Tirej Özalp: Nexweşê prostatê ye, baş nabihîze.
*Mehmet Emîn Çeçî (60): Nexweşê prostat, astim, hemoroît, ulsera mîde.
*Kadrî Sonmez: Nexweşê hîpertansiyonê.
*Sabrî Yavuz (74): Di 16’ê Mijdara 2022’an de ji pişta xwe emeliyat bû, di sala 2024’an de ji kîsikê zirav emeliyat bû. Her wiha nexweşiyên Hepatît B, prostat û apandisit pê re hene.
*Kenan Avci: Nexweşê guatr û pençeşêrê ye.
*Cîhan Yaşar: Dema spor dikir ket erde, lingê wî şikest.
*Şahîn Gumuş: Ji guhê xwe emeliyat bû û baş nabihîze.
*Mehmet Maşuk Abay: Hemû diranên wî ketin û tenê sê diranên wî yên pêşîn mane; ligel ku her roj radikin nexweşxaneyê jî tu tedawî nehatiye destpêkirin. Tevî ku berdêla împlantê daye jî hê ti prosedur nehatiye kirin. Pirsgirêka diranan ev 7-8 sal in dewam dike û di nava vê demê de tedawiyeke baş nehatiye kirin.
*Mehmet Nurî Ozen: Neşweşê ulseya mîde ya kronîk e.
*Mehmet Balkaç: Ew diyar dike ku guleyek li pişta wî ketiye û nexweşiyên din ên kronîk hene ku pêwîstî bi bikaranîna nivîneke ortopedîk heye. Dibêje ku nahêlin girtî sporê bike.
Mehmet Maşuk Abay: Tevî ku bi şev ji wî re hat gotin ku 'hûnê sibehê rakin nexweşxaneyê' jî hat diyarkirin ku sewqa danê sibehê hatiye betalkirin û ev rewş gelek caran hatiye dubarekirin. Hat diyarkirin ku ev betalkirin bi hinceta ku jendirme nîn in, hatine kirin.
DAXWAZ
Newroz Ûysal Aslan diyar kir, di çarçoveya vê serlêdanê de ÎHÎK’ê ne tenê neçar e gilînameyan lêkolîn bike, di heman demê de mevzûat û pêkanînên binpêkirina mafên mirovan tespît bike û ji bo tasfiyekirina wan gavên pêwîst biavêje.
Di vê çarçoveyê de ev daxwaz hatin kirin;
"*Demên sporê li gorî standardên mafên mirovan bên sererastkirin,
*Astengiyên li pêş pirtûk û weşanan bên rakirin û qedexekirina weşanên bi Kurdî bi dawî bibe,
*Pêkanînên lêgerînê yên biçûkxistinê bên rawestandin,
*Saetên ziyaretê û pêkanîna taybetmendiyê bên nûkirin,
*Bihayên kantînê bi astên maqûl bên sererastkirin û hejmara madeyên bingehîn bên zêdekirin,
* Pîvandina bikaranîn elektrîkê bi metreyên takekesî,
*Ji bo wergirtina nameyan rêziknameyeke saziyî bê danîn.
*Dabînkirina bê navber gihandina xizmetên tendûristî; ji ber kêmbûna personelên cendermeyan, ji bo astengkirina mafê tenduristiyê tedbîrên binesaziyê yên demdirêj ên mîna tedawiya diranan bên girtin,
*Ji bo girtiyên xizan û biyanî mekanîzmayeke alîkariyê ya civakî bê avakirin,
*Bidawîkirina odeyên kêfî diguherin û daxwazan li ber çavan digirin,
*Rapora serdana Girtîgeha Sîncanê ku ji aliyê endamên Komîsyona Mafên Girtî û Hikumxwaran a di 12.05.2025 bêyî dereng bikeve bê ragihandin û ji raya giştî re bê parvekirin.
BAGER SAYAK: GIRTÎGEH LI PEY PROVAKASYONAN E
Li ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Sîncanê girtiyê bi navê Bager Sayak ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Sîncanê tê ragirtin di dema axaftina telefonê ya bi vasîsê xwe Ahmet Sayak re diyar kir ku rêveberiya girtîgehê li pey provakasyonan e. Sayak di axaftina xwe de gotina Serokkomar Erdogan a "em ê destûrê nedin provokasyonan" bibîrxist û wiha got: "Provokasyonên bi vî rengî li girtîgehan bi saya hesasiyeta girtiyan pêk nayên. Lê belê eger li vê derê piştî vê yekê tiştek biqewime, em berpirsyar nîn in, rêveberiya girtîgehê û midûrê girtîgehê E.D. ku konsepta şer temsîl dike û dijminê Kurdan e berpirsyarê provokasyonê ne."