Bûldan: Ji bo ku em vî welatî birêve bibin tên
- polîtîka
- 13:38 23/2/2020
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di 4'emîn Kongreya Asayî ya partiya xwe de axivî. Bûldan di destpêka axaftina xwe de silavên xwe ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re şandin û wiha got: "Gotin 'kurd nikarin rêve bin û bibijêrin'. Lê çi dikin bila bikin; wê kurd xwe rêve binin û bibijêrin jî. Kurd wê tenê ne bajarên xwe, em ê êdî vî welatî rêve bibin û em tên ku rêve bibin. Gelê me li sêdarê, dema hat qirkkirin û di hovîtiya li zîndanan de serî netewand. Ji îro û şûnde jî em serî natewînin."