Bûldan: Me lîstikên wan xirab kirin, em bûn kabûsên wan
- polîtîka
- 17:26 09/3/2019
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên partiya xwe de, li navçeya Zeytînbûrnû ya Stenbolê bi gel re civiya. Bûldan, bal kişand ser polîtîkayên zextî yên desthilatdariyê û got: “Me lîstikên wan xirab kirin, em bûn kabûsên wan. Ji bo ku em AKP û MHP ji Stenbolê bişînin, me namzet diyar nekir.”