DBP: Kurdek jî dê li ber faşîzma we serê xwe netewîne
- polîtîka
- 10:12 23/12/2022
DBP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevserokê xwe giştî Keskîn Bayindir da û got: “Hûnê kurdekî ku li ber faşîzma we serê xwe bitewîne û paşve gav biavêje nebinin.”
DBP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevserokê xwe giştî Keskîn Bayindir da û got: “Hûnê kurdekî ku li ber faşîzma we serê xwe bitewîne û paşve gav biavêje nebinin.”
Hevserokê DBP'ê yê Giştî Keskîn Bayindir destnîşan kir ku dê çalakiyên wan ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bênavber berdewam bikin û got: “Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan.”
Polîsan bi ser Navenda Giştî ya DBP’ê û avahiyên wê yên li bajaran ve girtin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û gelek rêveber hatin binçavkirin.
Parlamenteriya Semra Guzel a Parlamentera HDP’ê ya Amedê li Desteya Giştî ya Meclisê di encama dengdayînê de hat betalkirin.
Parlamenterên HDP’ê di çalakiya xwe ya rûniştinê ku di roja duyemîn de li ber Wezareta Dadê didomînin ev bang kirin: “Deriyên Îmraliyê vekin.”
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku ew di têkoşîna li dijî tecrîdê de bi biryar in û got: “Rojeva me ya sereke mîsogerkirina azadiya gelê kurd û birêz Ocalan e. Ji bilî vê tu rêyek din nayê qebûlkirin.”
Nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê diyar kirin ku dê di vê hilbijartinê de desthilatê bişînin û pergaleke nû ava bikin.
HDP’ê parastina xwe ya têkildarî xistina parlamenteriya Semra Guzel a li Lijneya Giştî ya Meclisê temam kir. Dê biryara derheqê Guzel de sibe were dayîn.
Parlamenterên HDP’ê ku îro çûn ber Wezareta Dadê ragihandin ew ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her roj li ber Wezareta Dadê çalakiya rûniştinê li dar bixin.
Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku betalkirina parlamenteriya Semra Guzel tê wateya tunehesibandina îradeya kurdan û got: “Ev di şexsê Semra Guzel de kûmpaseke ku hatiye çêkirin e.”
Li Desteya Giştî ya Meclisê hevdîtin li ser biryara betalkirina parlamenteriya Semra Guzel a Parlamentera HDP’ê ya Amedê tê kirin.
Rêxistina HDP’a Edeneyê ji bo mîtînga “Ji Şer û Xizaniyê re na” ku dê di 24’ê kanûnê de were lidarxistin amadekariyên xwe didomîne.
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Serhat Eren diyar kir ku tu hêcetek mafdar ku hesabê partiya wan ê xezîneyê were blokekirin nîne û got: “Divê AYM daxwazê red bike. Divê tavilê dest ji vê daxwaza blokekirina hesabê me bê berdan.”
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû bertek nîşanî dorpêçkirina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar da û wiha got: “Ên ku li dijî neheqiyê bêdeng dimînin, şeytanên bêziman in. Em ê bi hev re têbikoşin.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişand ser têkiliya di navbera tecrîda li Îmraliyê û polîtîkaya şer û neçareseriyê û wiha got: “Divê li dijî krîzên siyasî, hiqûqî û însanî ku roj bi roj mezintir dibe, parêzer û malbat tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.”