Ozsoy ê HDP'î: Her kes dizane rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
- polîtîka
- 11:33 20/4/2019
Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy, diyar kir ku hikûmeta Tirkiye ku geşedanên li Rojava wekî "pirsgirêka beka" dibîne bi fuzeyên S-400, dixwaze statuya Rojava asteng bike û vê yekê wekî amûr bikar tîne. Ozsoy, xwest li şûna vê yekê divê li gel Kurdan li Rojhilata Navîn bi hevre bixebitin û gavên nû bavêjin. Ozsoy, anî ziman ku gavên ewil ên vê reya aştiyê jî di Rêya Îmraliyê re derbas dibe û xwest tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe."