‘Hêj niha jî li Meclisê ji bo kurdî dibêjin X an jî zimanê nayê zanîn’
- polîtîka
- 15:25 08/12/2022
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr da zanîn ku ji bo nivîsên fermî yên Swîsreyê bi kurdî bên nivîsandin qanûnek hatiye derxistin û wihan got: “Lê li Tirkiyeyê dema parlamenterekî kurd bi kurdî diaxive axaftina wî tê qutkirin û weke ‘bi zimanê X ê nayê zanîn axivî’ tê qeydkirin.”