Sazûmankarê AKP’ê Alî Babacan îstîfa kir
- polîtîka
- 14:48 08/7/2019
Alî Babacan ê sazûmankarê AKP’ê îstîfa kir. Babacan ê peyamek weşand got pêwîste di her mijarê de bi rûpelên spî dest bi kar bikin.
Alî Babacan ê sazûmankarê AKP’ê îstîfa kir. Babacan ê peyamek weşand got pêwîste di her mijarê de bi rûpelên spî dest bi kar bikin.
HDP’ê encamnameya “Komxebata Perwerdehiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk” a li Wanê li dar xist eşkere kir. HDP’ê di encamnameyê de diyar kir ku ji bilî hêza gel tu hêzek mezinttîrîn nîne û got: “Armanca me ya sereke ew e ku em bi vê çanda rêveberiya herêmî ya demokratîk ku bi hêz bikin e.”
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî di "Konferansa Rêxistinbûyîna Serhedê de" axivî û got: "Ya ku vê siyasetê ji holê rake, tekane rêya sêyemîne. Ger em vê alternatîfê ava nekin, ev zext û tundî dê her roj zêdetir bibe. Werin em bihev re di, di vê çareseriyê de bigihijîn hev. Bila hemû kes karibin bi hevre biaxivin."
Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertugrul Kurkçu, diyar kir ku Makeqanûna heyî makeqanûna kontra ye û wiha got: "Divê HDP rêya niqaşên der barê Makeqanûna Nû ya nava gel veke û di nava gel de vê mijarê bide neqaşkirin. Divê rêya li nava Komara Demokratik ku heza cewherî gel e, veke."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, beşdarî “Komxebata Perwerdehiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratik" bû. Temellî, diyar kir ku mirovan bi hilbijartina 31'ê Adarê ya Rêveberiyên Herêmî bêhna xwe stend û wiha got: "Serokomar Erdogan dibêje ‘Pirsgirêka Kurd tune' Em jî dibêjin pirsgirêka Kurd heye. Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe tu pirsgirên din çareser nabin.
Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, diyar kir ku pêdiviya Tirkiye li dijî pergala yek mirovî bi Makeqanûna Bingehîn ya nû ku di asta "Lihevhatina Civakî" de be heye.
Parlementerê CHP'ê Abdullatîf Şener, diyar kir ku wê Serokomar Erdogan bi vê pergala heyî ber bi hilbijartineke nû ve neçe û got: "Dibe bi partiyan re li hev bike û ji bo guherandina Qanûna Bingehîn tev bigere."
DBP’ê ji ber hin pratîkên têkildarî hilbijartina xwecihî ku derbarê Hevserokê DBP’ê yê Agiriyê Bahattîn Temel de derketin holê bi daxwaza îxracê sewqî Desteya Dîsîplînê kir.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di koma HDP'ê ya meclîsê de bang li hemû rêxistinên civakî, partiyên siyasî, jin, ciwan, karker, kedkar û hemû beşên civakê kir û xwest li dijî kedxwarî, şer, faşîzmê bi hevre Peymana Civakî û Makeqanûna Demokratîk ava bikin. Temellî, bal kişand ser rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Ji bo Ocalan karibe rola xwe bilîze divê bi temamî derî vebe û karibe bi her kesî re hevdîtinan bike."
HDP'ê ji bo xebatên 'Makeqanûna Demokratîk' ku weke gava destpêkê ya demokratîkbûna welat dibîne, ekîbek ava kir.
Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Saruhan Oluç derbarê mijarên di rojevê de daxuyanî da û got: "Ji revîzyonê wêdetir, di Destûra Bingehîn de pêdivî bi guherandineke mezin heye.”
MYK’a HDP’ê û koma parlamentoyê di bin serokatiya Hevserok Sezaî Temellî de kom bûn.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya Berê Fîgen Yuksekdag ji kongreya ESP'ê re peyam şand û got: “Em îro hevî, bawerî û hêza xwe nû dikin û hatin duriyanek nû û girîng. Ji niha û şûnde civakek bi rêxistin a li kolanan wê bibe reha bingehîn a tevgera polîtîk ya serdema nû."
Parlementerê HDP'ê Mûsa Farisogûllari, encamên hilbijartina Stenbolê û li gor van encaman nêzîkatiya îktîdarê ya ji bo pirsgirêka kurd nirxand û bilêv kir ku divê AKP dev ji polîtîkayên xwe yê tasfiyekar berde û gavine demokratîk bavêje.
Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay derbarê rojevê de daxuyanî da û got: “Xeta rêya me ya 3’yemîn îtîfaqa dîrokî ya bindestan e. Xeta me ji hêzên serdest serbixwettir îfade dike.”