Bûldan: Gelan biryara xwe daye, wê biguherînin
- polîtîka
- 21:54 28/4/2023
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku Partiya Çepên Kesk wê dengê xwe bide Kiliçdaroglû û got: “Gelan biryara xwe daye, wê biguherînin.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku Partiya Çepên Kesk wê dengê xwe bide Kiliçdaroglû û got: “Gelan biryara xwe daye, wê biguherînin.”
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin ku di çalakiya Platforma Elewiyan a Îzmîrê de axivî, got: "Gelên me bibiryar in ku rejîma qesrê bişînin û doza guherînê dikin. Navnîşana vê guherînê jî Partiya Çepên Kesk e."
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn di kongreya navçeyê ya partiyê de axivî û wiha got: “Me bi hezaran dest pê kir û niha bûne bi milyonan kes ku qad têrî me nakin.”
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku wan her qada ku îktîdara AKP-MHP’ê êriş biriye ser veguherandine qadên berxwedan û wiha got: “Hilbijartinên 14’ê Gulanê dê bibin muhasebeya sedsalê. Êdî avakirina komara demokratîk neçarî ye.”
Alîgirên Partiya Çepên Kesk ên li Balikesîrê xebatên xwe bênavber didomînin diyar kirin ku wê parlamenterekî bişînin Enqereyê û wiha gotin: “Li Balikesîrê xwedî derketineke zêde heye. Ev jî kelecaneke mezin di nava me de diafirîne.”
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Aydinê Ebrû Gunay diyar kir ku civak partiya wan weke navnîşana guherînê dibîne û wiha got: “Heta niha her tim Stenbol, Enqere yan jî bajarên Kurdistanê deverên girîng bûn. Lê fikriyata me li Egeyê teşe digire û dê roj bi roj xurtir bibe.”
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Enqereyê bi gel re hat ba hev û got: “Di hilbijartinê de yekane navnîşana me Partiya Çepên Kesk e.”
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin di hevdîtina bi gel re ya li Meletiyê de diyar kir ku operasyonên îktîdarê nîşaneya bêçaretiya wê ne û wiha got: “AKP êdî li erdnîgariya Kurdistanê tune bûye.”
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar di vekirina buroya hilbijartinê de axivî û got: “Ji bo em sedsalek nû ava bikin û biafirînin em li vir in û em tên.”
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Herêma 1’emîn a Stenbolê Dêrsim Dag diyar kir ku dê kurd qedera Stenbolê û Stenbol jî qedera Tirkiyeyê diyar bike.
Namzeta Partiya Çepên Kesk a Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp diyar kir ku divê gel di roja hilbijartinê de ampulê vemirîne û sindoqan ronî bike û wiha got: “Li cihê ku ronahî lê zêde dê nekarin bidizin û em ê bi ser kevin.”
Rojîn Tanhan Dogan a li Qoserê dema êrişî bombeyi li dijî şîna parlamenter Mehmet Sîncar tê kirin pitik e û birîndar dibe. Niha jî ew namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk e û dibêje ew dixwaze bibe dengê Aydinê.
Xizmên siyasetmedarê kurd Ferîdûn Yazar têkildarî hilbijartinê axivîn û wiha gotin: “Rengê me rengê xwezayê ye, em kesk in. Ji bo hişkkirina me dermanan bi kar tînin lê em hişk nabin. Em mîna darê ne. Me dibirin lê em dîsa aj didin.”
Namzeta parlementeriyê ya Balikesîrê ya Partiya Çepên Kesk Şevîn Coşkûn destnîşan kir ku ji xeynî bajarên Kurdistanê, dê li Balikesîr, Aydin û Tekirdagê jî dîrokê binivîsin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bertek nîşanî operasyona binçavkirinan a îro da û wiha got: “Ev binçavkirin, operasyoneke kompasê ye.”