‘Hikumet dixwaze bi êrîşên siyasî xwe li ser pêya bigire’
- polîtîka
- 10:51 01/10/2019
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik helwesta hikumeta AKP û MHP’ê ya li hember HDP’ê wek tolhildanek siyasî nirxand û got: “Ev hikumet dixwaze bi hewldanên nijadperest ên tayînkirina qeyûman, anîna malbatan a li ber HDP’ê û amadekariyên şerek li dijî Rojava li ser pêya bigire.”